2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKAR: Mafê perwerdehî ji bo zimanê Kurdî
2015-02-20 16:06


Di Roja Zimanê Zikmakî da, piraniya gelê Kurd, mafê rewa yê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê par e.

Wek tê zanîn 21 Sibatê ji aliyê UNESCO va li seranserê dinyayê wek Roja Zimanê Zikmakî tê pîroz kirin û mafê perwerdehî, di qada navneteweyî da wek mafeke rewa hatiye pejirandin.

Lê belê zimanê Kurdî - bi taybetî jî zaravayê Zazakî-, ku zimanekî qedîm a gelekî 40 milyonî ye, di bin xetera man û nemanê da ye.

Dewletên ku welatê me parçe kirine, rê nadin ku zimanê Kurdî geş bibe. Qedexe û pişaftina li ser zimanê Kurdî her berdewam e. Hejmara gelê Kurd, li bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyê ji 25 milyonî zêdetir e. Her çiqas li Tirkiyê di salên dawî de wek vekirina kanaleke Kurdî û di zankoyan da beşên Kurdî hin pêşketin pêk hatibin jî, Kurd mafên xwe yên rewa bê par in. Li Sûriyê û Îranê jî Kurdî di bin xeterê de ye û derfet nabîne ku di rewşeke azad û serbest da geş bibe.

Her weha Kurd li Elmanya jî di qada fermî de wek netewe nayên pejirandin. Kurdên Elmanyayê wek Ereb, Faris û Tirk tên bi nav kirin. Ji ber vê yekê zimanê Kurdî jî wek zimanên din derfetên geşbûn û pêşketinan bi dest naxe.

- Divê zimanê Kurdî wek Iraqê, li Tirkiye, Îran û Sûriyê jî bibe zimanê fermî. Kurd divê ji dibistana seretayî heta zankoyan divê xwedî mafê perwerdehî yê bi zimanê Kurdî bibin.

- Divê Kurd li Elmanya û her weha li seranserê Ewrûpayê wek netew bên qebûl kirin û xwedî hemû mafên rewa bibin.

- Divê dezgeh û saziyên navneteweyî erkên dikeve ser milên xwe bînin cîh, da ku zimanê Kurdî jî wek hemû zimanên li ser dinyayê geş bibe.

Her weha çi li welat, çi li derveyî welat em bang li hemû malbat û dê û bavan dikin: Bi zarokên xwe ra Kurdî bipeyivin, wan fêrî zimanê Kurdî bikin. Ji ber ku wek gotina Celaded Bedirxan; „Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Dîn yek, ziman dudu. Lê heke dînê miletên serdest û bindest yek be, hingê çek dimîne yek, ew jî ziman e.“

KOMKAR
Print