2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
KÊYNEKA QIŞKEK
2022-03-26 21:46
Suphi Aydın
KÊYNEKA QIŞKEK

Eya ko bêr kîyon kuabî ez a
bêr kîyan kua mi yow bi yow.
Niyena vînayiş ez
niyên vêr çiman kî merdî.

Hîroşîma di merda ez
des sêrr vîyêrt ser di nikay.
Yow kêyneka hot serrîya ez
nibên gird qij merdî.

Hêvêr adir guret gilê gijîk mi,
çim mi vêşaw kijilîyay.
Bîya yow çengê wel ez,
welê mi bî vila hewa di.

Ez şima ra semêd nêfs xwi
qe teway zî niwazena.
Neşkên şeker zî bûr
qijîg sê palax bîyêr vêşayiş.

Bêr kîyan şima kuena ez
xalê, apo yow îmza bidên.
Wa qij mîyêr kiştiş
wa yi bêşk şeker zî bûr.

QÎZA PIÇÛK

Ya ku derîyê malan kutabû ez bûm
derîyên malan kutayê min yek bi yek.
Nayêm dîtinê ez
mirî nayên ber çavên kesî.

Hîroşîmayê da mirîbûm
deh sal derbaz bûn neha ser da.
Qîzekî heft salî me ez,
mezin nabin zarokên mirî.

Berê agir girtin gulîyên porê min,
çavên min şewitin kijilîyan.
Bûm çengekî xwelî ez,
Xwelîya min belav bû di hewayê de.

Ez ji we ji bona nefsê xwe
qet tu tiştekî jî naxwazim.
Nikarare şekir jî bixwe
zarokê fena palaxê şewitî.

Derîyê mala we dikutim ez
xaltî, apo îmzayekî bidin.
Bila zarok neyên kuştin
bikarin şekir jî bixwin.

1956

Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye, min wergerandîye ser zazakî û kurmancîyê. Ev helbest rewşa zarokekî tîne ber çavan ku bi çekên atomê li Hîroşîmayê de hatîye kuştinê. Em hêvî dikin ku bûyerekî weha hov û har dubare nebe li rûyê erdê da. Heyena careka din bimînin di nava xweşî û başîyê da.



Print