2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Nûjenkirina Lalişa Nûranî
2012-03-02 17:31
Eskerê Boyik
Laliş heykelekî kurdewarîyî kevnar e, cîkî pîroz e li ser sîngê Kurdistanê, cîyê hed- sed û heca Kurdên êzdî.
Wura her tişt: rê - rism, due‘a- dirozgeh, eyd û erefat, sond, çûyn-hatîn, ewaz û stiran, sema, dîlan û govend bi kurmancî bûne û kurmancî jî dimînin.
Laliş heykelekî kurdistanî ye, laliş Kurdistan e.
Laliş weke dêr û mizgevtên xelkê di nav zîv û zêr, wene, heykel û çêkirinên bedew û giranbiha da pêçayî nîne.
Xemla Lalişê, qube, reng-ewazê suruşta der-dora wan, çira û findin, ku şevên tarî berê xwe didine êsmên, sur û sêrên stêrkan ra bi kurmancî diaxivin, dikevîn şêwrê.
Laliş zîyareta civakeke feqîr ya êzdîyan e, Laliş jî wek wê civakê feqîr e, çawa vê civakê zulm û zora dagerkiran dîtîye wusa jî Lalişê.
Pîrozaya Lalişê feqîraya wê dane.
Her dewranekê birînek li ser wê axa pîroz çê kirne, bi çek û sîlih, bi artêşê giran, bi xezeba komkujîyan û tunekirinê avîtine ser, wêran kirine, hilşandine, talan lirine, şewitandine heta mezel jî hatine şêlandin, hilşandin, hestûyê mirîya jî derxistine şewitandine, lê çawa suruşte tim zêndî, Laliş jî tim zêndî maye…
Ew zivistanên zor û zulma xezebê derbas bûne, bihar hatine, suruşt hişyar bûye, ruhê ezdayî û sewta kurmancî dîsa tije wî gelîyê buhuşt bûye, bi reng û ewazên netewî xemilîye. Wusa bûye bi dewrana, wusa ne îro…
Cihanê da Laliş yeke. Lalişeke din nîne. Di nava hezara da, bi cûre û pîrozaya xwe, bi qubên xweye wek pencên rojê Laliş tê naskirin.
Tê texmînkirin, ku vê dewra ronayî da Laliş guhdarîya cihanê û bi tebyet ya temamîya gelê Kurd dikşîne li ser xwe. Bawarkî payê mêvanên pirê ku diçinê Herema Kurdistanê Lalişê zîyaret dikin. Ew hin cîkî pîroz e, hin kevnar e, hin jî kare bibe navendeke tûrîzmê û kareke mezin Heremêra bîne.

Niha jî ji alîyê serokatîya Herêma Kurdistanê da pirsa nûjenkirina wê hatîye danîn.

Derewe, heta mirov bi xwe serê xwe nexurîne, xelk serê mirov naxrîne. Dagerkiran nehîştine kurd bi destê xwe serê xwe buxrînin. Xweyî hebûna welatê xwe derên. Li ser axa Kurdistanê pêşê wan kuştin, wêrankiein û şewtandin bûye.
Qedera Lalişê û civaka êzdîyan hê dijwer bûye. Dagerkir hatine guhestin. Neyartîya dijî Lalişê hê tûnd û tûj bûye. Lê çiqas jî dagerkir zalim û xezeb bûne nikaribûne Lalişê ji reng û dengê kurdîtîya wê dûrxin, bêjin Laliş kurdewarî nîne, Lalîş hebûn û xemla Kurdistanê nîne…
Laliş bi ruh û zimanê xwe, bi pîrozîya xweye kurmancî bûye, kurmancî maye û wê kurmancî bimîne…
Hukumdar çiqas hatine xwestine Lalişê undakin…
Di dîroka hezarsalan da, cara ewline ku hukumdarî derheqa Lalişê da bi dilgermî, wa dilşewat, dilrem û xemxur difikire. Femdarîye, ji bo ew ewledê gelê xwe ne, ev dîrok, ev qeder, ev hebûn ya kal-bavê wan e.
Dem hatîye, êdî mecal gelê Kurd ra çê bûne ku hebûna xwe xwedî derên, birînê xwe bi destê xwe derman bikin, welatê xwe bi destê xwe şên bikin, dîroka xwe bi destê xwe binivîsin…
Dibêjin Herema Kurdistanê roj bi roj dixemile û şên dibe.
Ji karên Herêmêye despêkê bûyareke dîrokî, mezin û pîroz e, biriyara nûjenkirina Lalişa Nûranî. Ev biryar ji alîyê temamya gelê Kurd û bi tebyetî Kurdên êzdî va bi kêfxweşî û şêkirdarî hate qebûlkirin.

***
Nûjenkirina kevnarîke wek Lalişê çawa cîyê şêkirdarîyê û kêfxweşiyê ye, wusa jî cawdarîke anegor û lêkolînên berfire dixweze. Gilî tenê xerc û pere nînin. Karê nûjenkirina Lalişê da gerekê lezketin nîbe. Laliş carekê wê bê nûjenkirin, ew jî gerekê bi zanyarî, aqilayî, gorî şert û mercên wê bawarîyê, bi nexş-nîşan, sîmbol û keviarîyên wê bê kirin. Heta kevirên ku nûjenkiinê da bên karanîn, gerekê bêne bijartin. Pêvajoya dîrokê gerekê neyê ji bîrkirin. Şuruşta gelîyê Lalişê, cî, war û rêyên pîroz, cîyê xas û qelenderan gerekê bi berk bêne parastin. Ecele kirin kare ji xwera xeletîyan bîne û ji pey ra rastkirin wê dereng be.

Berê ewil ji min ra wek kurdekî, wê cîyê dilxweşîyê bûya, eger pilana nûjenkirina Lalişê bi serokatîya arxîtêkror û zaneyekî Kurd va bihata kirin. Bese çiqas xelk bên me kurda ra çêkina bikin, pêwîşte Kurd bi xwe, bi zanyarî û mecalên xwe Kurdistana xwe çêkin. Navê xwe, bi zimanê xwe li ser binivîsin. Eva dîrokê û pêşîroja her gelî ra pir pêwîst e. Dîroka gela bi tiştê wa tê nivîsar. Ew dide kivşê, gelo vî yan wî gelî çi çê kirine, çi efrandine, çi xirab kirine. Çêkirçîtî, afrandarî serbilindîya gela ne. Dîroka dijwer, dagerkirên zalim nehîştîye kurd bi destê xwe welatê xwe şên û xweş bikin. Bawarîya hunura çêkiriîtîyê, efrandarîyê di nav kurdan da kuştine, nehîştine Kurd mala xwe, gund û welatê xwe, mizgevt û cîyên xweye pîroz e dîrokî bi dilê xwe, ser navên xwe, bi zanebûnên xwe, anegorî dîroka kal-bavên xwe, bi destê xwe çêkin, peykel û kevnarîyên xwe biparêzin, dewlemendîya welêtê xwe ya binerd û sererd xweyî derkevin.
Çi ji dagerkira ra pêwîst bûye, ew çê kirine, nav guherîne, dîrok feş kirne, guhdarîyan kurda ji kurdîyetîyê, dîrok û zimanê kurdî dûr xistine, nehîştine şopa kurdîtyê Kurdistanê da bê xanê.
Dem hatîye, mecal çê bûne, ku akadêmîya Kurdaye miletîyê ya rastî hebe û ew bi van kara rabe, ew pêşniyara li ser hîmê lêkolînan bide, Kurdistanê da xweyî kurdîyatîyê, dîrok, kevneşopîyan û ziman derê.

Vê dewyê aşkere bû, karê nûjenkirina Lalişê jî êdî sipartine kompanîyake Alman û plan jî hazire.
19 ê meha sibatê, îsal, bi însîyatîva Navenda Şêwrmendîyê ya Êzdîyan li Almanîyaye, li Mala Êzdîyan (Oldênbûrgê ) da, rasthatin bi karkirên we kompanîyayêra, yên ku karê nûjenkirina Lalişê va mijûl dibin, hate derxistin.
Hewaskarî berbi nûjenkirina Lalişê pir mezin e, ji bo wê jî civakeke êpêce hatibûn rasthatinê.
Pêşekzanên Kompanîyayê pilana li ser kaxaza êdî amade nîşanî hazira kirin û derheqa çêkirinên nûjenkirinê da axivîn.
Pirs pir bûn.
Bersîva hinek pirsan yan nîvcî ma, yan nexwestin bidin, yan nikaribûn bidin. Hazir usa jî tê neghîştin gelo berpirsyar yan cawdarên vê piroja nûjenkirinê kêne? (Hukumat, Komîtêke xsûsî, şexs…)?
-Kê vê kompanîyayê ra peymana nûjenkirinê girê daye?
-Gelo di karê nûjenkirina kevnarîyên dîrokî da kompanîya pispor e, tercûba wan di van kara da hene.?
-Bi kîjan lêkolînan pêwîstîya nûjenkirina Lalişê pêra hatîye dîtin? Lalişê di kîjan wara da bê nûjenkirin?
-Gelo lêkolînên dîrokî, kevnarî, oldarî hatine kirin, kêngê û ji alyê kêva lêkilîn hatine kirin? Ew lêkolîn wek bingeh di çêkirina planê ra hatine hesavhildan?
- Lêkolînên guherînên parêzgehê bi guherînên pêşîroja êzdîyatîyê û civakê va girêdayî hatine kirin? Ew di çêkirina planê da hatine hesavhildan?

Û gelek pirsên wusa…
Helbet, kes dijî wê kompanîyayê nîne… Ji bo destpêkirina karekî wusa cawdar û pîroz,
berpirsyarên wî karî gereke heta hazirkirna pilana nûjenkirinê, ev pirs ji bo civakê wa tarî, veşartî û wek pirs nehîştana. Di vê dawra kompûter û întêrnêtê da karê wusa ewqas jî dijwer nîne û dema dirêj naxweze.
Tek xwestin hebe.
Min hineka pirsî: “Gelo ev ecelebûn ji bo çî bû?”
Gotin: Niha xêrxwezê êzdîya li ser hukumin, lê xwedêneke paşê hinekê xêrnexwez bên, wê çawa be?
…Rastî gilyê wan da jî heye.

Çi jî hebe, bi texmîna min gereke lêkolînen kûr û hêja ji alîyê zanyarava bihatana kirin. Li gor encemên wan lêkolînan jî projêya nûjenkirinê bihata amadekirin.

Çiqas ji serokatiya Heremê di were fînansekirnê da destvekirîye, bi texmîna min fînansên ku têne dayin ji bo nûjenkirina Lalişê gerekê nekevine destê şexsan. Xerckirina wan gerekê ji alîyê navendeke Hukumata Herêmêva bê kontrolkirin. Bi texmîna min ewqas jî ne normal e, ku tek li ser çêkirna pilanê ewqas xercekî mezin hatîye kirin.
29.02.2012
Print