2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
NAMEYEK JI BONA JINA MIN
2022-09-14 18:36
Suphi Aydın
Canê min!
Di nameya xwe ya dawîyê de:
‘ serê min diêşe,
dilê min bûye sersem’
dibêjî;
‘wê te bixeniqînin,
ezê bê te çawa bijîm?’
dibêjî;
‘bê te jîyan nabe!’
Tuyê bijî jinika min,
fena dûmanekî reş belav dibe,
serpêhatîya min li ber bayê;
tu yê bijî xwişka dilê min ya por sor,
ji salekî zêdetir najo di qurna bîstan de,
êşa mirîyan.
Mirin
Di dara sêpîyan de mirîyekî.
Ji mirinekî wusa re
tu car razî nabe dilê min.

bawerke canê min;
ger destên aşiqekî bê guneh
yên reşik û bi mûyîn fene pîrikekî
bavêjê bendê ji qirika min,
wê beyhûde binêrin
da ku bibînin çavên şîn de tirs
li Nazim’ê!
Ezê
tarîya berbangê ya emrê xwe da
hevalên xwe û te bibînim
û tenê
êşa sitranekî nîvî hiştî
bibim bin erdê.
Jinika min!
Dil pak,
reng zêrîn,
çav ji hingiv şîrintirê min;
çira nivîsî min ji te ra
daxwaza wan ya dardakirina min,
hîna dawe di destpêkêdaye
bawer bike fena şalxamekî
nafirînin serê min.
Tu were guh nede van gotinan.
Ev gotin îhtîmalekî dûrin.
Ger hene pereyên teji min re tûman û fanîle bikire,
dîsa jana sîyatîk ketîye nava qorên min.
Ji bîra xwe neke,
pêwîste ku timî tiştên baş bifikire
jina girtîyekî.
33. 11. 11
Ji hepisxana Bursa’yê

Xwendevanên delal, vê carê jî ji bona xwendinê helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ku min wergerandîye
ser kurmancîyê neşir dikim. Heyanê careka dinê bimînin di nav aşitî û aramîyê de!
Print