2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Barzanî: Rojhilata Navîn li pêşiya guhertinan de ye..Em ti hêzeke din qebûl nakin
2015-04-23 22:46


Serokê Herêma Kurdistanê ligel hijmareke kesayetî û welatiyên kurdên şebek civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, rewşa deverê rewşeke aloz e û Rojhilata Navîn jî li berdem guhertinan deye. Herwiha da zanîn ku, ti hesasiyeteke olî di nava Kurd de tuneye û derbarê avakirina her hêzekê din ji derveya Hêzên Pêşmerge û Wezareta Pêşmerge, em ti hêzek qebûl nakin.

Îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel hijmareke welatiyên Kurdên Şebek civiya û di civînê de behsa rewşa niha ya Kurdistanê, şerê dijî terorîstên DIŞIê, rewşa Kurdên Şebek û azad kirina deverên wan kir.

Serok Barzanî got: “Kurdên Şebek beriya hatina terorîstên DIŞIê jî di dema rejîma Besê de jî rastî zererên mezin hatine û deverên wan hatine terîbkirin (bi erebkirin).”

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku haya me ji kêşeyên welatiyên Şebek heye.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: “Rewşa deverê rewşeke aloz e û Rojhilata Navîn jî li berdem guhertinan deye.”

Serok Barzanî wiha pêde çû: “Serbilindiye bo pêşmerge ku kariye efsaneya DIŞIê şikandiye.”

Derbarê azad kirina deverên Kurdên Şebek de jî Serok Barzanî got: “Deverên kurdên şebek nêzî Mûsilê ne lewre lazime yekem car pirsa Mûsilê were çareserkirin û pişt re jî pirsa wan deveran were çareserkirin.”

Serok Barzanî got: “Niha terorîstên DAIŞê hêza xwe ya berê nemaye lê lazime ku em hertim di amade başî de bin li hember dijminên xwe.”

Serok Barzanî got: “Ti hesasiyeteke olî di nava Kurd de tuneye û derbarê çê kirin anjî damezrandina her hêzekî din ji derveya hêzên pêşmerge û wezareta pêşmerge, em ti hêzek qebûl nakin.”

Di beşeke din ya civîna han de Serok Barzanî daxwaz ji beşdarwanan kir daku nêrîn û ramanên xwe pêşkêş bikin û pişt re jî aliyên beşdar nêrînên xwe anîn ziman û Serok Barzanî jî bi berfirehî şîroveyên xwe pêşkêş kir.

Dihok-KDP.info
Print