2024-05-11
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Parisê rejîma Îranê hate protesto kirin
2015-05-17 22:21


RIZGAR AMEDî /Parîs

Kurdên li Fransayê li hember rejîma zordar a Îranê, 16 ê gulana 2015 an, hevcivînek (mîtîng) li Parîsê çêkirin.

Komîteya amadekar a vê mîtîngê ku ji rêkxistinên wek Buroya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê li derva, komîteya piştgirîya HAK-PAR, PAK, Komeleya HEBÛN, alîgirên KOMKAR, Koordînasyona Neteweyî ya Kurdistana Sûrîyê pêk dihat, bangli Kurdistanî û dostan kir daku dewleta Îranê protesto bikin.

Hêzên ewlekarîya Îranê, demek berê xwestibûn destdirêjî li keça kurd Ferînaz Xosrewanîyê bikin, lê wê jibo nekevedestê wan xwe ji qata çaran avêtibû xwarê û jîyana xwe ji dest dabû. Piştra jî gelê kurd li Kurdistana Îranê rabûbû ser pîyan. Hê jî, li gelek bajarên Kurdistana Îranê wek Mahabad, Saqez, Serdeşt û Senendejê greva karberdanê heye û serhildan berdewam in.

Bi sedan kurdên li Fransayê dijîn, jibo piştgirîya bo gelê kurd ku li Kurdistana rojhilat serî hildaye, bi alayên Kurdistanê tev li vê mîtîngê bûn û hem bi tundî kirinên dewleta Îranê protesto kirin û hem jî keça kurd Ferînaz Xosrewanî ku demek berê şehîd ketibû, bi bîr anîn. Gelek kesayet û rewşenbîrên kurd jî di vê mîtîngê da beşdar bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan. Di xwepêşandinê da, sirûda (marş) neteweyî Ey Reqîb hat xwendin, beyan hatin belavkirin û kiryarên rejîma Îranê hat mehkûmkirin.




Print