2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Danezana Partiya Maf û Azadiyan Ji Bo Hılbıjartına 1’ê Mijdara 2015’an
2015-10-09 22:50


WERİN EM DEST BİDİN HEV, QEDERA XWE BİGUHURİN Jİ BO AZADÎ, AŞİTÎ, DEMOKRATÎ Û GUHARTİN HAK-PAR!

Himwelatîyên hêja,

Em wek Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) di hilbijartina 1’ê Mijdara sala 2015’an de cî digrin û dengê we dixwazin.

Ji bo Komareke Federal, HAK-PAR

Ji bo Tirkiyeke Demokrat û Kurdistaneke Azad, HAKPAR

HAK-PAR ji bo çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekheviyê û bi riya aşitî kar û xebat dike.

Ji bo çareseriya Pirsa Alewiyan, HAK-PAR,

HAK-PAR destûreke nu, medenî û demokrat dixwaze.

HAK-PAR dijî neheqî û zordestîya li ser jinan e.

HAK-PAR li gel maf û azadîyên xebatkaran e.

HAK-PAR li gel parastina der û dor û jîngehê ye. Ji bo ku heyiyên welat ji bo pêşveçûna aboriya welat bêne xerckirin, HAK-PAR Ne ji bo dewleta burokrasiyê, lê ji bo dewleta gel, Ji bo siyaseteke teze, îdareyeke baş,HAK-PAR

PÊŞKÊŞÎ

Turkîyê pişti hilbijartina 7’ê pûşberê kete nav qeyranê.Partîyên di parlementoyê de li gor peyama ku gel di hilbijartinê de pêşkêş kiribu tevnegerîyan, ji bo idarekirina welat lihevhatinek berfireh pêkneanîn,berevacî, dubendî u nakokîyan dane pêş u ji bo çareserkirina desthilatê gavên pêwist neavêtin.Gelek pirsgirek u kêşe kul i benda çareserkirinê bun,hewcebu ku bi hevkarî u hevbendî kêşeyên welat çareser bikin,di şuna vê yekê de ewan cudahîyên biçukên dinavbera xwe de dane pêş bun sebeb ku pevçun u qeyran destpêbike, geş bibe

Ewan bi vê yekê dane nîşan ku ew ne partîyên” çareserî” yê ne.

Turkîye di 1’ê Mijdarê de diçe ser sandoqan u hilbijartinek nû wê çêke.Divê millet dersek bide van partîyên sucdar.

Ev qeyran u sidmandin u asêbuna sîyasî bareke giran danî ser milê Turkîyê.Xuya bu ku ev siyasedmedarên bikêrnehatî ku ji bêçareserkirinan xwe xwedi dikin,ne qabile ku pirsgirekên welat çareser bikin..

Ev partîyên ku berî hilbijartinê li ser navê “Azadî” “Aştî” “Demokrasi” u “sefirazî” yê, her wiha bi bi gotinên beriqi u ji bo çareserîyê bi daxuyanîyên nûjen yên hilbijartinê ji gel dengê wan

xwestin,pişti ku gel ji wan re erênî kir u hatin bijartin u ketin parlementoyê, hemu gotin u qewil u wadên xwe jibîr kirin,berevacê wan tevgerîyan.Ew xencî kurantên navendî u herê mi parve bikin,xencî talankirina wan dewlemendîyên ku gel dixulqêne ,tu tiştek nakin.Vê talanê bi toz u dumana gengeşîya di navbera xwe de serpoş dikin,vedişêrin.

Wate u wezifeya siyaset u partîyên sîyasî ewe ku,pirsgirekên sereke yên civakê bi şêwazêk şariste u nujen çareser bikin.

Hilbijêner divê vê leyîstika bi navê “bêçareserkirin” xera bike. Lazime wan dezgeyên ku li du xwe malxirabî u malwêranî, xwin u giriîn u mirinê dihêle, hilweşîne, belav bike.

Divê hilbijêner vê carê bipirse ka gelo,çima ew kêşeyên serekeyên Turkiyê ku hertim dibin sedemê qeyran u kaosan u welat radikşînin nav şerê u pevçunên navxweyî, sedem çî nayên çareserkirin.?

Divê hisaba neçareserkirina pirsgireka Kurd u her wiha a Elewîyan, hisaba paşdexistina layîqbuyîn u demokratîk buyînê were lêpirsîn.

Çareserkirina van pirsgirekên sereke divê ji qada mafbazî u dengwerdana partîyan were cuda kirin u bibe sîyaset u raya dewletê.

Eger na bi tedvîrên rojane ev kêşe çareser nabin u wê her tim bibin sedemê tevlihevî, pevçûn u nakokîyên nu ku ji bo Turkîyê her yek bareke giran u malîeyetk mezinin.

Lewraye ku piştî hilbijartina 7’ê Pûşberê qeyranek desthilatdarîyê peyda bu u jinûve şedadî u pevçun destpêkirin.

Şedadî kolanek bêderge ye.Ew xwin u histêr u êş u xerakirin u malwêranîya ku ji şedadî u tundi u dijwarîyê dixulqe ( tê afirandin) peşî li çareserkirinê ji digre, rêya çareserkirina pirsgirekan asê dike,u wan kurs u girantir dike. Ji bo çareserkirina kêşeyên welat, rayedar u siyasetmedarên dilsoz, cesûr (wêrek) u bawermend lazimin.Her wiha digel wan projeyên dadmend u rasteqîn u rêveder lazimin.Di van projeyan de têkilkirina girseyên berfirehyên civatê lazime, rê u şêwazek demokratîk, eşkere u zelal lazime.Bi tirs u xof u newêrekî, bê bawerî u nedilsozî, bi xef u veşartî,di dek u dolaban, bi ger u fen u listîkên siyasî, bi seyruseferên xapînok pirsgirek u kêşeyên sereke yên welat nayên çareser kirin.

Heyf u mixabe ku projeyek wiha u jibo encamdana vî projeyî rayedar u siyasetmedarên bi vî şiklî îro li holê tunenin.

Ev ray u siyasetên ku ji çareserîkirinê dûrin,bune sedemê teqîna kemîn u mayînan, bune sedemê

bilindbuna dengê xwînavî a çekan,bu sedemê ji nuve ajdana hestên nijatperest u şoven, bu sedemê ajdana neyartî u dujminatîya gelê Kurd,u her wiha bu sedemê helmetên lînçkirinê a bajêrên mezin ji bo Kurdan, bu sedemê şewitandin u xerakirina mal u kargehên kesên Kurd, bu sedemê rav u nêçîra Kurdên bajarên metropolan.

Rayedar u siyasetmedar temaşa histêr u fermiskên dayikan, şîn u giryana hawîr u xwîna ku tê rêtin dikin, temaşa dîmen u hewar u gazîya dê u baban dikin ku zarokê xwe yên genc u xort winda kirine, u piştre bi gotinên fêrkiri u pifdayî,gotaran pêşkêş dikin, li sucdar u tawanbara digerin, yek dîger hev sucdar dikin.Ew nema dikarin van kêşe u pirsgirekan sfî bikin çareser bikin.

Siyasetên şerxwaz,herçend Turkîyê dixe nav astengî u qeyranan,u aborîyê bipaşve dixe,dibe sedemê kuştina polêz u leşkeran jî,lê barê here giranê vê siyasetê Gelê Kurd dikşîne.Gelê Kurd sedem vê yekê dikeve bin bareke giran.

Kuştin u mirin dilê dayîkan dax dike,ew gund u bajar u bajarokên ku bi hestên netewî têne naskirin, kawil dibin, vala dibin, niştecîyên wan deran sedem şer u pevçunan koçebar dibin.Gelê Kurd careke din koçebar dibe dikeve ser rêyan.

Karmendên herêmê sedem ku têne backirin u teda kirin, sedem ku makîne u amur u kelûpelên kar u xebatên wan yên bezirgani têne şewitandin,Sedem ku bezirganî hatîye seknandin, jîyan tevizye, karmend ji herême derdikevin, terka bajêran dikin.

Her wiha li metropolan jî, li wan taxên ku Kurd têde bicî bune, her roj, bi teqandina molotofan u fişekan, bi rêbirî u çalakîyên çekdar gel bêzar u naçar maye.Esnaf u karmendên piçuk nekarin deynê xwe bidin, mal bikrin u bifroşin, ew roj biroj ber bi miflîs bunê ve diçin.

Qada siyaseta Kurdan hatîye çol kirin u beyar kirin. Ew tedayi u zordestîya ku li ser siyasetên ciyawaz hatîye danîn, buye sedem ku welat bibe yek deng u yek reng.

Wesayeta wan hêzên çekdar ku ji alîyê çengek mirov ve têne fermande kirin,hilberîna siyasetê disidimîne u bêguncan dike, sitewr dihêle.Ew hêz gel mecburê jiyana di bin sîya çekan de dike.

Ev yek wiha nameşe.

Ev şer şerek qirêj u kiret u bêwateye.tu feydeyek nade kesî,bi hiç teherekrewa nayê dîtin. Tu armanc u mexsed u ramanek kuştin u mirinê mafdar nake. Lewra rojek zû divê şer were rawstandin, dawî li tirsandin, tundî u dijwarî u xwinrêtinê were.Şer u pevçun xesara here mezin dide gelê Kurd.

Lazime dewlet dev ji operasyonan bedre u PKK jî dev ji çekan bedre u şerê çekdarî bi dawî bîne, çekên destê xwe binax bike.

Tu projeyek nikare xwe bi darê zorê, bi zora çekan bi civatê bide qebuld kirin.

Projeyên kul i ser binyata aştî u hevrejîyanê têne çêkirin,bi şer u xwin u histêran nema têne encamdan u ava kirin.

Heta ku rê u olaxên demokratik u aştîyane neyên ceribandin,heta ku gelên Turk u Kurd neyên qaîl kirin, tu proje u armancek b idarê zorê sernakeve u rewa hisab nabe.

Em dizanin ku pirsgirekên Turkîyê ji avabun u şeklê pêkhatina Turkîyê têne pêş.Lewra me divê ku Turkîye li ser esas u binyatên xwe yên rasteqîn jinuve were avakirin.Tenê ev yek dikare pirsgirekên heyî ta ebed çareser bike.

Lewraye ku em federasyonê diparêzin u pêşnîyaz dikin.

Em wekî Partîya Maf u Azadîyan beşdarê hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’yan dibin u rêyeke paqij u bi ujdan u siyasetek nu u nujen pêşkêş dikin, me divê ku hemu kêşeyên welat bi şêweyek demokratik u aştiyane u şariste u guftugoyî werin safi kirin.HAKPAR tercîh u alternatifek demokrat u aştixwaze.

Em difikirin ku piştevanî u bihêzkirin u xurtkirina vê alternatîfê ( bijêrmendîyê), hestek dîrokîye.Hêvîya me ew e ku hemu kesên aştixwaz,

welatparêz,hemu kesên ku meyildar u terefdarên pirdengî u pirrengîyêne,kesên ku azadî u demokrasîyê dixwazin,bi HAKPARÊ re hevkarîyê bikin u bibin piştevanê partîya me.

KOMAREK FEDERATÎF

Li hemû welatên dinyayê yên medenî da ku pir milletî ne, li wir sazûmaneke federal heye, da ku ew millet bikaribin bi şîweyeke aştiyane bi hevra bijîn. Ev sazîyên federalî li ser esasê yekitiya milletan ava bûne. İro li dinyayê welatên herî peşketî xwedî sîstemeke federal in. Dewletên Yekbûyî yê Amarîka, wekî navê xwe, ji 52 “dewletan” pêk tê. Almanya Federal, ji 16 herêmên federal pêk tê.

Rusiya, Belçîka, Swisre, Kanada, Awûstûrya, Hindîstan, Afrîka Başûr jî di nav da, 28 welat bi sazûmaneke federal têne îdarekirin. Komara Tirkiyê jî, bo ku bikaribe hemû pirsên xwe yên giran, berî hemûyan jî pirsa Kurd çareser bike û riya aşitiyê û demokrasiyeke rêk û pêk veke, divê sazûmaneke ne merkezî ava bike, gor pirrengî, pirzimanî û pirmilletiya vî welatî û bibe dewleteke federal. Berî hertiştî li herêma ku Kurd piraniya nifûsê pêk tînin, ango li Kurdistanê, her usa jî li herêmên dinê bi rengên cuda, saziyên federal ava bin. Partiya ku çareseriya federal dixwaze tenê HAK-PAR e. Divê Tirkiye bibe Komareke Federal.

PİRSGİREKA KURD

Pirsa sereke pirsa Kurd e. Ev pirs ji dema borî maye û ji ber ku gor dadî çareser ne bûye, roj bi roj girantir bûye û heya îro hatiye. Bedêla vê pirsê ji bo civakê gelek giran e. Ev pirs hîn di dema Dewleta Osmanî da dest pê kir û maf û azadîyên Gelê Kurd ne hatine naskirin. Kîngê Dewleta Osmanî piştî Şerê Pêşîn ê Mezin têkçû û beyanîyan axa wê dagir kirin, Kurdan jî li gel Tirkan ber xwe dan û welat parastin.

Lê piştî ku Komara Tirkîyê ava bû heq û azadîyên Kurdan ne hate nasîn, sîyaseta nasnekirin û tunekirina Kurdan û qedexekirina çand û zimanê Kurdî dest pê kir. Ev sîyaset bi darê zorê bi rêva çû. Ji ber vê Kurd êşiyan, ber xwe dan, gelek şer û gengeşî çêbûn û ji ber vê herdu gelan jî zirareke mezin dîtin. Li vê dawîyê jî, ew şerê 30 salî bû sedema mirina 50 hezar mirov, her usa jî herêma Kurdan ser û bin bû, bi mîlyonan mirovê me ji welatê xwe koç kirin.

Digel vê, welatê me di rîya pêşveçûn û demokratîyê da şunda ma. Piştî ewqas tecrube, zirar û zîyan êdî rêvebir û berpirsîyarên Dewleta Tirk jî dibînin ku bi rîya vê sîyaseta şaş, bi rîya zor û zulmê pirsa Kurd çareser nabe û êdî li rê-olaxên aştîyane digerin. Em wek HAK-PAR ta ji destpêkê li gel sîyaseteke aştîyane ne.

Em dixwazin sîleh bêdeng bin, şer û pevçûn ji jîyana civakê derkeve û pirsa kurd bi metodên aştîyane çareser be. Bi raya me ev yek dibe. Van
salên dawî Dewleta Tirk ji bo naskirina Kurdan hin gavên erênî avêtin. Rê dan pirsa Kurd bi serbestî bê qisekirin. Kitêb, rojname û kovarên Kurdî, kesetên muzîka Kurdî êdî serbest in. TRTŞeş bi Kurdî weşanê dike û di hin zanîngehan da beşa ziman û edebiyata Kurdî vebûn. Evana gavên baş in, lê ji bo çareserîya pirsa Kurd têr nakin.

Ji bo çareserîyeke rêk û pêk, divê gavên mezintir bêne avêtin. Helbet çareserî divê gor dadî be û ew jî li ser esasê wekhevîyê dibe. Bona vê jî divê ev aqliyeta berê ku hebûna Kurdan nas ne dikir û dixwast civakeke yekrengî ava bike, divê ev sîyaset bê terkkirin û sazûmaneke federal bê avakirin. Di hemû welatên pêşketî û medenî da ku pirrengî ne, ango li wir bi alî ziman, çand, bîr û bawerî da gelên cuda cuda dijîn, sazûmana siyasî federal e. Federalî ne parçebûn e, lê bi şiklekî aştîyane bi hevra jîyan e.

Bona vê yekê em wek HAK-PAR federasyonê diparêzin. Federalî wekhevî ye. Kurd di sazûmaneke han da dikarin hemû maf û azadîyên xwe bistînin. Li vî welatî partîya ku federalî dixwaze tenê HAK-PAR e.

Divê Tirkîye bi destûreke teze sazûmaneke ne merkezi, sazûmaneke federalî hilbijêre. Li dinyayê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA), Rusya, Elmanya , Hindîstan, Çîn, Qeneda, Swîs, Belçîk û Spanya jî di nav da, li gelek welatan ev sazûman heye. Divê Kurdî jî digel Tirkî bibe zimanê fermî. Li welatekî dikare ji yekî zêdedir zimanên fermî hebin, gor pirrengiya civaka wî welatî bi alî etnîkî û çandî.

Li dinyayê gelek dewletên bi vî rengî hene, wek Swîs, Belçîk, Qeneda, Federasyona Rusya, Hindîstan, Komara Efrîqa Başûr. Li İraqê Kurdî ji sala 1958 vir da zimanê fermî yê duwemîn e. Dîsa İraqê di sala 2005 da bi destûra teze sazûmana federal qebûl kir û Herêma Kurdistanê jî bû herêmeke federal û xwedî parlamen û hukumeta xwe ye. Divê li Tirkîyê di destûra teze da mafê perwerde bi zimanê dayikê cî bigre. Divê zarok û xort bikaribin ji dibistanê heya zanîngehê bi zimanê xwe bixwînin û xelk bikaribe zimanê xwe di hemû warên jîyanê da bi kar bîne. Usa nebe, mirov nikare behsa azadîya zimanekî bike. Mafê perwerde bi zimanê dayikê her usa jî bo azadîya ziman û çanda xelkên dinê wek Ereb, Laz û Çerkez jî hewce ye, ku li hin cîyan bi hejmareke baş hene.

Piştî ku li vî welatî hebûna Kurdan hate naskirin, bi taybetî van demên dawî, sîyasetmedar gelek caran behsa biratiya Kurd û Tirkan dikin. Lê gotinên han zikê kesî têr nakin û pirsan çareser nakin. Biratiya rastî li ser esasê wekhevîyê dibe. Divê herdu alî qasî hev xwedî heq bin. HAK-PAR biratiyeke han dixwaze Em dengê we hemû himwelatîyan dixwazin, ku razî ne pirsa Kurd bi vî şiklî, ango li ser esasê dadî û wekhevî çareser be û yên ku azadî û aşitî dixwazin.

Di van çend salên dawî de,şer u pevçûn rawesta bu, gelên Turkîyê di nav jîyanek aram u sekan de bun.Dîyare ku raya çareserkirina bişêweyên aştîyane ji alîyê gelên Turkîyê ve piştevanîyê digre.Civat meyildarê çareserîyek sîyasî u demokratîk e.Heyf u mixabin ku ew qonaxê ku di du-sê salên rabirdu de birê ve diçû,beramber bi piştevanîya civakê, lê dîsan jî serkeftî nebu, neçû serî.

Ew hêvîya ku di van du –sê salên dawî de geş bibu,zû vemirî.Ew şedadî u provokasyonên berîya 7’ê Pûşberê dest pêkiribun,piştî hilbijartinan berjortir çûn u li dawîyê qonaxê çareserîyê qedand,pişt re jî, careke din dengê çekan bilind bu.Civak kaşî nav şer u pevçunan bu.

Îro ew prosesa ku Serok Komar niha dibêje “me ew rakir sarinçxanê” ku jê re “Pêvajaya Çareserîyê” dihat gotin, di rastîyê de ne çareserkirina pirsgireka Kurde.Ew bêçek kirina hêzên PKK’ê ye.Di rastîyê de jî, îro hat ezanîn ku pirsgirek u kêşeyên Kurda tiştek dine, mesela bêçek kirin u çekpêberdana PKK’ê tiştek dine.Berê dewletê di got Kurd hemu PKK’yî ne u PKK jî, terorist e. wisane pirsa Kurd tune pirsa “terorê” heye.Lê niha raya fermi a dewletê jî qebul dike ku PKK temsîlkarîya Kurdan nake.

Em wekî HAKPAR’ê, ji berê ve dibêjin:bila çek bêdeng bibin, şedadî u dijwarî ji nav gel derkeve,kêşaya Kurd bi rê u olax u şêweyên aştîyane were gengeşî kirin u çareser kirin. Bi raya me ev yek pêkan e.Lewraye ku em piştgirîya wî qonaxê ku jê re digotin “Pevajoya Çareserîyê” dikin.

PİRSA ALEWÎYAN, AZADÎYA BÎR Û BAWERÎYAN

Pirsa alewîyan jî yek ji pirsên mezin yê welatê me ye. Li Tirkîyê û Kurdistanê qasî 15-20 milyon Alewî dijîn. Alewîyan di demên borî da gelek neheqî û zulm dîtin, gelek caran nasnameyên xwe veşartin. Di vê dema dawî da zexta li ser Alewîyan piçek sist bû. Êdî wek berê nasnama xwe venaşêrin, komelên wan hene û cemxaneyan ava dikin, cemên xwe eşkere çêdikin. Lê hîn jî hemû daxwazên wan ên rewa bi cî nehatine. Cemxane bi şiklekî fermî nehatine naskirin. Dersa olî jî dîsa îcbarî ye. Digel Alewîyan, li ser ol û baweriyên dinê wek Xirîstîyan, Mûsewî û Kurdên Êzdî jî neheqî, cudayetî bi gelek awayan berdewam e. Bona ku ew neheqî nemîne, divê li vî welatî laîqîyeke rastî pêk bê.

Ev welat tucar nebû laîq. Heya ku sazîyeke wek Serokatîya Karên Dîyanetê hebe, ku gor Îslama Sunnî-Hanefî kar dike û heya ku dersa olî ji bo hemû himwelatîyan îcbarî be, mirov nikare behsa laîqîyê bike. Divê Serokatîya Karên Dîyanetê bê guhartin, ji saziyeke fermî bê derxistin, ango bibe sazîyeke xweser, yan jî wakf û dîsa xizmeta olî bike ji bo Misilmanên Sunnî. Her usa dersa olî îcbarî nebe ji bo herkesî. Divê hemû ol û bawermendîyên cuda gor xwe wakf û sazîyên hanê ava bikin ji bo xizmeta olî.

Ji bo demokratîyeke rastî divê dewleta Tirkîyê destê xwe ji warê olî vekişîne, tu zextê li tu ol û bawerîyê neke, her usa tu olî ji ser ên dinê ra negre. Em wek HAK-PAR laîqîyeke bi vî rengî, ango yeke rasteqîn, her usa jî azadîya bîr û bawerî ji bo herkesî dixwazin. Bona vê yekê em dengê hemû himwelatîyan dixwazin ku li gel azadîya bîr û bawerî ne û di vî warî da jî dijî her texlît cudayî û neheqî ne.

SİYASETA DERVA DİVÊ Lİ SER ZEMÎNEKE AŞTİXWAZ AVABE

Tirkiye îro siyaseteke usa şaş bi rêva dibe ku hema hema bi temamîya cîranên xwe; Iraq, Îran, Suriye, Rusya, Ermenya, Yunanistan ra; digel vana bi welatên Ereb, Israîl, Yekitiya Ewrûpa û Amerika ra gelek serêşiyan çîdike. Welat tune ku Tirkiye şerê wan nake. Ev yek nikare bi vî şiklî dom bike. Sebebê vê yekê, berî hertiştî sîyaseta şaş a derheqê Kurdan e ku Tirkîye bi rêva dibe. Heya vê dawiyê ev siyaseta ku li ser dijayetiya Kurdan ava bû bû, sîyaseta Tirkîyê li himber Iraqê bû. Îro ew “xetên sor” ên Tirkiyê li himber Kurdistana Başûr nemane û Kurdistana Başûr ra pêvendiyên baş çêbûne, eva tiştekî baş e. Him Kurd bi vê yekê kêfxweş in, him jî ev siyaset di warê aborî da bi kêrî Tirkîyê tê. Tirkîye divê van pêvendiyên baş bi Kurdên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ra jî çê bike.

Li Iraqê ji ber ku hîn kevir li ciyê xwe rûneniştine, di navbera Erebên Sunnî û Şîa da teroreke dijwar berdewam e, her usa jî şerê hundur li Sûriyê, rê vekir ji bo xurtbûna rêxistinên terorîst ên radikal wek El Qaîde û DAÎŞ û vana bûn belayê serê herêmê û her usa jî dinyayê. Vê dawîyê êrişên wan bi taybetî dijî kurdan bû sedemê gelek qetlîaman û zirarek mezin da gelê Kurd. Vê rêxistinê nakôkîyên di navbera dewletên haremî bı kar anî bu bi vî awayî xurt bû, nuha jî li Iraq û Suriye, bi taybetî li herêma Erebên Sunnî ciyekî fireh xistiye bin destê xwe. Ev rêxistin di şer da rê olaxên hovane û bi wehşet bi kar tine, him jî bi navê İslamê.

Bi vi awayî zirara xwe Zêdetir dide dînê İslamê û welatên Misilman; navê wan li dinyayê xirab dike. Bona vê yekê, divê him welatên herêmê him jî hemû dinya bı berpirsiyarî dest bidin hev û vê belayê ji ortê rakin. Ji bo ku aramî bê Iraq û Sûrî, her usa jî pirsa Filistîn û Qibrisê çareser be, divê Rêxistina Yekitiya Milletan erkên xwe bi cî bîne û hêzên sereke ên dinyayê bi berpirsiyarî hereket bikin.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan, ji bo hemû milletan mafê çarenûsî dixwazin. Em dixwazin ji bo çareseriya pirsgirêkên netewî û herêmî rê olaxên şer bir kar neyên, bila çêkirin û zêdekirina sîlehan bisekine, dewlemendiyên welatan ji bo pêşketin û dinyayeke aştixwaz bê xerckirin. HAKPAR dixwaze pêvendi bi hemû welatên ciran ra li

ser bingehên aştiyane bımeşin û pirsgirêkên heyî bi riya dan û stendinê çareser bin.

ŞERÊ HUNDURÊ SURİYÊ Û KURDİSTANA ROJAVA

Li Sûriyê ev çar sal in ku şerekî gelek xwînrêj çêdibe û zirareke mezin dide xelkên vî welatî. Partiya BAAS ku rê neda guhartinê û xest dîktatoriya xwe bi riya zulm û tedayê her bimeşîne, bû sebebê vî şerî. Bona vê yekê Surîye kete nav şer û şewatê. Bajar hildiweşin, bi sedhezaran mirî û birîndar, bi mîlyonan koçber…

Him welatên cîran, him jî hêzên împeryalî di vî şerî da pardar in. Em wek HAK-PAR dixwazin ew şerê qirêj rojkî berê bisekine, bona vê yekê jî gazi Rêxistina Milletên Yekbûyî dikin. Divê li Sûriyê bi riya hilbijartinên serbest û demokratîk parlamen û hukumeta merkezî bê avakirin. Erebên Sunnî, Erebên Nusayrî, Kurd û Durzî li herêmên ku piranî ne, bila bibin xwedî îdareyên xwemuxtar. Em li gel Suriyeke federal û demokratîk in. Emê piştgiriya birayên xwe yên Kurdistana Rojava dikin ku ew erdê xwe diparêzin. Divê pêvendîyên hemû partî û grûbên vî parçeyî baş bin û ew gor lihevhatina Dihokê bi hevra kar bikin.

Di van rojên dawî de,Rusya jî bi karîgeri daxilê nav şerê Surîye bu bi balafiran dest bi operasyonan kir.Li gor hêzên dijraberên Surîye Balafirên Rusyayê di destpêkê de bi ser baregayên hêzên dijraberên Surîyê ve gule barandine.Ji serîve dewletên weki Çin u Îran u Rusya piştgirîya Beşar Esad dikin u bi çek u teqemenî u alikarîya leşkerî piştevanîya rejima Esad dikin.Ev yek xetereyeke. Ew dewlet radigênin ku sedem ku hê alternativek nu nehatîye peyda kirin di mercên îro de li himber êrîşên DAİŞÊ lazime Esad were piştgir kirin.

Di halek de ku rejime Esad Kurdistana Rojava dagir kiriye u li wê jibona Kurdan jiyanê kiriye zindan u her wiha gelê Kurd ji maf u berjewendîyên netewî bêpar hiştiye,qebul nabe ku vê zordarîyê bi alikarîya wan dewletan jî bimeşîne.Lazime ev dewlet rewşa Kurdan raçev nekin u bi Kurdan re li ser asasên netewi u demokrat hevkarî u peymanek nu çêkin. Hêzên Kurd li Rojava li himberê dagirkeriya REJİMÊ u dagirkirina DAİŞÊ li ber xwe didin.Divê tekoşina heqxwaz a Kurdan neyê serkût kirin.

ENDAMETİYA YEKÎTÎYA EWRÛPA, DEMOKRASÎYEKE PÊŞKETÎ Û PİRRENGÎ GOR STANDARDÊN EWRÛPA

Em wek HAK-PAR dixwazin Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewrûpa. Bona vê yekê Tirkîye, reformên ku lazim e bê kirin, divê rojkî berê bi cî bîne. Tirkîyê heya nuha, di cîanîna reforman da tim dereng ma, giran meşiya, li maneyan gerî, lê ji bo derengketina endametîyê welatên Yekitîya Ewrûpa (YE) gunekar kir. Him bicî anîna Şertên Kopenhagê, him jî reformên dinê ji bo endametîya YE, ji bo demokratî, zelalî, pêşveçûna Tirkîyê jî giranbuha ye.

Em demokratîyeke himçax û pirrengî dixwazin gor standardên Ewrûpa. Divê hemû astengên li pêş azadîyên bîr û bawerî, rêxistinî û çapemenî bêne paqijkirin.

Divê gor Şertên Venedîgê hemû partî û komeleyên ku metodên zorê bi kar naynin û red dikin bila serbest bin. Divê Qanûna Partîyên Sîyasî, Qanûna Hilbijartinê, ya Cezayê bên guhartin û bibin demokratîk, divê Qanûna Dijî Terorê (TMK) bê rakirin. Divê sedê hilbijartinê bi temamî bê rakirin, hemû partî gor dengên ku girtibin bikaribin di Parlamenê da bên temsîlkirin, her usa jî alikarî ji xezîna dewletê bistînin. Divê li ser kar û barên ku tesîreke mezin dikin li ser jîyana himwelatîyan, ji bo kar û biryarên han raya gel bê pirsîn, ango referandûm çêbe, gor hewcedariyê li temamiya welat yan jî li herêman. Ango em dixwazin himwelatî bi vî awayî bibin xwedî gotin û biryar.

DESTÛREKE NÛ, MEDENÎ Û DEMOKRATÎK

Em wek HAK-PAR destûreke (makezagon, yan jî zagona bingehîn) teze, medenî û demokratîk dixwazin. Destûreke usa ku bibe bingeh ji bo çareserîya hemû pirsên sereke ku iro welat rû bi rû ye, wek pirsa Kurd û pirsa Alewîyan, her usa jî bibe bingeh ji bo demokratîyeke pêşketî. Divê destûra teze van sê esasan jî bihewîne: Nasnameyeke teze ji bo himwelatîyê, ku hemû kes û hemû gelên vî welatî xwe tê da bibînin; sîstemeke nemerkezî ya sîyasî û îdarî, ku rê bide xwemuxtari, yan jî federalîya herêman; perwerde bi zimanê dayîkê.

Destûra nû, di gel van hersê esasan, divê maf û azadîyên bingehîn ên dinê jî gor standardên Yekitîya Ewrûpa bihewîne. Em wekî HAKPAR, terefdarê destûreke nû, medenî û demokratîk in. Destûreke wisan ku pirsgirekên heyî, bi şêwazek demokratik û li ser bingehek wekhevî, aştîyane û medenî bikaribe çareser bike.Rê li çareserkirina pirsa Kurdan û pirsan Alewîyan veke, van pirsên qedîm bi temamî çareser bike.

MAFÊ JİNAN Û DAWÎANÎNA ZORDESTÎYA Lİ SER JİNAN

Li welatê me di warê sîyasî û civakî da beşdarîya jinan hîn ne di dereca YE da ye, lê gelek şunda ye. Em wek HAK-PAR dixwazin gor Peymana Pêşîlêgirtina Hemû Cudayîyên Dijî Jinan (CEDAW) ku Rêxistina Milletên Yekbûyî qebûl kiriye, ji bo beşdarîya jinan di hemû warên civakî û sîyasî da asteng li pêş wan nebin. Li welatê me zor û zexta li ser jinan mixabin hîn jî berdewam e. Her roj 3-4 jin bi destê merivên wan, mêr, bira û hevalên wan têne kuştin.

Em wek HAK-PAR dixwazin çi lazim e bê kirin, da ku pêşî li zor û zexta dijî jinan bê girtin û jin bikaribin di kar û xebatên di warê sîyasî û civakî da zêdetir beşdar bin. Emê ji bo parastina jinan ji zor û zextê têr cîyan avakin û tevdîrên ewleyî bistînin, her usa jî di warê aborî û civakî da piştgirîya jinan bikin, da ku ew bikaribin li ser pîyê xwe bisekinin. Jibo parstina jinan ji tûndi, tedayî û dijwarîyan, jibo parastina rûmet û sîyaneta jinan, divê pergalên nû werin avakirin. Malên parastin û Sitarê, tedvirên ewlehî û emînayetîyê, her wiha cehdên di rêya serxwebûna jinan a ekonomîk û civakî de lazime gavên giring werin avêtin û destûra nû van tıştan bike bin bandûra xwe a esasî.

Di vî warî da perwerdekirina zarok û mezinan jî gelek mihîm e, da ku ew ji hin bîr û bewerîyên kevn û pûç xilas bin. Divê ev babet di naverokê dersan da cî bigre û xirabîya dijî jinan bê nîşandan. Emê sîstema perwerdeyê ji pesn û senaya şer û kuştinan, ji bîr û bawerîyên nijadperest û şovîn paqij bikin. Emê di zarok û xortan da mêyla mirovhizî û dostayetîyê xurt bikin li himber mirov û gelên din. Ev şerê ku bi salan e dajo û tê di jîyana civakê da mêyla zor û zextê gelek xurt kir, ku ev yek di zordestîya dijî jin û zarokan da jî gelek caran xwe nîşan dide. Civak bi mirovên han tije ye ku li benda şer û pevçûnê ne.

Emê wek HAK-PAR pirsên heyî bi rê olaxên aştîyane û gor esasên dadî û wekhevî çareser bikin û bi vî awayî welat bigihînin aşitîyê, şer û pevçûnê ji jîyana civakê derînin. Em doza vî karî dikin.

MAFÊ ZAROKAN

Turkîya, wekî gelek peymanên navnetewî “peymana ”Mafê Zarokan” jî, destnîşan kirîye.Lê, mixabin ku di vî warî de jî, ji kiryar û hestîyarîyan gelek dûr e. Zarûk wekî li hemû şûnên cîhanê, li welatê me jî, mexdûr û lawazketîyên herî mezinên şer û pevçûnan in. Kurd li Turkîyê ji bist milyonan zêdetirin. Lê zarokên Kurda hê jî, ji mafê “bi zimanê dayik hînkarî û perwerdebûnê” bêpar in. Mafê perwerdeya zimanê zîkmakî, mafeke sereke yê mafê mirovan e. Zarokek ger ji vî mafî bêpar be, gelo dikare kîjan mafê xwe bikar bîne?.

HAKPAR, pêş hemû tiştî, ji bo encam û rêvebirina mafê zarokan, xwe di nav cehd û xebata “peymana mafên zaroka” a navnetewî berpirs dihesibîne û wê her tim şopdarê vê yekê be. Ji bo azadîya raman û bîra zarokan HAKPAR, tiştê kû lazim in, wê bîne cî. Azadîya ramanî a zarokan divê bikeve bin bandûra destûra welat a giştî. Şert û mercên astengwaran wê were başkirin. Mixabin ku îro di warê pirs û kêşeyên astengwaran de hestîyarîyek têkûz tûne ye. Di vî warî de jî, em ji standardên cîhanê gelek dûr in. Ji seda 90’ê astengwaran ji perwerde û hînkarîyê bêpar in. Gelekê wan di nav xêzanî û neçarîyê de dijîn. Bêkar û betal in. Li dorberê wan gelek asteng hene li ser rêya jîyana wan. Ev asteng wê werin rakirin û astengwar bigêjin jîyaneke xweş û hêsan û azade.

MAFÊN XEBATKARAN

Li welatê me mafên xebatkaran ji dereca Yekitîya Ewrûpa gelek şunda ye. Piranîya xebatkaran bê sendîka ne. Bi taybetî rewşa kerkerên ku di şîrketên taşeron da kar dikin gelek xirab e. Her roj 3-4 karker di qezayên kar da jîyana xwe winda dikin. Ew dezgeyên ku mafên karkeran diparêzin ne rêk û pêk in, qontroleke baş tune. Ji bo çareserîya vê pirsê divê rêvebirîya gel û welat ne li gel xwedî karxaneyan, lê li gel xebatkaran be.

Li Tûrkîyê li gor amarên sala 2015 yan,ji bo malbatek çar neferî sînorê xêzanîyê 3500 lire ye. Sînorê birçîbûnê jî, 1427 lire ye. Lê heqdesta herî kêm mixabin ku hê jî, li dorî 1200 lireyan e. Ev yek şermek mezin e. Li Tûrkîyê ji nîvî zêdetirê karkeran îro jî, bi “heqdesta herî kêm” dixebitin. Dewlet ji vê heqdestê jî, bac werdigre. Ev yek rûreşîyek mezin e ji bo dewletek “nûdem û demokratik”.

HAKPAR radîgihîne ku divê heqdesta herî kêm liser sînorê birçîbûnê be. Lazime ji heqdestê herî kêm bac neyê wergirtin. HAKPAR, terefdarê ked û emege, terefdarê xebatkaran e. Emê wek HAKPAR kar û xebat bikin, da ku mafên karkeran weki welatên pêşketî û medenî bin. Emê tevdîrên baş bistînin ji bo xweşî û ewleyîya xebatkaran di cîgehên kar da. Em li gel xebatkaran in, em dostê bindest û jaran in. PARASTİNA HAWÎRDOR Û JÎNGEHAN Ji bo bajar û gundên nûjen û bo jîyaneke xweş divê em dorber û jîngehê wek ronahîya çavê xwe biparêzin û rê nedin xirabkirina wê. Em wek HAK-PAR qîmeta vê yekê baş dizanin. Divê em hêşinahîya gund û bajaran, ango daristanan, bax û baxçeyan, dar, gîya û kulîlkan, cure û cinsên heywanan baş biparêzin, dewlemendtir bikin.

Divê avakirina bajaran û karxaneyên sinayî bi parastina jîngehê hemaheng be.

Eger bedêlê avakirina bajaran û pêşveçûna sinayîyê qirêjkirina erdê, av û hewayê, qirêjkirina çem û gol û deryayan be, ji bajarvanî û sinayîyeke usa bê dar û dezge tu xêr nayê, ew mirovan bextewar nake û dinyayê û jîyanê mixabin xirab dike. Parastina jîngehê parastina dahatûya me ye. Bi parastina dorber emê ji zarok û nebîyên xwe ra dinyayeke delal dihêlin. Bona vê yekê divê em ji hêlîna zarokan dest pê bikin heya zanîngehê, di bernameyên perwerdê da cîyeke fireh bidin girîngîya parastina jîngehê. Da ku ciwanên me di vî warî da fama û zana bin. Divê şaredarî û encumenên bajaran di vî wari da giranî bidine perwerdekirina himwelatîyan.

PÊŞVEÇÛNA ABORÎ, NEHİŞTİNA BETALÎ Û XİZANÎ

Pêşveçûna aborî bi girêdayî aramiya welat û başkaranîna dewlemendiyên welat e. Eger pirsgireka sereke a Turkîyê, ango pirsa Kurdî bi şiklekî dadwer, wekhev û aştîyane were çareser kirin, çavkanîyên abaorîyê telef nabin, jîyana aborî sedem şer û pevçûnan xirab nabe. Mixabin di van 40 salên borî de ekonomîya welat bi qedere 400 milyar dolar xesirîye û ji sîsiya yekê butçeya Turkîyê gehiştîye wezareta parastinê. Ev yek aborîya welat felc dikir û ditevizand.Dema ku şer tunebe, ekonomî dikeve ser rêya pêşketinê û roj bi roj dewlemend dibe. Sedem ku di rojên rabirdî de, li derve û li hundir dijwarî, şer û tundî berdewam bu, aborî û jîyana bazirganî şikest xwar, paşda ket.

Dewlet li himberê miletê Kurd şerekî qirêj domand û di vî şerî de nêzikî 50 hezar kes hatin kuştin, bi sedan hezar kes birîndar bun, bi milyonan kes koçebar bûn, gund hatin şewitandin û kavilkirin, aborî talan û wêran bu, standardên jîyana hawîr serberjêr bûn, betali, bûhayî û xizanî destpê kir. Aborîya Kurdistanê li ser ajaldarî û çandiniyê dimeşe. Wisan ku di dema xwe de heywan û ajalên Kurdistanê têra hemû navçe û Turkîyê dikir, her wiha çandina genim, ceh, garis û niskan; penîr, şîr, mast, rûn û goştê Kurdistanê têra seranserê Turkîyê dikir. Li di van çil salên dawî de ev rewş guherî û bi lez paşve ket. Nuha ajaldarî jî, bazirganî û çandinî jî li Kurdistanê di halê cankêşanê de ye.

Em HAK-PAR, me divê ku hemu pirs û kêşeyên derve û hûndir bi şêwazek aştîyane û dadiwer werin çareser kirin. Divê ku em li gel cîranên xwe her tim bi aştî û dostane bijîn. HAK-PAR dibêje ew pere û diravê ku li şer tê xerckirin di mercên aştîyê de aborîyê yekser biser dixe. Çavkanî û nirx û rûmetên welat ji bo pêşketina jîyana ekonomîk û sosyal wê were xerckirin. Betalî roj bi roj kêm bibe, xîzanî û nedarî û neçarî ji holê rabe. Îro li Turkîyê, di nav herêman de newekhevîyek mezin heye. Bi taybetî li gelek bajarên Kurdistanê diravê serê neferan a salewext ji 1000 dolarî kêmtir e.

HAK-PAR wê vê bê edaletîyê rake û cehd bide da ku Kurdistan pêşkeve, aborî geş bibe, jîyana civakî xweş û azade bibe. Her wiha ev rejima aborî a bêdata îro wê were guhertin û ev newekhevî wê were rakirin. Pergal û rejima heqdestî û baclêkirin wê ji nûve were sererastkirin. Wê ji kesên ku pir qezenc dikin pir û ji kêsê ku kêm qezenc dikin kêm bac were wergirtin. Ev diravê ku ji encama vê guhertinê bikeve dest, HAK-PAR wed dide ku, eger serkeve, wê ew gundên ku di dema şer de hatin şewitandin û kawil kirin ,wê ji nûve werin awadan kirin, mal û xanîyên ku hatine xirakirin, wê ji nû ve werin çêkirin. Bi her şiklî wê mexdûrîyeta hevwelatîyan were berheq kirin, her wiha wê hemû kul û êş û birînên ku sedem şerê navxwehî hati wê li xelkê hejar were dabeş kirin.

KOÇBERÎ Û HANDANA BAŞVE VEGERÎNÊ

Îro li Kurdistanê jiber şer û xîzanî û betalî û bêkarîyê, bi milyona Kurd bi derketine û wek penaber koçberê bajarên mezin yên Turkîyê bûne. Kurdên koçber, li metropolan di kar û xebatên here giran û zehmet de dixebitin û jîyaneke dijwar derbas dikin. Xortên Kurd mixabin ku bi lezgînî ji rê derdikevin û diqûlibin nava karên xirab.

Ev rewş ne qederek e ji bo Kurdan û emê wek HAKPAR, vê qedera reş rakin. Ji bo kû ev Kurdên koçber bi paşve vegerin gund û bajarên xwe çî lazim be emê bikin. Lazim e dewlet piştevanîya koçberan bike û bibe hander ji bo paşve vegerînê. Divê hal û mercên koçbera ji nûve were têkûz kirin û mexdûrîyeta wan were rakirin, beralî kirin. Bi milyonan kes di vî şerê qirêj de mexdûr û nedar bu. Lazime dewlet tezmînatek bide wan mexdûrên şerê Kurdistanê.

Lİ CİYÊ DEWLETA BÜROKRASİYÊ DEWLETA GEL

Dema mirov li bajarên mezin ên Tirkîyê, bi taybetî jî li payîtextê wê Enqerê binêre, baş dibîne burokrasiyeke çawa li pişta gel bar bûyê ew bêteqet hiştiye. Li her alî bînayên mezin ên dewlet û hukumetê, wezaret, midûriyetên giştî, qişle û hwd… Tirkiye dewleteke burokrasiyê ye. Li tu derê dinyayê, li payitextê tu dewletekê ev tişt nayê dîtin. Ev çerxa bêtar ya burokraasiyê hatin û heyiyên welat dixwe û zuwa dike. Ew barekî giran e li ser pişta gel û jîyana gel zehmettir dike. Mezinahiya dewletekê ne bi bînayên mezin, lê xizmeta ku ji xelkê xwe ra dike, bi wê tê pîvin. Heya ev burokrasiya mezin piçûk nebe, xizmeteke baş ji gel ra nayê kirin.

Divê li ciyê van bînayên mezin avahiyên civakî û çandî, cîgehên sporê, park, nexweşxane û mekteb bêne vekirin. Li cîyê van bînayên mezin û bêfeyde, divê li bajaran metro, rê û pirên baş bêne çêkirin; hatin û çûna bi komekî bê xurtkirin û bi awayi trafîka bajaran rehet û xweş be.

HAK-PAR Dİ SÎYASETÊ DA XWEDÎ HELWESTEKE NU YE.

Hevwelatîyên delal, Em wek HAK-PAR xwedî helwesteke teze ne di warê sîyasetê da: Dirist, zelal, bi prensîp, xwedî soz û qirar… Ji we ra jî eyan e: Sîyaseta vî welatî ne gor aqil û prensiban dimeşe; lê ew şer û pevçûnek e ku li ser hukmên pêşîn, li ser hêrs û qehrê çê dibe. Ev cure sîyaset rê nade guftugoyeke medenî.

Bi vî teherî mirov nikare rastîyê bibîne, hevdu fêm bike, li hev bê û pirsan çareser bike. Lê em gor hukmên pêşîn, gor hêrs û qehrê nameşin. Sîyaseta me gor aqil û prensîban e. Em dixwazin pirsên gel û welat ne bi darê zorê, ne bi şer û pevçûn, lê bi rê-olaxên aştîyane çareser bikin. Ev tecrubeya heya îro baş nîşan dide ku bi rîya şer û şewatê pirs çareser nabin. Em pirsên heyî bi rê- olaxên aştîyane, bi guftugo, bi piştgirîya xelkê dikarin çareser bikin. Em di sîyasetê da xwedî helwesteke teze ne û bi xelkê xwe bawer in.Em dikarin dinyayeke azad, aştîyane û delal bi hevra ava bikin.Bona vê yekê em hewcedarî dengê we û piştgirîya we ne. Hevwelatîyen hêja, Hemû kesên ku azadî, aştî, demokratî û guhartin dixwazin,

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bi daxwazên xwe, bi teherê sîyaseta xwe, bi cureyê kar û xebata xwe partîyeke cuda ye.

HAK-PAR partîya azadî û aşitîyê ye. HAK-PAR partîya demokrasî û guhartinê ye. Ji bo çareserîya pirsa Kurd li ser esasê aşitî û wekhevîyê HAK-PAR! Ji bo perwerdeya giştî û bê bedêl bi zimanê dayikê HAK-PAR! Ji bo çareserîya pirsa Alewîyan û azadîya bîrbawerî HAK-PAR! Ji bo demokrasîyeke rasteqîn HAK-PAR! Ji bo mafên jin û xebatkaran,ji bo mafên civakî HAKPAR! Ji bo dahatûyeke azad ji zarok û ciwanên me ra HAKPAR! HAK-PAR Partîya we ye. Werin em dest bidin hev qedera xwe biguhurin! Werin em dahatûya xwe bi hevra avakin! Nemînîn bêçare u naçar,jibo çareserîyê HAKPAR

PARTİYA MAF Û AZADİYA
Print