2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Lİ HİMBER PROVOKASYONÊN NÛ, DİVÊ EM HİŞYAR BİN
2015-06-11 18:46


Bi rûdanên sîyasîyên vê dawîyê re,li herêma Kurdistanê, bi taybetî jî, li Amedê,di dem u mekanên cuda de, her wiha bi şîweyên ciyawaz birek cînayet destpêkirin.

Ev mirovkûjîyên ku di mitinga HDP a Amedê de destpêkiribun u paşî bi kuştina serokê Komela İHYA-DER a nêzîk bi HUDA-PARê, Aytaç Baran re dewam kir u her wiha dû kesên din ku li navenda bajêr li çayxaneyek u kesek jî ku di mala xwe de hate kuştin çar kesên din jî, wek cîneyetên “kirdar ne diyar” hatin kuştin. Sedem ku ev kuştinên vê dawîyê bi rengê wan cînayetên dema berê qewimîn, girseya gel xist nav tirs u xofek nû.

Ev cînayetên ku ji nû ve qewimîn jî didin nîşan ku, hinek hêzên tarî u nexûyar,dixwazin,emnayetiya gel bit irs u xof u şedadî bixin xeterek nû.Dîyare ku ev hêzên çepel u tirshêner, divên di nav gel de qeyranek nû derxin.Sedem ku kesên cûda cûda yek li dû yek hatin kuştin,tê bira mirov ku ev tolhildan u hisapkarîyek nûye u wek berê dîsan rojên xeter wê werin avakirin.Ya ku zêdetir balkêşe, ev kuştin bi eşkereyî pêk hatine u hêzên ewlekarîyê hê jîi kirdarên van kuştinan peyda nekirîye.Wisan xûya dike ku hêzên tirshêner u mirovkûj ji nû ve , dîsan li ser karin u destê wan li ser tetîkê çekên xwe ne.

Bêguman armanca van bûyeran têkbirina hizur u ewlekarîya gelê Kurd e, u her wiha ew dixwazin ku careke din qeyranek tirshêner biqewimînin.Divê gelê Kurd li himber van provokasyon u lîtîkên nû hişyar u hestîyar be u rê nede buyerên mirovkûjî.Gelê Kurd di dema nêzîk a berê de vê şanoyê temaşe kiribu.Lazime ku heman şano careke din destpê neke u pêşî li vê şanoya qirêj were girtin.Lewra em weki HAK-PAR’ê, bang li hemu kesî dikin ku li himberê van bûyer u provokasyonên kirêt hişyar bin u vê lîstikê pûç derînin.

Em bûyerên bi van aweyan ji alîyê kî ve were li darxistin bila were li darxistin,di gel vana hemu buyêr u rûdanên şedad , bi tundî şermezar u tifûbaran dikin.Kirdarên van kuştinan, bi zûyî divê werin dîtin u ev kuştin u cînayet bi zûyî werin zelal kirin u her wiha ev cînayet bi zûyî werin seknandin.Divê were zanîn ku buyerên wiha xesarek mezin didin tekoşîna demokrat u netewî a gelê Kurdistanê.Her wiha ev cînayet rik u kîn u nefretê dixe nav Milet u Milet parve dike, yekîtîya gel têk dibe.

Bi vê minasebetê, em weki Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR; rehmet li kuştîya dikin u sersaxî didin malbat u dost u derdorê kesên ku di van buyerên kiret de jîyana xwe ji dest dane.Her wiha divê em cûdahîyên di navbera xwe de, bi xweşbîni u rêya gûftûgoyê çareser bikin.Divê her kes li himberê van bûyeran hişyar be u fersendê nede hêzên tirshêner u reş u tarî u rê nede provokasyonên nûtir.11.06.2015


Latif EPÖZDEMİR
Cîgirê serokê Giştîyê
Partîya Maf u Azadîyan/ HAK-PAR

Print