|
Kiryarên Rejima Îranê li Kolnê hat şermezar kirinê |
2015-05-13 15:06 |
|
Di roja 12ê Gulana 2015’an da Paltforma Partiya Kurdistan -HEVKARÎ, li Almanya, bajarê Kolnê, da ji li ber dêra bi navûdengê Domê, çalakiyek ji bo şermezar kirina destdirêji li keça Kurd Ferinaz Xesrewani û bo piştgiriya serhildanê Mehebadde hat li darxistin.
Di çalakiyê da ya herî balkeş ev bû, ku hêjmara beşdarên çalakiyê zêdetir jin û zarok bûn.
Di çalakiyê da bi Kurdî û Almani axaftin hatin kirin, zilm û zordariya ku ev çend roj in rejima Îranê li gelê Mehebade dike, hat mehkum kirin.
Ji aliyê din da li ser rewşa gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê û êrîşê DAIŞê li diji gelê Kurd ji hat sekinandin û ji gelê cihanê hat xwestin ku piştgiriya xwe bidin gelê Kurd.
Çalakî, ku nêzî du seat dom kir, bi arami û aşiti bi dawi bû
|
|
|
|