2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
Ji bajarê ku dengê xwe winda kirîye
2022-03-22 18:19
Suphi Aydın
FENA KEREM’Ê

Hewa fena qerşûnê girane!
Biqêr
biqêr
biqêr
biqêr
diqêrim.
Banzdin gazî ji we dikim
werin
bihelînin
qerşûnê...

Ew ji min re dibêje:
Tuyê bi vê dengê xwe bibî xwelî lo!
Fena
Kerem’ê
bişewitî
bişewitî...

‘derd
gelekin
him jî derd
tunin’
Guhên dilan
kerrin... Hewa fena qerşûnê girane
Ez ji wî re dibêjim:
Ezê çengekî xwelî bim
û fena
Kerem’ê
bişewitim
bişewitim.

Ger ez neşewitim
tu neşewitî
em neşewitin
wê çawa
bên çirandin tarî
ronahî be her der...

Hewa fena erdê avîse.
Hewa fena qerşûnê girane.
Biqêr
biqêr
biqêr
biqêr
diqêrim
Zû bikin werin
gazî ji we dikim
rabin bihelînin
ev qerşûnê...

Gulan, 1930

Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandîye kurmancîyê. Hêvî dikim ev wergera min qayilbin û bixwînin. Çawa ku hûn jî pê hesîyane ‘hewa fena qerşûnê girane’ di van rojande. Alîkî da jana Coronayê ketîye nav dinyayê û merivan dikuje, hêlekî da jî meriv bixwe hevdû dikujin. Şer, talan û zordarî li ser welatê Ukrayna û li ser welatê me da jî berdewame. Xirîstîyan jî fena Misilmanan xwîna hevdû dirêjînin. Çawa ku Nazim Hîkmet di helbesta jorîn da banga helandina qerşûnê dike, em jî banga aşitî û azadîyê dikin ji bona hemû gelan. Newroz weka her salê hat pîrozkirin. Emê hêvîya rojên serfîraz û aramîyê nesekinin, berxwebidin, dijî zor û zulmê bêdeng nepên.Bi qasê hêz û zanîna xwe xebat bikin ku rojekî berê bigîhêjin armanca xwe. Newroza we pîroz be! Heyanê careka din bimînin di nav xweşî û rindîyê da.
Print