2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Nûreddîn Basûd berîya çarde salan ji nav me koçber bû
2016-03-06 11:27


Nûredîn Basûd, yek ji rêveber û damêzrênerên KURD-KAV û HAK-PAR’ê bu k udi salên tund û dijwar de, bi gernasî din av refên xebata sîyasî a Azadîya Kurdistanê de cihê xwe gşrtşbu. Her mirinek demzû ye. Lê ya Nûredîn gelek zûtir bû, Hêja mixabin ku roja 5’ê Adara sala 2016’yan de, bi qezayeke trafîkê de jîyana xwe ji dest da. Di ser vê qezayê de 14 sal borî, lê Nuredîn nehat jibîr kirin, cîyê wî, ma vala.

Nûredîn Basûd, ji Agrîyê bû. Berîya 12’yê Îlonê di nav Komela Mamostayan (TÖBDER) de cih girt û di hemu çalakîyên komelê de beşdar bu. Paşî bu yek jî pêroyên kovara RÊYA AZADÎ û piştî wexta di nav Partîya Sosyalista Kurdistanê de ciyê xwe girt. Heta ku jîyana xwe ji dest da, ew kadro û endameke bijareyê PSK’ê bu. Di nav hemû xebatên demokratîk û sîyasî de xatirnas û bawerpêkiryek bijare bu.

Nûredîn, rayedarek giranbiha, têkoşerek metirs bû. Di dema damezrandina KURDKAV û HAK-PARÊ de gelek xebatên binirx kir. Her wiha di nav HEP û DEP’ê de jî, wek her Kûrdekî şerefmend bi zîrekî xebitî û di nav rêveberîya wan de roleke taybeyt leyist. Nûredin di warê weşana Kurdî, Kowar û rojnameyên Kurdî de jî, gelek xebat û xizmetên bi rûmet li dû xwe hişt. Hêja bû ku rojên azad bibîne, lê mixabin ku zû terka me da. Dost û hevalên Nûredîn hê jî, di şîn û giryanê de ne.

Gelê Kurdistanê ked û emegê Kekê Nûredîn jibîr nake. .

Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR, dost û heval û rêvebirê xwe yê hêja bi xemgînî yad dike.

HAK-PAR, ji bo xebat û çalakî û xizmetên wî, spasdar û minetdarê Nûredîn Basûd e.

06. 03. 2016

Latif EPÖZDEMİR
Cigirê Serokê Giştîyê
Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR



Print