|
Komîteya Kordînasyona xebatên HAK-PARê li Dervayî Welêt civîna xwe ya duwemîn çêkir |
2016-02-02 20:29 |
|
Komîteya Kordînasyona xebatên HAK-PARê li Dervayî Welêt civîna xwe ya duwemîn çêkir
Civîn di 30.01.2016 an da li bajarê Bottropê pêk hat. Nûnerên ji hersê herêmên Almanya, Fransa, Swêd, Hollanda, Danîmarka, û Swisrayê beşdar bûn.
Civînê bi rojeveke dagirtî va dest pê kir û heyşt saetan domand. Nûnerên beşdar berê pirs û pirsgirêkên herêmên xwe destnîşan kirin û li ser wan dan û standin pêkanîn. Beşdarên Komîteya Kordinayona kar û xebatên HAK-PARê, ya li Ewropa dûr û dirêj li ser çarçoweya xebatên hevbeş li herêm û welatan niqaş kirin. Nûneran ji bo ku li Almanya û her usa li tevaya welatên Ewopayê, civînên girseyî pêk bînin, komîte, an jî komikên xebatê yên nû damezirînin raya xwe kirin yek. Plankirina van xebatan bi motîvasyon û moralekî bilind encam da.
Di xala pêşniyaz û daxwaziyan da, biryar hate standin, ku piştî kongra Komela Piştgirîya HAK-PARê ra, di bin duruşma „Aşitî, hema vê gavê!“ li Brückselê çalakiyekê pêk bînin. Her usa pirsa zimanê dayîkê, daxwaziya „Azadiya Kurdistana Başûr“ û alîkariya ji bo Sûrê û herêmên mayîn gelek nêrîn û pêşniyazên cuda hatin pêşkêşkirin û li ser van hat niqaşkirin.
Di dawîya civînê da berpirsiyarên herêm û welatan, yên ku wê di Komîteya Kordinasyonê da cîh bigirin, hatin dest nîşan kirin.
Civîn piştî gelek dan û stendinên fikrî û biryarên hêja gihîşt dawî. Tevaya beşdaran bi moralekî gelekî bilind ve ji cîhê civînê derketin. Em hîvî dikin, ku ev kelecana di 27.02.2016 an da, di kongra komela HAK-PARê da jî xwe bide nîşan dan.
|
|
|
|