|
Yaşar Kemal çû ser dilovanîya xwe |
2015-02-28 17:32 |
|
Nivîskarê bi nav û deng Yaşar Kemal wefat kir. Yaşar Kemal yek ji nivîskarên herî mezin ê edebîyata tirkî ye. Bi eslê xwe kurd e, lê li dervayî Kurdistanê, li hêla Adenê hatiye dinê(1923) û li wir mezin bûye. Serpêhatîyên gelê kurd, hoy û şêweyê jîyana bav û kalên wî, destan û çîrokên kurdî ji roman nivîsandina wî re bûne babetên sereke. Romana wî “İnce Memed” bi 40 zimanan hatîye wergerandin.
Yaşar Kemal kesekî demokrat û pêşverû bû, ew ne tenê di jiyana hunerî de, di jîyana sîyasî de jî xwedî helwest bû. Di salên 60`î de di naf refên Partîya Karkerên Tirkîyê de cî girt. Belê herçend piştre rast-rast di nav tevgera kurd de cî negirt jî , lê helwesta xwe ya piştgirî û dostayetîyê, ji tevgera kurd re her tim nîşan dida. Car-cara pêrgî rexneyên ne di cî de dihat; ku çima bi tirkî dinivîsand, ne bi kurdî.. Lê ew di wan salan de mezin bû ku hingê peyva “Kurd” qedexe bû. Li alîyê din di nav çanda tirkî de mezin bûbû. Loma jê gazinkirin û rexneyên ne realîst gelek caran ew diêşand û xemgîn dikir. Yaşar Kemal di salên 90î de, li Ewropayê di warê dîplomasiyê de jî car-caran hin helwestên qenc nîşan dan, mîna ku xwest bala cîhanê bikişîne ser valakirina Kurdistanê û siyaseta dewleta Tirk a asîmîlasyonê.
Hin ji berhemên Yaşar Kemal bi kurdî (soranî û kurmancî) jî hatine wergerandin.
|
|
|
|