2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
Xebata çekdarî zirar digîhine doza me yê rewa
2011-10-13 13:13
Kemal Burkay

Piştî hilbijartina 12 Xeziranê, alozî, şer û pevçûn di navbera hêzên ewlekariya Tirk û PKK’e da roj bi roj zêde dibe. Gelek kes dibine qurbanê vê alozî, şer û pevçûnê. Pir mixabin, çawa di 20’ê Îlonê li bajarê Sêrtê çêbûyê, gelek jin û zarok jî dibine gurbanê vê şerê.

Bi gor bîr û baweriya Partiya me, pêyvendiyeka qehîm heye di navbera şer û pevçûnên hanê û rûdaw û peşhatiyên nevçeya Rojhilata Navîn da.

Partiya me carekî dinê banga hikumeta AK Partî û Serokwezîr Erdoxan, ku ji bona karbidestên diktatoriya BAASa Surî gotibû, “deshelatek, ku gelê xwe bikuje ne meşru ye”, dike û jê dixwaze operasyonên leşkerî rabigirin, amadekariya êrîş li ser Kurdistana Başurê betal kin, şuna vê ji bona bi hêztir kirina demokrasî û çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavan bavêjin.

Bi gor bîr û baweriya me êdî tû deskevt nemaye, ku bibe berhema xebata çekdarî. Beravejî ya vê, xebata çekdarî dibite sedema dereng xistina çareseriyê aşitiyane.

Partiya me banga PKK, ku di heyama giftugoya MİT û PKK da, paş evê, ku Ocalan ragihandi bû “di dema nêzik de rêkevtina mezin û dîrokî çêdibe” dest bi êrîşen çekdarî kiriye, dike û jê dixwaze, ku êdî fehm bike xebata çekdarî zirar digîhine doza me yê rewa û dibite astengek li ber çareseriya demokratîk. Em carekî dinê banga PKK dikin, ku guhê xwe bide bangawaziya hêzên aşitixwaz û dem û dezgeyên navnetewî û ateşbesekî daîmî rabigihine.

Em piştgiriya bangawaza “Konferansa Kurdistan li Tirkiyê” dıkın, ku di 17-18 Îlona îsal de, li Diyarbekirê civiyaye û “ji bona ku bona çareseriyê zemîn amede be, bê rawestan divê hemu operasyonên askerî û siyasî bêne ragirtin û hemu alî terefan bona vê armancê divê fidekariyê bikin. Bû guman rewşa aram û bê şer û pevçûn, dibite alikarek ji bona amade kirina destureka demokratîk, azadixwaz û pîrrengî” dıbêje.

Partiya me banga hemu hêzên aşitixwaz, demokrat û welatparêz dike, ku ji bona bi destxistina armancên hanê, destê xwe bidine hevdu.

21 Îlon 2011

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Print