2024-05-01
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Elmanya - Konferansa Mehmet Bayrak li ser serhildana Şêx Saidê nemir
2015-02-23 23:09


Çawa raya giştî jî dizane Komkarê îsal, di 90 salîya serhildana Şêx Said de çend rêzekonferans pêkanîn li hin bajarên Elmanyaye ku komelên Komkarê hene..Yek ji wan li bajerê Mannheimê û yek jî li bajarê Munihê roja yekşemê 22 şubat 2015 da du civîn pêkanîn. Konferans, bi beşdar bûna gelek kesan va sekevtî derbasbûn. Di herdu konferansan da wek gotarvan lêkoliner û niviskar birêz Mehmet Bayrak beşdarbû. Birêz Bayrak pistî ku besdarvan bona şehîdên Kurdistanê rawestiyan, dest bi axaftina xwe kir. Bayrak, li ser bi destxistina belgeyên arşîvên dewleta tirk ku çawa gihiştiye wan belgeyên derbarî serhildana Şêx Saidê nemir û jenosida Dersîme de behskir.



Birêz Mehmet Bayrak careke din bi belge û îsbat rave kir ku Tevgera Şêx Saidê nemir tevgerek millî ye ji ber ku rexistina Kürt Teali cemiyetî rexistina herî mezin a kurdan bûye. Di wextê da li Tirkiyê nêzikî 20 rêxistinên demokratîk ên Kurdan hebûne.û hemûyan ji bo azadîya gelê Kurd û Kurdistanê di nav hewldanê de bûne. Ya herî pêsîn li sala 1860 da wek rexistina Kurd û Ermeniyan hatîye damezrandin. Û rexistinên demokratik wek a xortan,a jinan,û a talebeyan jî hatine damezrandin. Ji wan du rexistin jî wek Partî hatine damezrandin.



Yek ji van Partîya Azadî serhildana Şêx Said amedekiriye.ku ev serhildan serhildaneke netewî ye.

Piştî ku birêz Bayrak axftina xwe bi dawî kir navberek xwarin vexwarine hat dayîn. Bayrak hinek kîtêbênn xwe bo xwendivanan îmze kir,.konferans bi pirs û bersivên beşdaran hat bi dawîkirin.

Rênas Sütcü
Dema Nû/ Münih

Print