2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Komcivîna Komela Piştgirîya HAK-PARê li Ewropa çêbû
2016-02-29 10:23


Kemal Burkay jî di komcivînê de amade bû.

Komcivîna Komela Piştgirî HAK-PARê li Ewropa di roja 27ê sibatê 2016 de, bi beşdarîyeke mezin li Frankfurtê pêk hat. Civîn ji alîyê serokê berê Fettah Tîmar ve hat vekirin û bi xwendina sirûda neteweyî ”Eyreqîb” û rawestina ji bo rêzgirtina şehîdan dest pê kir.

Bilî nunerên komîteyên piştgirîyê yên welatên cuda, gelek endam dost û alîgirên HAK-PARê jî beşdar bûn. Nivîskar û siyasetmedar rêzdar Kemal Burkay di komcivînê de amade bû û gotarek pêşkêş kir. Beşdarîya Kemal Burkay di civînê coş û xweşîyeke mezin peyda kir.

Cîgirê serokê HAK-PARê Necatî Bayram jî amade bû û gotarek xwend. Herweha nunerên gelek sazîyan û kesên dost jî beşdarî komcivînê bûn û hineka ji wan axifîn û piştgirîya xwe ji HAK-PARê re nîşandan. Silavnameyên HAK-PAR Diyarbekirê û navenda KOMKAR Almanya jî hatin xwendin.

Heyştê û çar (84) nunerên komîteyên piştgirîya HAK-PARê ji welatên cuda yên Eropayê wek Îngiltere, Fransa, Swîsra, Hollanda, Swêd, Danîmarka, Norweç û Finlandiya û sê herêmên Almanya, ji bo Komîteya Giştî ji her herêmê kesek û ji bo Komîteya Karger pênc kes hilbijartin. Endamê Komîteya karger ev kes in: Hüseyin Evin, Hıdır Mak, Erkan Kılınç, Fettah Timar ve Adnan Sütçü. Komîte wê di nav xwe de serokek û berpirsîyarekî aborî hilbijêre.

Komcivîna Komela Piştgirîya HAK-PARê bi xweşî û hêvîyeke mezin encamda.



Kemal Burkay jî di komcivînê de axifî

Kemal Burkay, di destpêka axaftina xwe de dilxweşîya xwe anî ziman ku îro bi dost û hevalên derveyî welat re hatîye areyekê. Wî got ”Par di Newrozê de ez û Serokê Giştî Fehmî Demir pêkve em hatibûn nav we hevalên dervayî welat. Îsal mixabin me ew hevalê xwe yê hêja windakir. Wê çiqas xweşbûya ku îro ew jî niha bi me re bûya. “

Burkay, di berdewamîya axaftina xwe de qala gav û hewldanên yekîtîya tevgera siyasî yên ji sala 1989 heta niha kir, li ser partîyên legal HEP, DEP, DDP û DBP ku yek li dû yekê dihatin vekirin û girtin axifî û got: “HAK-PAR di vî warî de xeleqa dawî ye. Ew wek projeyeke yekîtîyê hat damezrandin. Wê yekîtîya hêzên kurd ên welatparêz li ser bingehê azadîya gelê kurd û demokrasîyê ji xwe re kir armanc. HAK-PAR herwisa ji bo ku di rewşa xirab ya destpêka salên 2000î de daxwazên gelê kurd ên rewa bilind bike û hêvîyê bide girseyan hat avakirin. ”

”HAK-PAR vê gavê ji bo çareserîya pirsa kurd, partîya yekane ye ku xwedîyê bernameyeka rastbîn û rêk û pêk e. Em çareserîyeke li ser bingehê wekhevîyê pêşniyaz dikin, ev federasyon e.

Burkay, derheqa rewşa HAK-PARê û mecalên pêşketin û xurtbûna wê di nav gel de got ku polîtîkayên rast tenê têrê nakin ji bo serfirazîyê, divê konjuktur jî ango şertên heyî jî rê bidin. Burkay bi berdewamî got : ”Eger em di rewşa heyî de ji dil û can bixebitin û siyaseta xwe bi gel baş bidin naskirin, ez bawer dikim ku HAK-Par wê zûtir mezin bibe û gel hembêz bike”

Kemal Burkay, derbarî veqetandina hinek kadroyên HAK-PARê û avakirina partîyeke din de got: ”veqetandina wan hevalan tiştekî şaş bû, ev windakirina xwînê ye, him ji bo HAK-PARê him jî ji bo PSK. Hêvîdar im ev hevalana rojekê zûtir vê şaşîyê serrast bikin, daku yekîtîya me di nav HAK-PARê de xurtir pêşda here”


Print