2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
EFRÎN
2022-03-04 22:19
Suphi Aydın
Bajarê dorbera xwe bi darê zeytûn û çîya
Çawa ku xelkê me dibêje, binê xetê da warekî
Cîhekî aram di nava hêşînahîyê da bê xem
Mîlyonekî zêdetir niştecî, zarok, kal û cîwan
Dijîyan bi hevra di nava şîn û şahîyan da
Hinek ji wan tî û birçî, yên din neçar, belengaz
Helbet merivê dewlemend jî hebûn di nava wan da
Axir em çi bêjin hîn kes bi mal û milk, yên din bê rizq û debar
Xelkê vê bajêrê ji xwe ra hilîbilîya jîyana rojane de bûn
Heyanê çendekî rojan di bîra dagirkeran de nebû ev bajêr
Lewra di nava kar û barê xwe da bûn, bê gûmana şer
Xelkê vê bajêrê li benda bûharê bûn, ya jîyanek aram
Hêvîya roja Newrozê, azadî û serbestîyê de bûn ew
Hema di carekî de hêrs ket Sultanekî şerxwaz
Wî kir qêrîn û wêrîn, fermana wêrankirina bajêrê da!
Neha bûyê donzdeh roj û şev pevçûne li ser bajarê Efrîn
Bi heftê du teyaran, hezaran tang, top û leşger
Mirinê dibarînîn ser ev bajarê xweşik û rengîn
Di gundekî Efrînê de jinikekî pîr,heştê salî wusa qise dike;
Herkes çû, bê min kesek li vir neman yawrûm, ezê çi bikim?
Her roj li ser me da dikin gimo, gimo, gimo, gim.
Bombe dibarînin, xirabe kirin wan her der.
Ne kehraba heye, ne gaz, tenê mame di nava tarîyê da.
Xelkê bajêrê revîyan çûn, nikarin canê xwe xelas bikin.
Kesek min tune, tenê Xwedê heye yawrûm ezê çi bikim?
Tenê Xwedê heye, kesek nîne li vir,
Tenê Xwedê heye kesek nîne li vir...
Û fermandarê kuştinê, wêrankirina bajarê wan jî;
Fena jina pîr ya heştê salî wusa dibêje bi şev û roj
‘ Tenê Xwedê heye kesek nîne xên ji wî ’ dibêje!
Gelo ev Xwedê çira wusa bêdenge herdem dijî zordaran?

01.02.2018, Hamburg

Xwendevanên delal, welatê Ukrayîne wayê fena bajarê Efrînê tê wêrankirin û giregirên vê dinyayê jî ji dûrve temaşe dikin. Çawa ku gotinekî mezinên kurdan dibêje: dengê tufengê ji dûrve xweş tê. Şer, kuştin, talan û destdirêjî li ser namûsa xelkê bi hevre girêdayîne. Ev zulim û zordarî vê zemanê da kesî bawer nedikir ku bibe. Xelkên medenî wusa dizanîyan ku merivatî êdî ji ev torê hovitîyan dûre, lê me dît ku ev bawerîya me xeyale û herdem hîn kes dikarin tufanan ser xelkê de bibarînin. Hêvîya me dîsa jî mirovin, ger ew hişyar û zana bin dikarin dawîya şerê bînin li rûyê erdê da! Ez dijî şer û zulmê me, lewra ji bona hemû gelan aşitî, serfîrazî û jîyanekî bextewar dixwazim. Heyanê careka dinê bimînin di nava aşitî û aramîyê da!
Print