2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKAR Almanya: 1 Gulanê Pîroz be!
2016-04-29 17:36


1.Gulanê roja karker û kedkaran e. Di vê roja girîng de kedkar û karkerên cihanê xwepeşandan, meş û şahîyên cur be cur çêdikin û vê rojê pîroz dikin.

Ev roj ji bo kedkar û karkerên cihanê rojeke giring e û roja berxwedanê û piştgirîya karkeran e.

Pêwîst e bê gotin ku karker û kedkarên cihanê wê îsal jî dîsan vê rojê bi xemgînîyeke mezin pîroz bikin.

Wek tê zanîn ev çend sal in ku li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê êrîşên Rêxistina terorîst a DAIŞ"ê berdewam dikin. Ji alîyê din ve jî li gelek welatên Rojhilata Navîn serê navxweyî dom dikê.

Ji ber van êrîşan û şerê navxweyî bi sedhezaran kesan jîyana xwe ji dest dan. Bi milyonan kes jî ji cih û warên xwe koçber û neçar bûn.

Ji wan koçberan bi sedan kes di rê û behran da xeniqîn. Îro li seranserê dinyayê pirsgirêka herî mezin jî koçberîye. Li gor îstatistîka fermî a Yekîtîya Miletan îro li dinyayê nêzî 50 milyon kes pênaber û koçber hene. Ev hejmareke mezin e û bandoreke neyînî li ser dinyayê dike.

Ev şer û pevçûn ne tenê bandora xwe li Rojhilata Navîn, lê bandora xwe li ser cihanê jî dikê. Wek tê zanîn sala buhûrî li paytexta Firansa, li Parisê û çend mehan berê jî li paytexta Belçîka, li Brûkselê Rêxistina Terorîst a DAIŞ‘ê bombe teqandin û bi dehan kesan jîyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî ji ber wan êrîşên hovane birîndar bûn.

Ji ber wan êrîş û teqandina bomban hukumetên welatên Ewropa gelek qanûnên nû ên ewlekarîyê derxistin û ev qanûn jî zêdetir wek neyînî bandora xwe li ser bîyanîyan dike.

Ji ber wan êrîş û bûyerên vê dawîyê jî li gelek welatên Ewropayê rewşa karker û kedkaran û bîyanîyan jî xirabtir bû.

Li welatên Ewropayê roj bi roj hejmera betalan zêdetir û xirabtir bû. Karkerên bîyanî nikarin ji xwe re kar peyda bikin. Ev yeka jî tesîrê li ser malbatan dike. Rewşa bîyanîyan ji ber vê yekê roj bi roj xirabtir dibe.

Li hêla din jî, ji ber van êrîşan li welatên Ewropayê nijadperestî û dijminatîya bîyanîyan zêde dibe. Partîyên nijadperest roj bi roj xurtir dibin û hejmarên wan zêdetir dibe. Herweha partî û grûbên nijadperest van êrîşan dikin hêncet û bîyanîyan wek potensîyel dijmin û sucdar nîşan didin.

Gava meriv bala xwe dide van pirsgirêkan, yek dibîne ku rewşa dinyayê ber bi başîyê ve naçe û roj bi roj ber bi xirabîyê ve diçe. Ev yeka jî mirovatîyê û peşeroja karkeran bê hêvî dike. Ji ber vê yekê divê karkar û kedkarên cihanê li dijî şer û êrîşên DAIŞ‘ê dengê xwe bilind bikin da ku ev rojên tarî cihê xwe bi ronahîyê ve biguhêze.

Em bangî karker û aşîtîxwazên dinyayê dikin ku dengên xwe di 1. Gulanê de bilind bikin li dijî şer û êrîşên DAIŞ‘ê bisekinin.

Bila aşîtî, aramî û wekhevî werê Rojhilata Navin.

Bangî karker û kurdên dîyasporayê jî dikin ku di çalakîyên 1. Gulanê de cih bigrin û daxwaza wekhevîyê, aşîtîyê û azadîyê bikin.

Bijî 1. Gulanê !

Bijî wekhevî û biratîya gelan!

Yêkitiya Komelên Kurdistan-KOMKAR


.....................

1 Mayıs Kutlu Olsun !

1 Mayıs işçi ve emekçilerin birlik, dayanışma ve direniş günüdür.

İsçi ve emekçiler her yıl bu tarihi günü yürüyüş, miting vb. değişik etkinlikler düzenleyerek coşkuyla kutluyorlar.

Bu yılki 1 Mayısın, Ortadoğudaki iç çatışmalar ve İŞİD"in Kurdistan"a yönelik saldırıları nedeniyle buruk kutlanması bekleniyor.

Öte yandan yıllardır sürüp giden çatışmalar bölgeyi bir kan gölüne dönüştürmüş durumda.

Şimdiye kadar savaşta yaşamını yitiren sivil ve savunmasız insanların sayısı yüzbinleri aştı. 10 milyon dolayında insan yerinden, yurdundan ayrılarak göçmen durumuna düştü. Yaşanan kitlesel göç sırasında en çok kadınlar ve çocuklar acı çekti. Binlercesi yaşamını yitirdi, yüzlerce insanın cesedi Ege sahillerine vurdu. Gelinen aşamada kitlesel göç olayı dünyanın en önemli sorunu haline dönüşmüştür. Birleşmiş Milletler Örgütü’nün resmi verilerine göre günümüzde dünyada 50 Milyon dolayında göçmen bulunmakta ve bu rakam dünyayı ve insanlığı olumsuz yönde etkilemektedir.

Ortadoğu’da yaşanan çatışmalar ve İŞİD"in kanlı saldırıları salt bölge ile de sınırlı kalmadı. Söz konusu savaş tüm insanlığı ve dünyayı tehdit eder bir noktaya vardı. İŞİD barbarlarına göre kendilerinden olmayan herkes düşmandır ve yok edilmelidir. Geçen yıl Fransa"nın başkenti Paris’te ve bir kaç ay önce Belçika"nın başkenti Brüksel’de İŞİD"in patlatığı bombalar ve gerçekleştirdiği saldırılar, tehlikenin hangi boyuta ulaştığını ortaya koymaktadir.

İŞİD’in baş başvurduğu terör saldırıları Avrupa ülke hükümetlerini ek güvenlik önlemler almaya, yeni yasalar çıkarmaya ve ekonomik kaynaklar ayırmaya zorladı. Bu durum halkın sosyal ve ekonomik yaşamını hergün biraz daha zora sokmaktadir. Çıkarılan yeni yasalardan en fazla etkilenen yabancı işçiler ve göcmenlerdir. Bu gelişmelerden sonra yabancı işçiler iş bulmakta zorlanıyor ve bu durum göçmen aileleri olumsuz bir biçimde etkilemektedir.

Avrupa’daki ırkçı ve yabancı düşmanı parti ve gruplar söz konusu saldırıları bahane ederek yabancılara potansiyel suçlu gibi yaklaşmaktadırlar. Yabancılara karşı ırkçı ve düşmanca saldırılar her geçen günü biraz daha artmaktadır.

Bütün bu nedenlerle tüm işçi ve emçilere çağrıda bulunuyoruz: Gelin 1 Mayıs etkinliklerine kitlesel bir biçimde katılın. Savaşa karşı sesinizini yükseltin, yabancı düşmanlığına karşı durun. Dünyada barış ve güvenli bir yaşam için güçlü bir biçimde haykırın.

Yaşasın 1 Mayıs!

Bijî 1ê Gulanê !

Bijî aştî û wekhevî !

KOMKAR-Kurdistan Dernekleri Birliği- Almanya

Print