2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
TERS
2022-05-21 10:46
Suphi Aydın
Niverdon ma deyran xwi vaj Robson
biray mino didon sipî û esmer
qenarê mi yê bi bask qetal
niverdon ma deyron xwi vaj.
Tersên yi Robson
rueşnayê fecîr sêr sibay ra tersên,
vînayiş, eşnawitiş, guretiş ra tersên.
Bermayiş ra, sinîg ti varon ver di hî bî,
wiyayiş ra tersên, sinîg ti gaz bîk heyweyê.
Heskerdiş ra tersên, sê Ferhad ma sînayiş ra
helbet yow Ferhad şima zî est, namê yi çû Robson?
Tuexim ra û rî erd ra tersên.
Awa ko herîqena ra û vîrardişon ra tersên.
Nîe îskonto û komîsyon, nîe zî deyn wazen dêst yow duêst
sê yow teyra teze nikota ko mîyan wirdîyeson tu.
Hêwî ra tersên Robson, hewî ra tersên, hêwî ra.
Tersên qenarê mi yê bi bask qertal
deyron ma ra tersên.

TIRS

Nahêlin em stranên xwe bistirên Robson
birayê min yê diran sipî û esmer
qenarê min yê bi bask qertel
nahêlin em stranên xwi bistirên.
Ditirsin Robson
ji ronahîya berbangê ditirsin,
ji dîtinê, bihîstinê, pêgirtinê ditirsin.
Ji girînê fena ku şil bibî ji ber baranê,
ji kenê ditirsin weka ku gez bikî heyweyekî.
Ji hezkirinê ditirsin, fena Ferhad’ê me ji evînê
helbet Ferhad’ê we jî heye, navê wî çiye Robson?
Ji toximê û rûyê erdê ditirsin.
Ji avê ku diheriqe û ji bîranînan ditirsin.
Ne îskonto û komîsyon, ne jî deynê dixwaze destê dostekî
fena teyreka teze neketîye ku nava çengên te.
Ji hêvîyê ditirsin Robson, ji hêvîyê ditirsin, ji hêvîyê.
Ditirsin qenarê min yê bi bask qertel
ji sitranên me ditisin.

Çirîya Paşîn 1949

Xwendevanên delal, di van rojên dawîyê da hîn bajarên Tirkîyê de civînên şahî yên stranbêjên me Aynur Doğan û Metîn, Kemal Kahreman hatin qedexekirin. Lewra min xwast bı wergera ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê bi zazakî û kurmancî fena bersîvekî ji wan nezanan re pêşkêş bikim. Çiqas rast nivisîyê helbestvan; ji stranên me ditirsin Robson. Lê ev tirsa wan heya kengê bidome û xewna wan biherimîne? Ev tirsa ku sed salin dajo wê rojekî were serê wan jî bixwe? Heyanê careka dinê bimînin di nav aşitî û aramîyê de.
Print