|
Peyama Mesud Tek Bo Heme Hecî Mehmud |
2014-11-27 13:37 |
|
Bo Heme Hecî Mehmud Sekreterê Giştî ya Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistan
Hevalê tekoşer,
Min bi xemginiyeka gelek giran ve bihîst, ku kurê te Eta di şerê dij terorîst û neyarên Kurdistanê da şehîd bûye û karwana şehîdên Kurdistanê dirêjtir kiriye.
Ez bi navê hemu endam û aligirên Partiya xwe serxweşiya xwe pêşkeşê we û bi rêka cenabê te ve pêşkeşê hevsengerê şehid Eta dikim.
Ruhê wî şad, ciyê wî behist be.
Şehidên Kurdistanê nemir in.
26.11.2014
Mesud Tek Sekreterê Giştî
|
|
|
|