2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Haluk Agrîn
 
LAL (Ji pirtûkek neçapkirî)
2022-02-28 22:43
Haluk Agrîn
EW SALEK BÛ Elî di girtîgeha jimara:5 de girtî bû. Ew girtîgeha ku bi hovîtiyên xwe ve li cîhanê deng dabû, li navenda bajarê Diyarbekirê bû.

Piştî serlêdana xwe ya li vî bajarî çi gotibû nivîskarê cîhanî yê navdar Harold Pinter? “...Cehennem û zebanî li wir, li Kurdistanê, li ber çavan in. Pir vekirî, aşkere û tazî...”

Mamosteyê gundê Kanîsipiyê Elî jî aniha di orta wê cehennemê de, di nav lepê zebaniyan de bû.

Li rojavayê Tirkiyê kesên ku karê mamostetiya li Kurdistanê qebûl dikirin, ji erkê eskerîya du salan rizgar dibûn. Hatina mamosteyê ciwan Elî jî bi vî awayî bû… Lê niha dibistana gundê Kanîsipiyê bê mamoste bû, ji ber ku Elî di zîndanê de girtî bû… Elî ji gundiyên Kanîsipiyê hez kiribû. Wî him zimanê tirkî hînî zarokan dikir, him jî ew bi xwe ji wan kurdî hîn dibû. Bi rastî ew ji karê xwe û jiyana li vêderê razî bû, lê vê jiyanê zêde dom nekir; piştî hatina wî ya vira bi şeş mehan cûntayeke leşkerî hat ser desthilatdariyê û jiyana wî û ya mîlyonan kir dojeh.

Dema Elî hîna pir piçûk bû, dapîra wî Gulîzerê çend caran behsa ”Rojhilatê” û ”Herêma Sasonê” kiribû, û gotibû ku ew ji wir hatine sirgûnkirin, lê Elî yê ku li Antalyayê hatibû dinê û li wir mezin bibû, derbarî serboriya malbata xwe de ji vê zêdetir tiştekî din nizanibû. Bi rastî wî meraq jî nekiribû ka ew çima hatine sirgûnkirin. Wî heta şeş-heft saliya xwe, tenê çend gotinên weke ”ez qurban”, ”berxikê min”, ”Xudê te biparêze”, ”Roma xayîn”,”mala Romê bişewite” car caran ji dapîra xwe Gulîzerê bihîstibû. Ewqas! Piştî mirina dapîra wî di nava mala wan de peyvên kurdî jî bi temamî miribûn. Kesekî ku kurdî zanibe êdî nemabû, ji xwe yên ku berê dizanibûn jî zêde kurdî qise nekiribûn ji tirsa dewletê û cîranên xwe yên tirk.

Elî êvarekê bi bedena xwe ya ku tenê çerm û hestî jê mabû, mîna îskeletekî piştxûz li ser ranzaya hemberî ya hevalê xwe Mumtaz rûniştibû û guftugo dikirin. Rewşa Mumtaz ji ya wî ne baştir bû. Mumtaz jî hatibû girtin ji ber ku ciwanên gundê wî û gundên cîran li ser girê pişt gundê wan, agirê Newrozê vêxistine û tesadufen eynî wê rojê ew jî li gund bûye… Hemû sûcê wî ev bû. Fesadên dewletê ew gilî kiribûn. Sedemê girtina Elî jî ew bû ku di mala wî de, çend hejmarên kovara sendîkaya mamosteyan û di nav kasêtên muzîkê yên tirkî de çend kasêtên kurdî jî hatibûn dîtin.

Ev herdu mêrên ciwan di destpêkê de bi endambûna rêxistineke îlegal dihatin tawanbarkirin. Ev îftirayeke mezin bû. Wan di bin îşkenceyên giran de jî ev yek red kiribûn loma celadên dewletê elektrîk dabûne organên wan yên cinsî. Wan bi hefteyan xwîn mîztibûn.

Bi rastî jî tu pevgirêdaneke wan bi rêxistinên siyasî re tunebû. Lê dewletê dixwest ku gelek ciwanên kurd, bi rêxistineke taybet ve bên girêdan û darizandin. Dewletê çima dixwest bi taybetî wê rêxistinê wek dijminê xwe yê sereke lanse bike? Li gor dîtina hin kesan dagirkeran li pêşiya kurdan kemîneke nû danîbûn; projeke dewletê ya nependî, hîleyeke dîrokî hebû. Trajediyên mezintir di rê de bûn. Elî, Mumtaz û bi deh-hezaran ciwanên kurd, piştre, belkî ancax bi dehan sal şûnde dê bersiva vê pirsê bizanina…



Mijara sohbeta wan ya vê êvarê trajediya êla Elîyê Ûnis û malbata Elîyê Antalyayî bû.

- Min piştî gelek salan, ango pir dereng çîroka malbata xwe û êla Elîyê Ûnis hinek tişt bihîstin, Elî got. Mezinên me ji zulma dewletê ditirsiyan, loma behsa tiştekî nedikirin.

Mumtaz gotina wî birrî û got:

- Min navê Elîyê Ûnis berê bihîstiye…

- Ji xwe ev navê Elî ji ber navê Elîyê Ûnis li min kirine, Elî got. Min cara pêşîn di sêzde-çarde saliya xwe de çîroka êla me û navê malbata Elîyê Ûnis bihîstibû… Lê piştî ku ez rojekê ji Kanîsipiyê çûm Sêrtê, li çayxaneyekê li ba kalekî rûniştim, me li ser demên berê û Elîyê Ûnis sohbet kir, wî derbarî Elîyê Ûnis û êla me de qala gelek tiştên balkêş û diltezîn kir.

- Ango wî ji kesên malbata te baştir mesele dizanibû, ne wisa? Mumtaz gotina wî birrî û ev pirs jê kir.

-Belê, wî ji min re hûrgilî qala serpêhatiya wan kir. Wî bav û kalikê min jî nas dikirin. Herçend kale zimanê tirkî baş nizanibû jî, me ji hevdu fêm dikir. Lê ew carna tê nedigihîşt ku ez çi dixwazim bibêjim, ji mîmîkên wî diyar dibû ku wî gunehê xwe bi rewşa min dianî, û xemgîn dibû. Çi trajedî ye ev!

- Belê di jiyana me kurdan de tu wextê dawî li trajediyan nayê, Mumtaz gotina hevalê xwe dîsa birrî û got:

-Niha li ber dergehê vê hebsê û li kabînên dîdaran, li her derê hatiye nivîsandin: ”derveyî tirkî bi zimanekî din qisekirin qedexe ye”. Yanî qisekirina kurdî qedexe ye!... Wan wisa kirine ku dema dê û bavên me tên vir ku zarokên xwe bibînin, ji neçariyê bi jest û mîmîkan dipeyivin. Ev jî trajediyeke mezin e…

- Elî serê xwe berjêr nikand, gotina Mumtaz herê kir û axaftina xwe domand; Kalê got malbata Eliyê Ûnisê di wextê berxwedana kurdan ya sala 1925an de beşdarî şer bûne, bi salan li hember ordiya tirkan bi mêrxasî şer kirine. Û çi hatiye serê wan û êla me, dûr û dirêj behs kir. Wî gelek nimûneyên hovîtiya dewleta tirk ku li vê herêmê kirine ji min ra got. Mesela li gundê Îngozîkê eskeran malên gundiyan şewitandine, tenê li vî gundî li dor 70 kesî, jin, zarok, kal û pîr bi guleyan kuştine yan jî saxe sax avêtine nav agir.

- Xudê bela xwe bide îngilîzan û fransizan! Mumtaz got. Wan li Lozanê em teslîmî zulma cumhûriyeta tirkan kirin.

Elî maneya vê gotina Mumtazê ku ji dîroka kurdan hinekî hayedar bû, fêm nekir, loma bîstekê bêdeng bû, lê dûre sohbeta xwe domand. Wî vê carê behsa serpêhatiya malbata xwe ya dema sirgûnê û piştî sirgûnê kir.

- Min cara pêşîn di sêzde-çarde saliya xwe de dest pê kir ji xwe pirsî: ”ez kî me?”. Hingê min bersiveke temam ji malbata xwe negirtibû. Lê jiyana li gundê Kanîsipiyê, sohbeta bi kalemêrê Sêrtî re û xasima zulma li zîndana Diyarbekirê, bersiva vê pirsê zêde zêde dane min, wî got û dûre ji ber êşa çokên xwe, li ser doşekê cihê xwe guhast û axaftina xwe domand:

- Eskerên tirk, ji gundên Sasonê û Xerza gelek mirovan -ez nizanim çend kes- jin, zarok, kal û pîran kom dikin, wan bi lêdan û heqaretên mezin dikin hundirê vagonên bar û bi trênê dişînin rojavayê Tirkiyê. Li herêma Antalyayê, li her gundekî tenê malekê bi cî dikin. Wê çaxê nedixwastin ku di gundekî de ji malekê zêdetir malên kurdan hebin. Hingê bavê min ne zewicî bûye, ew û pîrika min li hêla Elmaliyê li gundekî ber çiyayekî bi cî kirine. Apê min ê Sêvdîn û jina wî şandine gundekî din ku li pişt wî çiyayî bûye. Lê haya wan ji hev tunebûye, pê nizanibûne kî li kêderê hatiye bicîkirin. Hingê ji kurdan re qedexe bûye ku ji sînorê gundê lê mayî derkevin. Gelek sal derbas dibin, rojekê bavê min û apê min ku herdukan jî şivantî kirine, li çiyayekî bi tesadufî rastî hev hatine. Apê min Sêvdîn şoke dibe û yekser lal dibe. Ji wê rojê şûnde êdî nikaribû xeberde. Heta roja mirinê wisa lal ma.



Serpêhatiya Sêvdîn û sedemê lalbûna wî di derûna Elî de êş û şopeke kûr hîştibû, loma gava ku behsa wî kir çavên wî tijî hêsir bûn.

Mumtaz jî piştî ku bi kelecan li vê bûyera trajîk guhdarî kir, bi pişta destê xwe hêsirên xwe zuha kir û got:

- Aha ji te re trajediyeke din!

- Belê, Elî bi dengekî lerizî, bi kela girînê got.

Çîroka diltezîn ya malbata Elîyê Ûnis û Elîyê Antalyayî dostaniyeke nêzîktir di navbera herdu hevalan de peyda kiribû.

Lê serpêhatiyên trajîk yên gelê kurd û zimanê kurdî heta îro jî dom dikin...

Haluk Agrîn (paşnavê berê Öztürk)
Print