2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
SALA 1994
2023-09-01 21:33
Suphi Aydın
Sala hezar nehsed nod û çar
Li min zor kir zulmê neyar
Roja bîst û heftê meha nîsan
Bûharê çêbûn rengên gulan

Axîna min rengên bûhar
Xar kirin min komên neyar
Ketim destên cuntên xedar
Hêvî nema mam bê setar

Bûhar meha nîsanê bû
Gul, sorgulan koz vedabû
Ew hesreta dilê min bû
Gazî û hewar li min çêbû

Gaz, û hewar li min rakir
Zulimkaran zulim çêkir
Hemû gelan çira sêyrkir
Lewra li min ronî sarkir

Sala neyar li min pişt da
Can û beden li min êş da
Bes neyarêm here wê da
Ev çi halin ezim tê da

Wan li Xarpêtê zulim danî
Bi neyarî û him jî bi xedarî
Êş û birîn ji canê min barî
Ronî li min kirin tarî

Zîndana Xarpêtê zulim barî
Ev bin erdê kûr û tarî
Weka gorên bi neyarî
Hewar, qêrîn zare zarî

Min ne kes kuşt, ne dizî kir
Ne kes êşand ne jî dil sar kir
Min mafan re xwedîtî kir
Koma gel re biratî kir

Xwebûnê re serbilind bûm
Ez koman de pir xuya bûm
Di nav gel de ez hêja bûm
Di dozê re xwe hişyar bûm

Axîna min gelek kûre
Evîna min gula sore
Zordaran li min bore bore
Wekî segayên bêyî tore

Wan bê toran serî rakir
Wekî haran li min xarkir
Bi neyarî zulm çêkir
Jîyana min tev xirabkir

Qêrîn û axîna merivan
Pê şa dibûn cuntên hovan
Pesnê xwe jî pêra didan
Ne eybe fedî bo cuntan

Tirk dibêjin Kurd biranin
Ev çi zulmên hezar salin
Herdem ji ber zulmê dinalin
Ka biratî ev çi halin

Bi wan gotinan kurd xapandin
Zora xwe li ser me da reşandin
Dinya ji me pir hêjandin
Hezar salin em mêjandin

Çira ez hatime vê dinyayê
Dinya kirine gola xwînê
Bû qedera girîn û şînê
Ketime tora wê axînê

Ev mafeka Xuda da min
Wan zordaran girtî ji dest min
Îro kesek nema pişt min
Rojekî ev maf wê bikeve dest min

Çi dinyaye xweş û rinde
Herkes tê da serbilinde
Ji wan axan bûme bende
Ev axînan mîna çende

Axîn daxwazîya min mafe
îyanê re ev ne zafe
Bese mafêm vemeşêre
Pênîr ninim tu bi kêrî

Pênîr ninim rake kêrê
Daxwazîya min heqê parê
Ez merivim xwedîyê mafê
Ev mafa daye min Xwedê

Gelek zore ev bêkesî
Çira kesek me napirsî
Ev çi karên pîs bindestî
Kêr gîhaye li ser hestî

Ez ne berxim tu bi kêrî
Xwe merivim tu çi dinêrî
We em kirine parçe parî
Ser çar parçan kirin neyarî

Zordar rabûn bi neyarî
Derd û axîn li me barî
Nola şevên reş û tarî
Herdem zulim li me barî

Tevhev rabin hev bibînin
Hemû kesan bicivînin
Para heq da serî hilînin
Wan zordestan bifetilînin

Bese nalînê em rakin
Reş û tarî pêş xwe rakin
Şîn û girî tev belakin
Hemû bindestan pê şakin

Birînamin kûre pir xedare
Benda doza bav û kale
Li ber bendê dil dinale
Hevîya bendê me gelek sale

Ez Simkoyê Sercanî me
Bavê Laser û Gula xwe me
Bindestan re ez hêvî me
Lewra ji dil birîndar me

Bese Simko pir nebêje
Dozên Ereb û Rom qirêje
Rus û Faris pê dirêje
Lewra kesek heq nabêje

Xwendevanên delal, vê carê ji we re helbestekî bavê xwe, Îsmaîl Aydin pêşkêş dikim. Ev helbest di sala 1994 de ji ber zulma ku di xanîyên 1800 malan li bajêrê Xarpêtê de hatine kirin hatiye nivîsînê.Bavê min 22. 07. 2022 de wefat kirîye.Hêvî dikim ku hûn ev helbesta wî bixwînin û bizanibin wan zordaran çi anîne ser girtîyan li welatê me da! Heyanê careka din bimînin di nav aşitî û aramîyê da.

Print