2022-09-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
NAMEYEK JI STEMBOL‘Ê
2022-07-06 00:38
Suphi Aydın
Dilê min,
di cîhê xwe da dirêj bûme û ji bona te dinivîsim,
gelek jî westîyame ez,
min sûreta xwe di neynûkê da dît, divêm bûye kesk.
Hewa jî gelek sarin, havîn wê dereng were îsal.
Ji bona hefteyekî emê sî panganota êzing bikirin,
nayê hal kirin ev asteng.
Gava berê min di cîhê sifrê da kar dikir
min batanîye avitîbû ser pişta xwe.
Cam û çerçevên penciran firyane,
derîyên vê xanîyê jî nayên girtinê,
em nikarin êdî li vê malê de bimînin,
emê barkin biçin xanîyekî din,
an na wê ev xanî birêje di rojekî de li ser me da,
kîra jî hetanê ku tu bibêjî bûhane.
Çira min ji te ra gotin ev gilîyên xwe?
Tu yê ji ber vê yekê dilsar bibî.
Lê kê ra gilî kim ez xem û derdên xwe?
Qusûrên min nenêre.
Xweska germ bibana her der,
lê ji berê her tiştê jî şev germ bana.
Ez êdî ji ev sar û seqemê bêzar bûme.
Di xewnên xwe da diçim Afrîkayê.
Carekî jî li Cezayirê da bûm.
Germ bû her der.
Gulleyekî hat li enîya min qul kir.
xwîna min temam hat rijînê,
lê dîsan jî ez nemirim.
Halekî ecêb hat ser serê min,
Ez xwe êdî pir kal dihesibînim,
- lê tu dizanî,
hîna ez neketime çil salî ya xwe jî -
divêm gelek pîr bûme ez êdî,
û li vir û wir dibêjim jî,
dema ku ez wusa dipeyivim, hêrs dibin,
ji her kesî nesîhetan guhdarî dikim.
De bese emê dev ji vê meselê berdin.

Fîlma ‘Temoja tebaxê’ ya Çehof‘ê çêkirîne.
Di Parîsê de hatîye raydanê û gelekan jê hez kirîne.
Gelo hemû guneh ev jinika dil sivik da ye?
Ez him doktorê pir hez dikim,
him jî efû nakim wî kerê.
Dawîyê de wê bê zanîn, kê ji kî zêdetir bêbexte?
Kê ji bona kî?
Sitranên Paraguvay yên gel belav kir radyo.
Ev sitrana li ser pelekî bi durîyê da,
bi evînê, bi tava rojê, bi keda mirovan hatine nivîsînê,
him bi kederin û him jî bi hêvîne.

Min gelek jî sitranên Paraguvayê hezkir.

Min nameyekî stand ji Avdîye yê,
pir bêrîya min kirîye,
qet jî min ji bîr nekirîye...
Ez lewra wusa şaş û metel mam.
Gelek waxte, piştî çûyîna te ji welatê,
ne carekî derîyê mala min kuta ye,
ne jî xeberekî şand di rojekî da,
him jî em di kolanekî de rasta hevdû hatibûn,
roja cejnê û dema serê sibê bû,
rûyê xwe li min veşart û derbaz bû çû.
Em hevalên hevdû yên gelek nêzik bûn.
Lê hevaltî jî weka darane
carekî hişk bibin dar,
êdî nabin kesk tu caran.
Bersîva nameya wê min nenivîsand.
Wê ji kîjan derdê re bibûya melhem?
Neha wê were mala min jî,
nemaye ji bona wê laqirdîyekî min jî.
Helbet dijminahîya min jî jê re tune.
Bila ji xwe ra bibe bextewar,
merivekî dewlemend dîtîye.
Merivekî nexweşe dibêjin,
yekî pergende.
Lê Avdîye çi jinekî jîr û canike.

Ez çûm min lawê me dît,
pembû, kêj, xewê da bû wusa bêdeng.
Lahîf ser da çûbû min bire ser wî.
Îro êvarê xeberekî nexêr belav kir radyo:
Iren Jolio Kurî mirîye,
hîna cîwan bû.
Gelek sal borîne ji ser da,
min kitêbekî da xwendî bû
ji bona dayika mirîyê hatibû nivîsînê.
Rûpelekî da behsa du keçikên piçûk dikir,
- ev xetên wê nivîsê neha hatin ber çavên min-
weka du heykelên kej yên Yewnanê ne,
te dît ev herdû zarokan yekî mir.
Nizanim ku çawa ji te ra bibêjim,
zanayê mezin, merivê heja,
lê neha ji ‘Losemîyê’ mirîye
ev keçika piçûk ya kêj jî.
Mirina wana dilê min tev sarkir.

Ji bona Iren Jolio Kurî yê
ez girîyame vê êvarê.
Çi tiştekî ecêbe.
Iren, Iren bigotana jê re,
dema ku tu bimirî,
bigotana,
jinikekî ji Stembol’ê,
him jî tu wê qet nasnakî jî,
wê bigîre ji du mirina te ra,
ewê metel bimana.
Mêrê wê ket ji ber bîra min,
nameyekî jê re binivîsîm divêm,
sersaxî jê re bixwazim
wusa difikirim.
Lê navnîşana wî nizanim.
Parîs, Frederik Jolio Kuri binivîsim,
digîhêje destên wî name?

Yek jî nivîskarekî Fransayê mir,
ev xeber min di rojnameyê de xwend.
Divêm te navê wî jî qet nebihîstîye. Ji xwe gelek jî kal bû,
him jî egoîst,
pintî
merivekî cenabet bû.
Di jîyana xwe da bi her tiştê va henek kirîye,
tu kesî û qet tiştekî jî hez nekirîye,
tênê ji kuçik û pisîkan hez kirîye,
lê tenê ji kuçik û pisîka xwe.
Çendekî berê mirina xwe guftigo daye rojnameyekî,
bi gora fikrê xwe henek dike bi mirinê va,
lê xuyaye ku gelek jî ji mirinê ditirse.
Resmekî wî jî heye di rojname yê da,
dapîra me bike mêrikekî,
kûmekî bide serî,
dibe ev mêrik.
Di nava tenê mayînekî dijwar de
kalekî pintî.
Gunehê min ji wî re hat.
Herhal ji bona ku ew dişibe dapîra me loma,
an jî ji bona tenê mayîna wî ye.
Gunehê min pê hat,
tabî ne fena gava berê bû ev berxweketin,
ji Iren Kurî yê re gunehê meriv tê,
zarokên wê tên ber çavên te, mêrê wê,
lê ji wana zêdetir ji dunya yê re gunehê min tê
ji ber ku merivekî mezin û hêja mirîye.

Mizgîneka min jî ji te ra heye:
xwendinê fêr dibe lawê te yê teral,
gelek jî pêşva çûye kerate:
pê bigre, banzde, pirtûk, pênûs, çente...
Ne serfîrazîyekî ye ev ji bona me?
Her herfekî bi tiştekî re dide mînandin:
A re divê xanîyekî ye,
B merivekî zik mezine,
T re jî dibê birikekî ye.
Pir ditirsim ku bibe teralekî.
Loma timî dixwazim wî bidim xebitînê.
Keç bibana hêsan dibû.
Ji destê jinan ji her demê de kar tê.
Lê ji destê lawikekî pênc salî
çi tê kû?
Ax carekî germ biba hewa...
Wê rojekî de bibe germ jî.
Nama min jî gelek dirêj bû.
Li xwe baş binêre,
min re jî zû bersîva namê binivîse,
min ji bîra xwe neke.
Zû ji min re nameyekî rêke.
Munnever jinikekî baqile,
ewê çareyekî ji xwe ra bibîne,
bi xem û xeyalan xwe wêran neke.
Bê te perîşanim ez.
Min bîr neke.
Miqatîya xwe bibe.
Ji çavên te radimûsim, dilê min.
Şevên baş dixwazim ji te ra.
Li xwe baş binêre.
Min re jî zû nameyekî binivîse.
Di hişa xwe da astengên min derd neke,
ewana ji bîr bike,
lê min jî ji bîra xwe qet neke.
1959

Xwendevanên delal, vê carê jî wergera helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê, bi kurmancî ji we ra diweşînim.Hêvî dikim ev keda min bi gora dilê we be. Heyanê careka dinê bimînin di nav aşîtî û aramîyê de!
Print