2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Yekîtiya Ewropa ofîsa xwe li Hewlêrê vekir
2015-08-23 20:24


Hewlêr (Rûdaw) – Îşev di merasîmekê de Ofîsa Nûneratiya Yekîtiya Ewropa (YE) li Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî hat vekirin.

Wek dihat çaverêkirin, îşev bi awayeke fermî Ofîsa Nûneratiya YE li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê hat vekirin.

Di merasîma vekirina Ofîsa YEyê de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê YE li Bexdayê jî Jana Hybaskova amade bûn.

Nêçîrvan Barzanî di vê merasimê de gotarek pêşkêş kir û tê de amaje bi giringiya biryara vekirina vê nûneratiyê da û ragihand: “Ew demek zêde bû ku em li benda vê pêngavê û vekirina Ofîsa Nûneratiya YE li Kurdistanê bûn.”

Barzanî ragihand, serdana Nûnera Karûbarên Derve ya YEyê bo Kurdistanê Federica Mogherini sedemek girîng bû bo vekirina vê ofîsê li Hewlêrê.

Serokwezîr Barzanî behsa pêwendiya navbera YE û Kurdistanê jî kir û got: “Pêwendiyên navbera Kurdistanê û YEyê dîrokek erênî û baş heye û Kurdistan dikare sûd ji ezmûna welatên Yekîtiya Ewropayê werbigre.”

Nêçîrvan Barzanî got: “YEyê dikare di rûbirûbûna terorê de zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybet di warê perwerdekirina leşekerî û dabînkirina çek û teqemeniyên pêşkevtî bo Hêzên Pêşmerge de dikare alîkariya me bike.”

Barzanî di axavtina xwe de behsa êrişîn çekdarên DAIŞê bo ser Kurdistanê û bi taybet Şingalê û kurdên êzidî kir û got: “Piştî rizgarkirina hinek navçe û deveran heta niha 12 gorên bikom hatine dîtin, lê tê çaverêkirin piştî rizgarkirina Şingalê hejmara gorên wisa zêdetir bin.”

Serokwezîr Barzanî herwiha daxwaz ji rayedarên YEyê kir, ku alîkariya Başûrê Kurdistanê bin da ku dosyaya tawanên DAIŞê li dijî kurdan û bi taybet kurdên êzidî bo dadgeha navdewletî ya Lahey were şandin.

Barzanî behsa zêdebûna hejmara nûneratiyên welatên biyanî li Başûrê Kurdistanê jî kir û ragihand, heta niha 33 ofîsên nûneratiyên biyanî li Başûrê Kurdistanê hatine vekirin.
Print