2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Alîyên siyasî yên Rojava ”Peymana Duhokê” îmza kirin
2014-10-22 22:01


Bi serpereştiya Serok Barzanî rêkkeftina Dihokê ya li navbera aliyê siyasiyên Rojavayê Kurdistanê hate îmza kirin.

Îro çarşem 22.10.2014 li bajarê Dihokê bi amadebûn û serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hengavekî dîrokî û çarenûsaz da rêkkeftina Dihokê li navbera serkirdayetiya Tevdem û Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Rojavayê Kurdistanê hate îmza kirin.

Piştî wê yekê ku li ser vexwendina Serok Barzanî bi navê dawî anîna nakokiyan û gihîştina bi rêkkeftinekî hevbeş ya aliyê siyasiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku li serkirdayetiya Tevdem û Encûmena Nîştîmaniya Kurd pêkhatiye û li bajarê Dihokê û bi amadebûna Serok Barzanî civiyan, nêzîkî neh roje danusandin li navbera aliyên Kurdiyên Rojavayê Kurdistanê berdewame û serencam gihîştine rêkkeftin û îro çarşem 22.10.2014 li bajarê Dihokê bi amadebûn û serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê rêkkeftin hate îmza kirin.

Di merasîma wajo û îmzakirina rêkkeftinnameya Dihokê Serok Barzanî gotarekî pêşkêş kir û ev roj bi rojekî dîrokî û pîroz da zanîn.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ev rêkkeftin destpêka serkeftina gelê Kurde li Rojavayê Kurdistanê û bi vê helkeftê ve pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû aliyên siyasiyê Kurdistanê û her wiha hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê kir û destxweşiyê jî li aliyên siyasiyên Kurdê Rojava kir û hêviya ewe jî xwest ku ev rêkkeftin bi zûtirîn dem bê bicîhkirin.

Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê ewê ji dest bê ji bo palpiştîkirina Rojava dike û balkişand li ser xweragirî û qehremaniya Kobanê û silav û rêzên xwe ji bo Kobanêya qehreman şand.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî eve jî xisterû ku serkeftina Kurd li her cîhekê serkeftina gelê Kurde.

Serok Barzanî yekrêziya di navbera aliyên Kurdî bilind nirxand û balkişand li ser wê yekê ku cihê serfîraziye ji wê dema ku dijmin dixwazin rewşa gelê Kurdistanê têk bidin hêzên Kurdan berev yekrêzî û yekbûn û hevkariyê ve biçin ji ber ku ev rêkeftin bersîva rast û dirust ji bo dijminan eweye ku em hemû bi pêkve bîn.

Hewlêr-KDP.info
Print