2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
DÎSA LI SER XÊRÊ BE
2022-08-20 13:48
Suphi Aydın
Kitêbên dawî bi xêr bişînin ji min re.
Balafirê bask şikestî,
bila bi selametî dakevê meydanê;
doktor bi devkên derkeve der ji emelîyatê,
çavên zarokê kor bila bibînin ronahîyê;
gava tê gulle berdanê bê rizgar kirin partîzan:
nameya ku deh salin negîhiştîye şûna xwe
têvî çîvîkan were di berbangekî da;
bila tim li ser destan da be pirtûka helbestvan;
êdî şabibin evîndar ji hevdû,
him jî divê dawet, dîlan were saz kirin;
bila tu kes nakşîne hesretê êdî,
ji nanê, gulê, rojê û azadîyê.
Kitêbên dawî bi xêr bişînin ji min re.
Ji ber ku ez bawerim,
wê ev doza me ya qehreman,
fena ku li wir hatîye bi dest xistinê,
çare nîne wê dawî bi xêrê bê girêdan.
1940

HONC XÊR SER BO

Kitabon pêynî yin xêr a yên giredayiş bişawên mi rî.
Teyareya per şikitî,
wa selametî biniş meydan;
doktor pê zerra weşa bivêj emelîyat ra,
çim qijog nivînayn wa vîn rueşnayî yê;
helag yen kiştiş wa xelas bibo partîzan:
mektûbog des sêrro niresaw herûndê xwi,
wa yow fecîr sêr sibay di tor mîlçikona bîyer;
tim sêr deston di bo kitab helbêstwan;
wa hin yowbînan şa bî waştî,
him zî vêyve, guvend bîyer guretiş;
wa qe çow zî hin monc hesretê,
hesretê nan, yê gul, yê ruêj û yê azadîyê.
Kitabon pêynî yin xêr a yên giredayiş bişawên mi rî.
Çunke ez pê înan kena ko,
ger ina dawayê ma ya qehreman,
sinîg ija ameya guretiş,
çare çîn pêynî yey gon pê xêrê bîyer giredayiş.

Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye. Min wergerandîye ser kurmancî û zazakîyê.
Hêvî dikim xwedevanên wê ji wergera min qayîl bin. Heyanê careka dinê bimînin di nava aşitî û aramîyê de!
Print