2022-12-10
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
Tolhildan
2022-01-19 17:52
Suphi Aydın
Xwendevanên delal, min berî çend rojan pirtûka Tolhildan ya kekê hêja Eskerê Boyîk xwend û dixwazim ji we ra ev berhemê bidim nasîn. Ev kitêb di sala 2015 da li bajarê Îzmîr’ê bi alîyê weşanên ‘NA’ ve cara ewil hatîye çapkirinê. Ev pirtûk 235 rûpelê pêktê û hejmara ÎSBN jî eve: 978 – 605 – 9017 – 30 – 5 e. Di vê pirtûkê da bîstûdû serpêhatî – kurteçîrok û bîstûdû jî gotinên cîvakî cîh digrin. Naveroka vê berhemê bi giranî li ser qirkirin, talan, reva xelkê me yê êzidîne ku wan li herêma Qersê ji ber zûlm û zora Romê û ya kurdên misilman revîyabûn xwe avitîbûn paş dewleta Sovyetê ye. Helbet zor û zûlma dewra Stalîn jî têda cîh digre ku wan çawa bi derewa xelkê reben avitine hepsan û eşkencê giran li wan kirine.Alîyê din da jî ji derheqa bedewî û rindîya çîyayê Elegezê da jî hûne bibin xwedîyê malûmatan bi xwendina ev kitêbê va.

Cara ewile ku ez rastê guherandinekî di nivîsên Eskerê Boyîk’ê da têm, ev jî wî li ser herfa ‘e da xetekî kişandîye. ‘Egît, ‘ewr, ‘Eyşan, ‘ezman, ango li ser tîpa ( eyn ) nê da tîre kişandîye. Ev asteng her hebû lê kesî li ser nediaxivî, bi rastî gava min xwend ez pê razîbûm. Ev tîpa ku jê dengê ( eyn ) tê der di alfabeya kurdî da heya vê gavê tuneye, hêvî dikim wê zimanzanên me li ser ev pirsgirekê bawerîya xwe eşkera bikin. Weka din stîla Eskerê Boyîk ya nivîskarî di vê kitêbê da jî weka berê mane, kurmancîya devê xelkê Elegezê, an jî ya herêma Serhedê ye û tahma xwe ya xwezayî heye, meriv pê dilşa dibe. Giranîya naveroka serpêhatîyên vê kitêbê jî li ser jîyana xelkê Êzidî û li ser cîrantîya xelkê Ermenî ne, her wusa li ser çîya, gund û bajarê Yêrevanê ne. Jîyana xelkê gundî, gerandina govendê, xwarin û vexwarina xelkê, di dawetan de çawa mêran heyanê serê sibê reqisîne û konyak vexwarine, xanedanîya axayên wê heremê, hezkirina mêvana weka her alîyê ku kurd têda dijîn û helbet hezkirina jin û mêran, keç û xortan, revandina jinan hatîye nivîsînê.Lê ne tenê jiyana xelkê gundan, her wusa jî ya bajarvanîya jî hatîye zimên. Nivîskar evîndarîya xwe di dema xwendina unîversîteya Yerevanê jî nivisîye. Ango, rojekî ev diçe kitêbxaneyekî da kitêbekî dikire û keçekî bi kurmancî wî dipirse, tu kurdî? Ev jî dibêje erê ez kurdim û navbera wan de evînekî qasê şeş mehan destpêdike û şev û roj bi hevrane, lê tenê bi ramûsanan ev şeş meha derbaz dikin. Evîna nivîskarê me û ya keça kurd Gulê. Piştê şeş heyvan heryek ji wan diçe gunda xwe ji bona mayîna çend rojan,lê Gulê êdî venagere. Evîndarê me diçe beşa bijîjkê û dipirse felankes kuda çûye? Li wir dibêjin ew çûye Moskavayê û li wir tevî doktorekî dizewice.Îcar de hûn texmîn bikin halê evîndarê me.Lê gelekî sal û zeman di ser ev evînê kû nehatîye ji bîrkirin derbaz dibin û kekê minê hêja di bajarekî da diçe mala dost û nasên xwe mêvanîye û li wir dixwin û vedixwin, xwedîyê malê dibêje nexweşekî me heye ew dixwaze te bibîne. Helbet mêvan ecêb dimîne, heyran ew nexweşa malê li min çi dixwaze? Ez mesele dirêj nekim, ev nexweş keça kurd Gulê bi xwe bûye. Gulê li wir halekî perîşandaye û dibêje, ji qusûra min nenêre min bê xeber te li Yerevanê hişt û çûm...

Neha ez vegerim li ser Tolhildanê; xortekî heye bi navê Evdî, di rojekî da ev xort diçe ser kanîyê û li wir Senemê dibîne, dibe evîndar. Senem jî gelekî bedew bûye, lê bavi Evdî nexwastîye ev bibe bûka wan.Axir di dawîyê da wan ev keç û xort dizewicandine. Lê tu nabê yarekî wê keçikê hebûye û rojekî tê Senemê tev qîza wê û seyê wan jî digrin diçin. Evdî di wê rojê da li gund bûye û jina wî jî di waran da bûye. Çawa ku Evdî pê dihese jin, keç, se birine êdî ji ber hêrsa nizane çi bike.Tu nabe ev kes ku Senem birîye Reşo axa bûye,lê şika kesî naçe pê. Li vir û wir digerin, ne rêça wan dibînin û ne jî tiştekî din. Evdî dibe dewrêş û dikeve pê rêça jin û keça xwe. Evdî wusa bawer dike ku xelkê jin û keça wî bi zorê birine. Di êvarekîda dibe mêvanê axayekî û li wir xelk salixdanê jina wî didin û dibêjin, felankesê weha jinekî bedew ji xwe ra anîye,kes nizane jina wî a teze, an jî ya kevn bedewe felan. Evdî radibe diçe gundê Reşo axayê û ser kanîyê da jina xwe dibîne, lê jin dibêje; rabe here, an na ezê mêrê xwe ra bêjim, ewê te bikuje. Reşo axa pê dihese tê mala jinikekîda Evdî dibîne û herdû guhên evdî jê dike.Lê jina Reşo Axa Zerîf Xatûn jî şev tê Evdî li wir suwarê espê dike û direvîne, dibêje; wî jina te revandîye, ez tevî te têm bira xelk bibêje Evdî jî jina wî anîye. Axir di dawîyê da ev Evdî û Zerîf Xatûn piştî gelekî rojên teng xwe digîhêjin mala Evdî û li wir dizewicin,ji hevdû şa dibin. Pêwîste bê gotin ku Zerîf Xatûn misilman bûye û Evdî jî êzidî. Hêvî dikim hûn ev kitêba bikirin û bixwînin. Heyanê careka din bimînin di nav xweşîyê da!
Print