2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
KURDISTAN
2023-11-25 16:44
Suphi Aydın
Hezar, hezar sal û zeman
Hat dabirîn, çîyayên me man
Hezar, hezar av û tofan
Kişîyan û çûn, kanîyên me man

Hezar, hezar qebîl û ber
Ser axa me saz kirin şer
Weka berfa sîngê Sîpan
Helîyan dîsa çîyayên me man

Hezar, hezar car par kirin
Hezar, hezar nav lêkirin
Tofanê şuşt dîsa birin
Dîsa navê qedîm ser man

Hezar, hezar sed sal herin
Merd û namerd ser bigerin
Te bernadin em ji destan
Welatê me xweş Kurdistan

Rizalîyê Reşîd

Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Rizalîyê Reşîd e û ji bona borîna sed sal ya Komara Tirkîyê neşir dikim. Ji ber ku di naveroka vê helbestê de xweş hatîye nivîsandin ku bê berxwedan û tekoşînê tu rê û mecal ji kurdan re nehatîye hiştin. An emê ji kurdbûn, welat, ziman, erf ûdetên xwe dest dikişînin, an jî emê hatanê ji dest me were berxwebidin. Ji mafên xwezayî dûr ketin ji bona kurdan tê wateya mirinê, qebûl kirina helandinê ye. Ev sed sale li ser gelê kurd zor û zulma dewlata tirk bê westan tê meşandinê. Rojek ji rojan jîyanekî bê qisawet û rehat nedîtîye xelkê welatê me, herdem mafên wan yên xwezayî hatine înkar kirin û bi zulm ev heqên wan tune kirinê. Di nav ev sed salan de pelixandina gelê kurd bê hed û hesabane. Her roj û şev, her gav û waxt li ser gelê me zulm barandine û ev roj jî ev hovitî her berdewam dike. Berê demezerandina komarê M.Kemal û hevalên xwe kurd xapandin, gotin em hemû misilmanin, birayên heevdû ne, emê mafên we bidin. Lê dûre ev soz û gotin hatin ji bîrkirin û şûna wan sozan dijminahîya kurdan kirin...

Van rojan de Tirk ji bona borîna sed salê ya demezerandina komara xwe ketine nav şahî û pîrozkirinan. Helbet ev komar divê ji bona tirkan serkeftî be, lê ji bona gelê me ew sed sal bi zordarî, dardakirin, kuştin û çetinahîyan ve derbaz bûn. Tu mafê gelê kurd nehatin qebûl kirin, bi zor asîmîlasyonekî dijwar li ser wan de hat çêkirin.Bi kurtî biratîya tirk û kurd derew bû û kurd hatin xapandin. Ev sed sale halê kurdan ne hale, bê maf û azadîyan, bindest û belengaze. Zimanên kurdî, kurmancî û zazakî di nav rewşekî xirabdaye û ber bi wendabûnê diçe. Divê gelê kurd dest ji zimanê xwe bernede li her derê, ji berê ewil di mala xwe da bi zarokên xwe re kurdî biaxive.Lê mixabin zarokên kurdan îro bi kurdî napeyivin anjî gelekî kêm qise dikin.Çareyê vê malxirabîyê di dest hêzên welatperwer da ye. Bi zimanê kurdî, zazakî û kurmancî rojname û radyo, tv pêwîstin ku tuyê dijî asîmîlasyonê berxwe bidî. Weka din wê kurd bên helandin û zimanê xwe roj bi roj dûr bikevin. Divê gelê kurd fena ku helbesta jorîn de hatine ziman dijî zordarîyê berxwe bidin, bindestîyê qebûl nekin.

Belê di vê rewşa xirab da tênê ji bona maf û azadîyê gelê kurd xebat divê were kirin, ango gava meriv bikeve tengasîyê dîsa xelasî ji destê meriv da ye. Ev sed salê kal û pîrên me dijî zulm û zordarîya komara tirkîyê berxwedan, lê serneketin. Ev roj jî gelekî ji me bi şev û roj ji bona jîyanekî serfîraz û azad ya gelê kurd dixebitin. Lê divê êdî yekitîya kurdên welatperwer were çêkirin ku hêza wan yek be, ew bikaribin serkevtîyên mezin qezenc bikin. Di rojeva îro de berxwedan ji bona zimanê kurdî, ango zazakî û kurmancî pêwîste. Ger kurd şîyar nebin û zimanê xwe xwedî dernekevin, wê ziman berbi wendabûnê biçe. Hêvîdarim çend sed sal jî derbazbin herin wê ziman û erf edetên me her hebin û xelkê welatê me bi xwendin, nivîsandin û axaftina wî zimanê xwe serfîraz û bextewar bimînin. Pirsgirêkên gelê kurd jî bi rêya aşitî û dîalogê bên çareserkirinê.

Print