2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKAR Elmanya: Em 70. salvegera Komara Kurdistanê pîroz dikin
2016-01-21 11:43
Eve zêdeyî 200 salan e ku gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên neteweyî her di nava tekoşîn û berxwedanê de ye. Di nava pêvajoya dîrokê de gelê me bi dehan caran li dijî zilm û zordariyê serî hildaye, bi dehhezaran hatiye kuştin, bi sedhezaran, bi milyonan ji cih û warên xwe hatiye bi dûr xistin û derbeder bûye, lê tu caran hêvî û daxwaza gelê Kurd ya ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê venemirî û gelê me her bi egîtî li ber xwe didê.

Li gel ewqas zilm û zor, perîşanî û malwêranî jî, dîsan jî gelê Kurd her gava ku derfet ketiye dest, ev derfet baş bikar aniye, serî hildaye û li dijî dijmin tekoşîn bilind kirîye. Yek ji wan serhildanên mezin ku di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî pîroz û taybet e, damezirandina Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê bû. Komara Kurdistanê di sala 1946’an de bi serpereştiya nemir Pêşawa Qadî Mihemed û bi parastina nemir Mele Mistefa Barzanî hatibû damezirandin.

Mixabin piştî nêzîkî salekê ev destketîyê pîroz, ku li Rojhilatê Kurdistanê ketibû destê gelê me, bûn qurbana leyîstik û siyaseta kirêt a welatên mezin di dema Şerê Duwemîn ê Cihanê. Lê her çiqas ku ev hêviya gelê me di demeke kurt de hat perçiqandin û fetisandin jî, lê Komara Kurdistanê ruhekî netewî di nava gelê Kurd de peyda kir û ew agir û ruhê netewî heta îro jî ji bo azadî û tekoşînê her berdewam e. Ji vê berhema welatparêziyê yek jî ev e, ku em îro pê gelekî kêfxweş û dilşa ne, îro li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd desthilatdar e û di nav azadî û aramiyê de dijî.

Komara Kurdistanê agirê welatparêziyê gurr kir û bandoreke mezin li beşên din ên Kurdistanê jî kir û welatê me roj bi roj ber bi rojên bextewar ve diçe. Hêvî û bahwerîya me ew e ku wê roj bê ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî bigihê maf û azadîya xwe. Komara Kurdistanê bi serpereştîya Partîya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDKÎ) hate damezirandin. Heta îro jî PDKÎ bi canfedayî kar û xebateke bê hempa di şopa nemir Pêşawa Qadî Mihemed de dimeşînê. Du rêberên partîyê, nemir Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî di riya azadî û rizgarîya Kurdistanê de şehîd ketine û herweha bi hezaran jî tekoşerên Kurd canê xwe feda kirine. Bi pêwana 70. salvegera damezirandina Komara Kurdistanê li Mahabadê, em damezirandina Komara Kurdistanê pîroz dikin û di eynî wextî de jî nemir Pêşawa Qadî Mihemed, nemir Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber yad û tekoşîna wan ditewînin. Îro jî berxwedana gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê berdewam e. Wê roj bê gelê Kurd jî wek hemû netewêyên cihanê bigihê maf û azadîya xwe.

Yêkitîya Komelên Kurdistan li Elmanya KOMKAR
Print