2022-09-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
SÛJIN Û DERZÎ
2022-07-23 12:52
Suphi Aydın
Bi kurmancî sûjin, bi zazakî jî guêçîn e. Qasê tilîya merivan dirêje û serê xwe jî tûje, lê alîyeka xwe da jî qulekî zirav têda heye. Ango ev sûjin qasê deh cm dirêje û dîsa qasê çend mm jî qalin e. Sûjin û derzî bi metalekî tên çêkirinê. Xelk bendekî ji wê qulê derbaz dike û pê devê çuwalên xwe didûre. Derzî jî him zirave û him jî ne dirêje, fena sûjinê ye lê ji bona dûrandina kincan xelk wê bi kar tîne. Derzî bi destê jinan tê şuxûlandinê û sûjin jî hîn caran li ser bêderan de gava genim dikin çuwalan pê devê wan didûrin mêr. Gundî ev haceta di kar û barên rojane da gelekî bi kar tînin û hîn caran bi serê sûjin, an jî derzîyê tilîyên destên xwe diêşînin. Tabî mêr wusa bêûsil gava devê xûrc û çuwalan didûrin bê hemdê xwe serê sûjinê dikutin tilîyê destên xwe. Lê jin bi marîfetekî derzîyê bikar tînin û bi neqiş dûrandinên cure bi cure hunerên destên xwe raya xelkê dikin. Bi kurtî ev sûjin û derzî jî hacetekî piçûk yên xelkê her alîyê dinê bûn, lê neha bi pêşvaçûna teknîkê ev jî weka berê nayên bikaranînê. Êdî makîneyên piçûk yên dûrandinê jî çêbûne û wan şûna guêçîn û dêrzînê, an jî ya sûjin û derzîyê girtine.Lê ne li her derê wusa ye, gelekî cîyan de hîna sûjin û derzî tên bikaranînê.

Belê, neha hûnê bibêjin çi îşê te li sûjin û derzîyê ketîye, tu ewqas bi wasifandina wan ve serê xwe diêşînî? Wusa li vê meseleyê nenêrin, rola sûjin û derzîyê di jîyana me xelkê kurd da gelekî eşkere bînin ber çavên xwe û li ser hinekî bifikirin. Em bibêjin derpî û tûmanên bav û dapîrên we nayên ji ber bîra we, dive ku hûn hîna xortin. Lê ji mezinên xwe bipirsin, dapîrên we çawa bi hunera mezin va îşligên kalikên we û fîstanên reng bi rengîn ya qîzû bûkan bi derzîyê didûrandin. Îcar dema ku ez û birayê xwe em li qezayê Depeyê da diçûn dibistanê nîvçe û ya lîseyê da dixwendin, di her salê bavê min ji bona me qûmaş digirt di dida terzî Evdilayê, wî jî ji me ra qatek kinc; cakêt, êleg û pantol didûrand. Tabî dukana Evdilê de makîneyên dûrandinê jî hebûn,lê wî bi derzîya destên xwe jî kar dikir. Em diçûn dukana wî, wî digot hela werin ev caketa biceribînin û em jî hîna zaro bûn, wî digot; tam ser we da hatîye dûrandinê. Hela werin ber neynikê û li xwe binêrin, çi qatên kincan yên rind tam li gora bejna we ne xwarzîyên min. Bavê xwe ra bibêjin bira heqê min zû bişîne, dereng nehêle ha. Lê hatanê wî qatê kincên me didûrandin wî em gelekî qefilandin, ji ber ku wî gelekî dereng kincên me didan me. Hîn caran hetanê wî kincên me didûrandin, zivistan jî derbaz dibû. Lê neha qatê kincan li her derê hazir hene xelk dikire û li xwe dike.

Xwendevanên delal, berê çend rojan hevserokê HDP yê a kevn Selehattîn Demîrtaş ji hepsa Edîrneyê qala ev sûjin û derzîyê kir û lewra ez ewqas ketim dû sûjin û derzîyê. Hûn dizanin gotinekî weha di zimanê me da jî heye dibêje; berê ku tu sûjinê bikutî xelkê, derzîyê bikute xwe. Tabî bi vê gotinê va dibêjin, berê ku tu ji xelkê rexne bikî, li hal û tevgera xwe binêre. Îcar ev camêra ev yeka li ser pêwendîyên tirk û kurd gotîye. Bi gora dîtinên wî pêwîste kurd hesasîyata tirkan bizane û dûre wan rexne bike. Nizanim ku ji we re çawa bibêjim, gelo hîna ku me derzî li tilîyê xwe nexistîye, divê em sûjinê ji tirkan nexînin. Herhal wusa difikire ev camêr, lê ka reben kurdo bi kîjan hêz û quweta xwe heye ku sûjinê bikute bi tirkan? Xweska kurd bikaribûna ev yeka pêkbianîyana û sûjinekî serî tûj û mezin bikutana wan ku ev piçekî pê biêşanda û aqilê wan bihata serê wan. Çi dipirsin? Kurd ku ev kutandina sûjinê ji tirkan ku? Ev kesên ku welatê xwe hatîye bindestkirin, zimanê xwe hatîyê qedexe kirin kurd bi xwe ne û birêz Selehattîn Demîrtaş jî herhal ji bona kurd bûna xwe di hepsê da ye, an jî ji bona çi ye? Kê dizane dive ku ji bona xebata wî ya bi demokratî kirina Tirkîyê ye. Axir em dev ji vê meseleya sûjin û derzîyê berdin û werin ser rastîya sîyaseta tirkan, ya di derheqa kurda de. Çi tiştekî ecêbe eva bûyê sedsalin xelkê kurd di bin destê dewlata tirk de dinale û perîşane, bê mafe, bê zimane. Lê hinek ji me rabûne dibêjin, pêwîste em bi hesasîyeta tirkan jî baş bizanin! Divê em tirkan hêrs nekin. De keremkin hûn çiqas hizmeta wan bikin jî ji bona xelkê kurd wê tu feyda xwe jî tune. Çare divê mafê kurd bê şert û merc were dayîne, ango çi heqê tirk hene, qasê wê mafê kurd jî heye û divê ev yeka were qebûl kirin, weka din biratîya gelan fîlan hemî çîrokin, ne rastin. Kurd bixwe tu heqê kesekî nexwarîye ku, ew bi salane bêheq û bindeste. Êrîşa ku rojekî berê li Zaxoyê qewimîye jixwe delîlê bêkesîya kurdane û hetanê ew ji bindestîyê xelas nebin wê bûyerên wusa har û hov jî bidomin.

Print