2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
DARISTANÊN NAREWANÊ DE
2022-07-29 22:38
Suphi Aydın
Di nava berfa daristanê narewanê de
dimeşim ez di nava şevê da.
Dilsarim, xemgiranim ez,
destên te digerim kane destên te?

Fena ronahîya hîvê ye rengê berfê,
vê şevê da çîzmên min giranin,
fîtika ku di dilê min da tê kutandin,
min daweta kîjan alîyê dike?

Welatê min, an jî sitêr,
an jî xortanîya min ji min dûrin?
Di nava darên narewanê da
şebaqekî xanîyê zer û germ.
Dema ku ez li wê derê derbaz bim, kesekî:
Apo keremke were malê bêje min re.
Têkevim nava malê û silav bidim wan,
yên ku di vê gavê da li wir beşdarin.

Ji gor hesabê salnameya kevn,
vê sibê destpêkir buhar.
Şunda hatin leyîstok,
Yên ku min ji bona Mehmed’ê xwe şandî bû.

Bêeyar mane zemberega wê.
Sû ketîye wusa disekîne kamyonet.
Nikarî di nava legenê da bide sobayî kirin.
Kartoya xwe ya sipî Mehmed’ê min.

Berf pake û him jî gelekî barîye,
nav berfê de dimeşim giran, giran.
Şeva berê seat deh û nîvê da,
Mirîye Berut, nasekî min bû.

Xalîçeyekî wî ya gewr li cem mine,
yek jî pirtûka wî ya bi îmza kirî.
Li ser destan belav dibin kitêb,
Hîn sed sal narize xalîçe.

Li bajarê xwe yê bi heft girê da,
hişt min gula xwe ya xam.
Ne tirsîn ji mirinê şerme,
ne jî fikirandin li ser mirinê.

Tiştê herî ecêb hêza me ye,
jîyana me mêrxasîyekî ye:
Em dizanin emê di rojekî da bimirin,
bêşîk di rojekî da bimirin em.

Welatê min ji min dûre,
an jî xortanîya min, an jî sitêr?
Kurê Bayram, lawê Bayram,
ji mirinê wêdatir heye tiştekî?

Şevê nava berf û darên narewanê de,
dimeşim ez nav daristanê de.
Di nava tarîyê da derûdora xwe,
Fena ronahîya rojê dibînim ez.

Neha ez xwe li vir çerx bikim,
rêya peyane, xeta tirenê û deşte.
Ji bîstûpênc kîlometran va,
diberiqe fena hîvê Moskova...

14.Adar. 1956
Moskova – Peredelkino

Xwendevanên delal, helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye, min wergerandîye ser kurmancîyê. Hêvî dikim
hûn wê bixwînin û pê keda min qayîl bin. Heyanê careka dinê bimînin di nav aşitî û aramîyê de!
Print