2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
KERKUK, AN JÎ DILÊ KURD DINALÊ?
2023-09-04 18:16
Suphi Aydın
‘ Ey felek bo te dinalim bo çi nêrgîz çilmisîn
Ev çira bextê me waye em bê dost û bê kesin
Agirê sar û vemirî çav me lêye geş bibî
Ev bûhare têne kuştin hêvîdarim xweş bibî...’

Xwendevanên delal, ev çend rojin dîsa weka gelekî caran li ser bajarê Kerkuk’ê ewrên reş û tarî kom bûne. Ev komên ewrên qirêj û reşik ketine duh fîtne û fesadîyan dixwazin xwîna kurdan birêjînin û ev bajarê xweşik û dewlemend heta hetayî ji kurdan re bikin zîndan. Ev sî salin kurd li başûrê welat da desthilatin, lê ne xwedîyê hukûmatekî yek hêzin. Du hêzên wan yên sereke hene. KDP û YNK. Sî salin ev hîna hukûmdarîya Suleymanîyê û ya Hewlêrê dikin û nikarin li ser seranserê başûr bibin xwedî desthilatek yekgirtu. Waxta kurd bi xwe wusa ji hev dûr bisekine xelk jî her dem wê heyanê bikaribe xirabîyan bîne ser serê wan û xwîna xortan birêjîne.Pêşmerge kirine du beş û polîs jî wusaye, ango hêzên çekdar yên KDPû YNK hene. Ev çendîn salin xelkê Kurdîstan bi hêvîya yekbûna wan hêzan disekine,lê çi dipirsin ev yeka ji wan herdû hîzban re gelekî dijwar tê.Neha gelekî cîh û warên başûrê Kurdîstanê li bin destê hukûmata Îraqê da ye û hukûmatê Îraqê jî ji bin destên dewleta Îranê da ye. Hêzên ABD û hevpeymanên wan ku li wir dijî DAÎŞ ê şer dikin jî ji dûr ve vê rewşê temaşe dikin. Ew jî naxwazin kurd bibe xwedîyê erdê kurdan li başûrê Kurdîstanê da. Wusa ye rewşa birayên me yên başûr ku ev çend salin bûye hêvîya me hemû kurdan li her derê Kurdistanê û diyayê de. Çira ABD û hevalbendên wan ev meseleya bi tamamê erdê kurd nîşan nekirin û birin bi maddeya 140 va girêdan ku ev jî wê tucaran neyê çareserkirin? Belê berjewendîya ev dewletên hevpeymanîyan wusa dixwaze û ew jî bi gor vê yekê tevdigerin. Ev mesela çiqas waxt bigre wê ewqas jî bibe zor û çareyekî jê re peyda nebe. Divê rojek berê hemû hêzên başûr bibin yek û ji bona mafên xwe yên xwezayî kar bikin ku bigîhêjin azadîya xelk û erdê welatê xwe.

Belê, bi kurtayî rewşa gelê kurd yê başûrê welatê me wusaye, helbet destkeftîyên wan jî gelekin û xelkê kurd li wan destkeftîyan serbilinde. Lê divê meriv ev sî salin ku başûr rewşekî federal de ye bîne ber çavên xwe wê waxtê dîvîyabû hîn jî zedetir desthilatdar û xwedîyê maf û azadîyan bibûya. Ev cîh û warên ku di eslê xwe da erd û milkê xelkê kurd bûn, lê neha bin destê dewlata Îraqê dane ev jî tuşî neheqî û zordarîyên rojane tên. Gelekî caran em pê dihesin ku xelkê esil xwe Ereb dest dirêjî li ser mal milkê wan dikin û ev jî erdê xwe terk dikin diçin cîhên din. Mesela bajarê Kerkuk’ê jî wusa bê çare nameşe ku xelkê wê bajarê re jî aşitî û aramî pêwîste. Ev çend salin li Kerkuk’ê bê xeberên nexêr tu xeberekî dilê merivan geş bike nehatîye bihîstin. Timî şer û kuştin bûye para wê bajêrê. Ev bajêr jî bi tenê erdê bajêrê peyda nebûye ku, gund û bajerokên xwe, derûdora xwe hene û li wan deran de kurd dijîn. Maf û heqê wan kesan heye ku rojekî berê bên ser hukûmdarîya federal ya başûrê Kurdîstanê. Ger weha nebe, ango pirsgirêk bi aqil û edlayî çareser nebin wê dîsa vegerin ser dema borî ku sedan sal şer û pevçûnan kesî xêrek nedîtîye. Ango erdê başûrê Kurdîstanê tenê Suleymanîye û Hewlêr nîne ku ev xelkê neha li der erdê hukma federal da maye ne gunehin? Ev azadîya ku hatîye Îraqê ji wan re parekî neanîye, zulim û zordarî li ser xelkê ne karekî merivên maqûlin.

Belê, ev çend rojin dîsa hêzên dewleta Îraqê êrîş dibe li ser kurdên sivîl û di bajarê Kerkuk’ê da xort dibin birîndar, tên kuştin. Li ser erdê bav û kalên xwe da bê maf û azadî jîyan ji mirovan re pir çetin û dijwar e. Bindestî gemar û pîse, bê merhamet û bê edebe. Divê li her derê dinyayê were rakirin û bê qedexe kirin.Lê divê ABD û hevpeymanên wê jî bînin bîra xwe ku ew ji bona maf û azadîyên mirovan li Îraqê ne, eger ew Îraq piştî ewqas salan bigrin bavêjin ber bext û merhametê Îran ê wê waxtê ewê bibin şîrikê ev tiradejîyê ku xelkê vê welatê bixwe her roj têdaye. Hukûmeta Îraq dive rojekî berê ev girêdayê maddeya 140 bicîhbîne, an na wê ev şer û pevçûn li Îraqê her bimîne û xelkê Ereb jî xêrekî ji jîyana xwe nebîne. Çareserî bi edlayî û aqilbendî nêrîna pirsgirekan da û bi rê û olaxên medenî wan çareser bike da ye. Divê welatên wek ABD û hevpeymanên wan jî ji Hukûmeta Îraq û ya federal a kurdan re bibe alîkar ku ew bikaribin bi hevra çareyekî bibînin ji pirsgirêkan re.Lê divê berê her tiştê dive hukûmeta Îraqê bibe desthilatekî serbixwe û ne xulamên Îran’ê. Di welatekîda her sal şer û pevçûn nabe ku ji xelkê wê re aşitî û aramî, pêşveçûn jî pêwîste.

Print