|
Kurdên Berlînê duh ji bo serxwebûna Kurdistanê meşîyan... |
2015-06-14 16:35 |
|
Kurdên Berlînê duh ji bo serxwebûna Kurdistanê meşîyan... Kurdên Berlînê duh ji bo îlana serxwebûna Kurdistana Başûr çalakîyek li darxistin. Di meş û mîtîngê de belavok hatin belavkirin, sloganên azadî û serxwebûnê hatin bilind kirin. Gelek hevwelatîyên kurd ji beşên din ên Kurdistanê piştgirî dan rêxistina ciwanên Kurd KOM-CIWANê û KOMKARê ku ev çalakî organizekirin. Komîta piştgiriya serxwebûna Kurdistan û komeleya Dostaniya Kurdistan - Elmanya jî hevkarî û alîkarî kirin.
|
|
|
|