2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Kenan Evren lazime hisaba kirinên xwe bide
2012-04-04 18:25
Latif Epözdemir
Serokê cuntaya leşkeri a ku berîya 32 salan pêk hatibu Kenan Evren u hevkarên xwe roja 4 ê Nîsanê derdikevin hember daner, yani têne darizandin. İro ji berpirsên 12 yê Eylûlê tenê du kes saxin. Kenan EVREN u Tehsin ŞAHİNKAYA.

Evren u Şahînkaya; lazime li ser kiryar u buyerên 12 yê Eylûnê werin dadige kirin u cezayek giran wergirin.

Çima divê ew werin dadige krin u ceza kirin. ?

Ji bo van sedemên jêrê.

Ji kerema xwe re em bînin bîra xwe ka gelo di 12 ê Êlûnê de çî bi serê gelên Tûrkîyê ve anîbun Kenan Evren u hevkarên xwe :

Di 12 yê İlona sala 1980 e yan de, 1 milyon u 680 hezar kes, hatin kivşe kirin ku xeternak in. Jivan kesan:

*650 hezar kes hatin girtin u hepiskirin.

*Derheqê van girtîyan de li dadgehên eskerî de, 210 hezar dawe hatine vekirin

*Di van daweyan de, 230 hezar kes hatine mehkeme kirin.

*Ji wan,23o kesan, 71 hezar, bi şika komînistîyê,

*95 kes bi tawanên dûrî sîyasetê,

*99 hezar kes bi şika endametîya rêxistinên nehînî, hatine dadige kirin

*Ji van 99 hezara 22 hezar kes bi bawerîya endametîya rêxistinî, tawanbar bun u ketine zîndanan

Gelek kes ji ber xetara dewletê terka welat kirin. Lewra vê dewleta ceberud baş nas dikirin u dizanîyan ku çî xedare.

*Ji wan , ji 30 hezarên wî, wekî xetarnak hatin hisab kirin u rejîmê bangî wan kir ku bên xwe teslîm bikin.

*Yên ku bi xeberê cuntayê nekirin u nehatin, 14 hezar kes bun, cunta wan ji hevwelatîbunê dûr xist.

* 390 hezar kes nekarîn ku pasaport wwerbigrîn u di wê demê de derkevine derveyê welat.

*23 hezar komelên sîyasî u civakî hatin daxistin u girtin.

*Ji wan 650 komel hatin dadige kirin.

*Derheqê 7 hezar kesî de, cezayê îdam kirinê hat dayîn.

Di zîndanan de ji ber şert u zirûfên xirab bi ecelê xwe, 230 kes mirin.

Ji wana:

*150 kes mirina wan bi şik bun.

*14 kes di grevên xwe biçîhiştinê de mirin.

*16 kes di dema firar kirinê de hatin kuştinê.

*75 kes di şer u miqabele kirinê de hatin kuştin.

*73 kes bi emrê xwede mirin.

*43 kesan jî, ji ber şertên dijwar, xwe kuştin.

*170 kes jî, sedem îşkence kirinê, jîyana xwe ji dest dan u yan jî, bi îşkenceyê hatin kuştin..

Di 12 ê İlonê de, îşkence u xirab miemeleyek hov hatîye kirin.Pîştî wexta sedem îşkenceyan, ( pîştî rejîma leşkerî, di navbera 1983 u1990 an de ):

*550 kes ji karmendên cuntayê bi zena îşkence kirinê, hatin dawe kirin.

*Lê 1000 kes jî, ji alîyê rejimê ve, hatine xelatkirin.

Ji hemuyan giringtir ewe ku, 18.500 memur u karmendên dewletê, bune hedef u armanca sazumana leşkerî u ji kar u şixulên xwe bûn.

Jimara Memurên ku hatine dawe kirin, 7250 kese, ji wan:

*Mamosta u dersdara 3850

*Memurên ewlekarîyê 980,

*Dersdarên xwendîna bilind 120,

*Amîrên îdareyê 35,

*Hakim u sawcî 45kesin.

Kesên ku di vê demê de hatin nefî kirin u çune sirgûnîyê 7500 kes bun

Her weha 4900 kes jî, ji karên xwe dûr ketin bi fermana sazumana leşkerî..

Di demên nêzik de ez ne bawerim ku ew îşkence u zordarîya ku li îşkencexane u zîndanên Tûrkîyê de dihat kirin li tu cîyê dinyayê hatibe dîtin.Nemaze ( bi taybetî) zîndana Mamak ( Ankara ) u ya Dîyarbekir.

Her du zîndanên her du paytexta.. Mamak u Dîyarbekir. Navnîşana wehşeta hevdemî ku mirovayetî li wan deran ji deste desthilatdaran têk çûbu di wan salan de..

Dîyarbekir.. Jimare çar... Esat Oktay Yildiran. Ax u fixan u hewar u berxwedan..

İsyan u berxwedanên qehremanîyê, nimunejîyanên bijare u serdest.

Dîyarbekir şan u şerefa Kurda u Kurdayetîyê ye.

Zîndana Dîyarbekir, cîyê berxwedan u gernasîyê ye.

Ew canên qedirbilind ku navê xwe bi xwînê kolan li wan bircan, li wan bircên ku bibun nîşana mêrxasîyê ji sal u zemana hetanî îro..

Surên Dîyarbekir... Ew sûrên ku raz u sirrên xwe di veşêrin vaye çend sale di temarên xwe de..Zîndana Dîyarbekir jî, berxwedana Dîyarbekir jî, tu carî nayê ji bîr kirin...

Qonaxê 12 ê Elûlê , li Tûrkîyê tarixek nuye, destpêka gelek buyeran e.

Di navbera salên 1980 u hetanî 1985 an de rewşa rejima sazumana leşkerî çawa bu , em dêna xwe bidnê bizanin ka gelo amar u reqam u jimare çî dibêjin ji mera.

*Yên ku bi salek ceza xwarin u tawanbarbun 23 hezar kesin.

*Yên ku di navbera salek u pênç salan de cezayê hepsê xwarin 10.750 kesin.

*Di ve demê d,. Yên ku ji 5 salan heta 10 salan ceza wergirtin 6200 kesin,

*Ewên ku ji 10 sal hetanî 20 salan ceza wergirtine, jimara wan jî 23 hezar kesin.

*Yên ku ji 20 sala zêdetir ceza dîtine, ji 900 kesî zêdetir in.

*Her weha 630 kes jî, cezayê muebetê wergirtine ku heta jiyana wan kuta bikîn di zîndanê de bimînin.

Di dema desthilata sazumana leşkerî de:

*Di derheqê 420 kesan de ferman u qerarê îdamê ( kuştinê ) hatîye dayin u ji wan 50 kes bi destê van hovan hatine idamkirin, ango kuştin.

* Ji bo rojnamevanan cezayê ku hate xwestin; ji 400 sala zêdetir bu.

*Ji wan, yên ku ceza wergirtin gelek bun u tomara cezayê wan li ser hev gehîşte 3300 sala.

*31 kes her niha jî, di hepsê de ne.

*13 kes, hêj jî, di nebuna wan de destê girtinê li ser wane.

*3 kes bi hêrîşên gulebaranan hatin kuştin.

*40 ton kovar u rojname hatin tomarkirin u paşî jî, hatin şewitandin

*40 hezar kilo çapemenî niha jî di depoyan de li benda şewatê ne.

*980 rojname u kovar hatine qedexe kirin.

*190 filmên sînemayê hatine qedexekirin.

Di wan deman de, pêş sazumana leşkerî u pîştî sazumanê; rewşa jîyana civakî u ya aborî jî gelek balkêş e.:

*Berî vê sazumanê 5 milyon u 700 hezar kes xwedî sendîka bun, endamê sazumnên pîşeyî ( meslegî ) bun.

*Pîştî vê cuntayê u bi 5 salan jî, hê jimara kesên xwedî sendîka ne geyîştibu 2 milyona jî, ango 1 milyonek u 700 hezar bu.

*Di sala 1979 an de, miaşê kargerekî rojane bi qederê 9 dolara bu. Lê, di salên 85 an de, nive- nîv kêm bu u hate dora 4 dolarî rojaneya kargeran.

Gelo ji bo demokrasîyê ma ne şerme ku berpirs u xwedîyên evqas zordestîyan neyên darizandin.?

Bangewazek ji bo wan kesan ku bune mexdûrên 12 Eylûlê:

-Lazime hun hemu wek gilîkar div ê dadıkeyêde beşdar bin.Lewra ev ne tene daweya şexsê we ye. Ev dawe ji bo pakij kirina şerefa gelan e.Ji bo mehkum kirin u riswa kirina zordaran e.
Print