2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Tolan
 
Piștgiriyȇ bidine banga tevgera Ȇzȋdiyȇn li Almaniya yȇ !
2014-09-14 21:08
Kemal Tolan
Hȇjayan,

weke ku hȗn navȇ min jȋ di binȇ vȇ „Banga li hișmendiyȇ“ hatiye kirin de dibȋnin, min jȋ dȋsa li goriya derfet ȗ zanȋna xwe alȋkarȋ da van ҁalekvanȇn vȇ bizava „tevgera Ȇzȋdiyȇn“ li Almaniya yȇ. Ez wekȋ piștevanȇ wan, dibȋnim ȗ baș bawerim, ev ҁalakvanȇn ku „Banga li hișmendiyȇ“ derxistine, li ser gelek pirsgirȇken me Ȇzȋdiyȇn li Almaniya ȗ Kurdistanȇ agahdarin.

Keremkin, ez niha kurmanciya vȇ banga ku „tevgera Ȇzȋdiyȇn li Almaniya“ yȇ kiriye ȗ navȇn wan kesȇn ku heta niha piștgirȋ dane vȇ bangȇ, pȇșkȇșȋ zanȋna we hȇjayan dikim!

„Banga li hișmendiyȇ

Di van sal û mehên bihurî de dîsa hate xwiyakirin ku hemû rêxistinên me êzîdiyan ne li gorana bûyerên qewimîne û pêwistiya van bûyeran bi hev re bi yek dengî xeber didin û bi hev re dimeşin. Sebeba vê jî ilahî yên din in û ti rêxistin rexneyan nayîne ser xwe û rexna qebûl nake.

Hêdî sebra me nema û em hew vê wiha tahmûl dikin!

Em pîr, feqîr, șêx, mirîd, karker, karmend, akademîsiyen, jin ȗ ciwanȇn civaka êzîdiyan ȗ di bingeha hemȗ komelan de ne, hew dikarin ji vȇ rewșa bikȇrnayȇ re sebirbikin.

Em bang û lavelavȇ ji we serok, rȇvebir ȗ berpirsyarȇn olȋ, mal, komel ȗ rêxistinên civaka xwe yȇn li Almaniya yȇ dikin ȗ dȇjin, wekȋ ku me ȇzîdiyan tenê olek heye, wisa jȋ divê em encamȇn hemȗ armancȇn xwe di navend(sȋwan)ekȇ de kombikin, di nav almaniya de bihevȗdinȇ re ȗ bi yek dengekȋ li ser navȇ hemȗ Ȇzȋdiyan bixebitin.

Mefer û ҫareya me heyî ew e ku em hemû zanebûn (fikir û fêhm) û qeweta xwe ya aborî bigihînin hev û bi hev re, bi yek dengî hawara xwe bigihînin hemû derên cîhanê û bi taybet Almanya û Kurdistan.

Tenê bi vî awayî em karin alîkariyeke mezin bidin xwişk û birayên xwe yên ji/li Şingalê!

Ji ber vê jî em dê di demek kurt de pîlanekî damezrandina sîwanekî navendî di nava hemû rêxistinên Êzîdiyan de, yên vêga heyî, ji bo gotûbêjê pêşkeş bikin.

Em, ev kesȇn ku piștgiriyȇ didine vȇ bangȇ ne li himberȋ tu mal, komel ȗ rêxistinên me Ȇzîdiyan yȇn ku niha li Almaniya yȇ hene. Em xwe weke rêxisteneke civaka êzîdiyan dibînin û daxwaza me ew e ku hemû rêxistinên êzîdiyan bi awayekî fermî û jêhatî xwedî li milletê xwe û pêşeroja xwe derkevin!

Em hȇvȋdarin ku, hemû pîr, feqîr, șêx, mirîd, karker, karmend, akademîkar, jin, ciwan, serok ȗ berpirsyarȇn olȋ, mal , komel ȗ rêxistinên me Ȇzîdiyan jȋ bi awayekî fermî û jêhatî xwedî li milletê xwe û pêşeroja Ȇzîdȋtiyȇ re xwedȋ derkevin!

Wezîfa me wê bi avakirina sîwanekî navendî û bi fermî biqede. Heya wê demê em dê hewl bidin ku daxwazên esasê êzîdiyan li gel rêxistinan were guhdarkirin û ҫarekirin!

Hemû kessên navê xwe danîne di wê baweriyê de ne ku tenê bi hevgirtin em dikarin milletê xwe biparêzin. Em dê ji ber vê jî hemû derfetên xwe bistînin ku em bi daxwaza xwe serkeftî bin!

Ali Erkiş, Arep Ergün, Ayfer Aclan, Aynur Tekce, Bahzat Cakmak, Becet Tagay, Cevher Aclan, Şêx Cündi Koyun, Deniz Ҫakmak, Dilber Kurt, Diler Hori, Emin Tolan, Ender Kurt, Ercan Elma, Erdal Karaca, Gülbet Özden, Gülbet Toku, Şêx Fahrî Mutlu, Feyzî Yildiz, Firat Kurt, Gülcan Tulan, Hamit Kaplan, Haci Kurt, Şêx Hasan Mutlu, Hayrî Demir, Hikmet Tolan, Hüsnü Atalay, Ilhan Yalak, Irfan Ortac, Ismet Ҫiftҫi, Ismet Aclan, Izzet Kamuran Alkan, Kemal Tolan, Massod Rashid, Mejdin Kurt, Mustafa Cengiz, Mustafa Tayan, Nuhat Ro, Nurcan Elma, Nursen Yenice,Oktay Yurt, Ömer Kurt, Özcan Yurt, Paruar Cuan Bako, Ronahi Kurt, Sabita Kurt, Sabri Sisamci, Sabine Tolan, Sarah Dag, Sarah Tolan, Sedat Özgen, Şengül Alkan, Serdar Tolan, Servet Tekce, Şeymus Bilmez, Wahbi Karaca, Xerîb Acar, Xerîb Kurt , Yilmaz Akan, Yusuf Bilmez, Yildiz Aclan, Zozan Acar

SHINGAL, 12.09.2014
Kontakt: tevgera.ezidiyan@web.de“

Belȇ bi dȋtina min, gava hȗn Ȇzdȋ, dost ȗ hevalȇn me jȋ, alȋkariyȇ bidine van ҁalekvanȇn vȇ bizava „tevgera Ȇzȋdiyȇn“ li Almaniya yȇ ȗ ji wan ra bivine piștevan, ewȇ bikaribin bi hȇz ȗ zanȋna xwe „encamȇn hemȗ armancȇn xwe di navend(sȋwan)ekȇ de kombikin, di nav almaniya de bihevȗdinȇ re ȗ bi yek dengekȋ li ser navȇ hemȗ Ȇzȋdiyan bixebitin.“

Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdîtiyê 13.09.14




Print