2022-12-09
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
ŞER, AN JÎ AŞITÎ
2022-09-07 22:01
Suphi Aydın
Xwendevanên delal, rewşa mirovatîyê bi gora xwestek û hêvîyên me hîn kesan ber bi serkeftin û aramîyê nameşe. Mirovatî bi tevayî helbet gelekî sal û zemanê teng û tarîyê de derbaz bû û hat gîhişt vê rojê. Belê em dikarin bibêjin ku dîroka mirovan bi kuştin, talan, zor û zûlmê ve destpêkirîye û hetanê vê demê jî ev yeka her berdewame. Zordarî bûye serdest û belengazî jî bin nîrê ev zordaran de herdem hatinê kuştin, pelixandin. Ger em jîyana mirovan ya hezar salan bînin ji ber çavên xwe, emê bi rehetî pê bihesin ku ev şer û pevçûn nebana, wê evroj li her derê dinê de jîyanekî pêşketî û aramî hebûya di nava gelan de. Helbet mirov ne heywane û ji bûyeran hanê jî tecrûbeyan digre, rêya xwe digûherîne, serrast dike. Belê ev alîyekî mirovatî ya ne baş e, lê herwusa alîyekîya wan a baş û bi berhemdarî jî heye. Ewqas ziman, çand, erf û edet, xwarin û vexwarin, cil û bergên merivan, xemil û neqiş, xwedîkirina pez û dewar, awakirina bajêr û welatan, palkanê û makînan bigrin balafiran û heyanê çêkên atomê hemû bi destê mirovan hatine çêkirinê.Ango alîyekî dîroka mirovan de hovitî û ya din da jî aramî hebûye û ev yeka ev roj jî berdewame.Gava em ev herdû alîyê mirovatîyê bidin berhev û qiyas bikin, bidin ser qenterê, emê bibînin ku alîyê mirovatîyê aşitîxwaz ji yê şerxwazîyê gelekî zêdetir pêşda çûye û bûye sedema jîyana sedan gelên vê dinyayê.

Belê li ser erdê vê dinê da ev roj ji heft mîlyarê zêdetir mirov dijîn. Berê sî salan li dinê dewlet bûbûn du beş, beşa SOVYET û hevalbenden wê û beşa ABD û NATO yê. Ev herdû alî bi hevdû re dijminatî dikirin, lê piştî şerê cîhanê ya duyemîn êdî şerekî navbera giregirên dewletan de çênebû.Şer û pevçûn di nava hîn dewletên piçûk û yên misilman de çêbûn, lê tesîra şerên hanê li ser hilweşandina aşitîya dinê nebû. Ev roj jî Rusya waye ji şeş mehan zedetire şerekî dijî welatê Ukraîne dimeşîne û ber çavên hemî dinyayê zordarî li xelkê Ukraîne yê dike. Helbet wê çareyekî li vê şerê neheq ra were dîtin, nabe ku Rusya wusa beradayî êrîşê xelkê reben yê Ukraîne bike. Kesî bawer nedikir ku piştî rûxandina sîstema sosyalîst yê sovyetê careka din şerekî ji alîya dewletên mezin were ajotin. Lê mixabin yekî fena Putîn rabû ev yeka pêkanî. Helbet mirov dixwaze di ruyê erdê da dezgehekî hebe û neheqîyên wusa xirab re rê bigre, nehêle ev malweranî çêbibe. Herçiqas ABD û Europa alîkarîya leşkerî, ango çek û sîlah, bidin Ukraîne jî ev yeka têra şikestina şerê Rusyayê nake. Xelkên welatên vê dinê hêvî dikin ku ev şer rojekî berê bê rawestan û aşitîyekî were çêkirin.

Em vegerin ser rewşa gelê kurd ku ev çend sed salin di bin zordarîya tirk, ereb û ecemê da dinale û dikale. Herkes dizanê ku piştî peymana Qesrî Şîrîn 1639 ê tu rehetî ji kurdan re nema, welatê wan bû du perçe ji alîyê Osmanîyan û Îranê va. Belê ji wê rojê heyanê vê gavê tama jîyanê nav gelê kurd da nema, ew her waxt bê maf û azadîyê man, bûn koleyê xelkê. Îcar di destpêka şerê cîhanê a yekemîn de dewletên wek Îraq û Surîye hatin avakirin û erdê kurdan jî nav tixûbên herdû dewletan de man. Ev zulim heyanê vê rojê jî berdewame. Rewşa dewletên Îraq, Surîyê, Îran û Tirkîyê ji ber çavên hemû kesî de kivşe û belûye. Ango dîlîg dezgehên wan dewletan heyanê neha tim bi serhildanên leşkeran ve hatîye hilweşandin.Li Tirkîyê nava her deh salan de carekî leşker dest didin ser hukmatê û bi gora berjewendîyên xwe dibin desthilatdar. Îran jî wusa ye, sala 1979 de Xomeynî bû desthilatdar û heyanê vê rojê hukûm di dest Ayetolayan da ye. Îraq jî çendîn caran esker bû hukûmdar û Surîye jî wusa bû. Ango demokratî di nav ev her çar dewletan de tune û neheqîî, barbarî jî heyanê ku tu bibêjî li ser kurdan de berdewamê. Neha Îraq û Surîye bûn wêran. Li Îraqê DAEŞ derket, êrîşê kurdan kirin û bi taybetî li ser jinên kurdên Êzîdî xirabîyên nedîtî kirin.Şer û pevçûn her dimeşe dijî DAEŞê xwînxwar. Li Bexdayê van rojan de gelekî meriv hatin kuştin, Îran bi hovane zulim li kurdan dike û Tirk dibêjin kurd cem me da tune em hemî yekin. Ango yek dewlet, yek milet, nizanim çi qarna qasî.

Çend roj berê kurdekî li bajarê Erzûrûmê ji mudeûmûmîyê dewletê hestîyên lawê xwe yê berê heft salan di nav kolanên Sur ê da hatibû kuştinê li bajarê Dîyarbekirê digre û dibe Erzûrûmê. Çawa ku di kilamên gel de ji sedan salin tê gotin, goştê me xwar mişk û maran, hestîyên me man li erdê da! Gunehe merivan li wê mêrikê û jina wî tê, hêsir ji çavên me tên xwarê gava em li resmên wan dinêrin ev dayik hestîyên lawê xwe yê kuştî danê ber xwe û wusa disekine. Şerê PKK û ya dewletê ji hezaran keç û xortên kurdan re bû gorîstan. Ev şer bi destê kîjan hêzên veşartî yên tirkîyayê tê ajotin? Ev çil salin wan bi ev şerê qirêj va xirabe kirin gund û bajarên kurdan. Gelo kesekî tune fena S.Peker ‘ê ji ev berpirsyarên veşartî yên şerê qirêj eşkera bike? Mafê gelê kurd jî heye ku bizanibe kê ji bona çi ev keç û xortan dide kuştinê!

Print