2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
SITRONSIUM 90
2022-06-02 19:39
Suphi Aydın
Hewa bî ecêbek,
helag yow di tîj, cuya pê vor û varon varen.
Von ini pîyerû semêd ceribnayiş bombeyê atoma wo.

Sitronsîum 90 varen von
vaş, şit, guêşt,
hêvî û azadîyê ser,
sêr hesrêt mawo pîla ko semêd yi ya pawên ma.

Ma pîyerû pîya kot mîyan yow lerc, delalê.
Nîo ma cuyayiş bên sêr astaron merdîyona,
nîo zî merg cuar ra yen war.

SITRONSIUM 90

Hewa bûn ecêbekî,
gavekî de tava rojê, dû re berf û baran e.
Dibêjin ev ji bona ceribandina bombeya atomê ye.

Sitronsium 90 dibare dibêjin
li ser gîyayê, şîrê, goştê,
hêvîyê û azadîyê,
ser hesreta me ya mezin ku em benda wê ne.

Em hemî bi hevre nava lercekî da ne, delalê.
Ya emê jîyanê bibin serê sitêrên mirî,
an jî wê mirin jorda were xwar.

06. Adar 1958
Varşowa – Şîvder

Xwendevanên delal, vê carê wergera hebestekî Nazim Hîkmet’ê ku li ser xirabe kirina xwezayîyê bi çekên atomê hatîye nivîsîn, ji we re pêşkêş dikin. Hêvî dikim ev wergera min ya bi zazakî û kurmancî qayil bin. Heyanê careka dinê bimînin nav xêr û xweşîyê de!

Print