2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Konsêra Şivan Perwer li Kopenhagê bi coşeke mezin derbas bû
2013-05-19 19:54


Yilmaz Yildiz/Dema Nû/Kopenhag

Di roja 17.05.2013’ande, bi amadekarîya KOMKAR-DK, konsêra hozanê gelê kurd Şivan Perwer li bajarê Kopenhagê, li taxa Albertslund’ê hate li dar xistin. Konsêr ji serî heta dawîyê serkeftî derbas bû û girseyeke mezin ji kurdên nîştecîhên Kopenhagê û derdorên wê tê de beşdar bûn.

Konsêrê bi yek deqe rêzgirtin ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir. Piştre jî grûba zarokan a bi navê ”Koma Wanê” derket ser dîkê û hunera xwe pêşkêşî beşdaran kirin. Koma zarokan bi wî temenê xwe ê biçûk û bi deng û awazên xwe ên balkêş, demeke gelek hêja ji bo mêvanan pêk anîn. Piştre jî hunermenda ji Rojavayê Kurdistanê, Şêrîn Hûrî hate ser dîkê û bi hunera xwe mêvan rakir şahî û dîlanê.

Gava ku hozanê gelê kurd Şivan Perwer derket, hemi mêvan rabûn ser pîyan û bi çepikan pêşwazîyeke germ lê kirin. Hozan Şivan Perwer bi deng û awazê xwe ê xweş - him bi stranên xwe ên klasîk û him jî bi stranên folklorîk û bi melodîyeke xurt heta derengî şevê beşdar di nav coş û şahîyê de hiştin.

Ji bo rêzgirtina li kar û xebat û keda hozan Şivan Perwer di derbarê çand û kultûra kurdî de, KOMKAR xelatek pêşkêşî wî kir. Şivan Perwer jî di axaftina xwe de gelekî spasîya KOMKAR’ê kir û kêfxweşîya xwe ji bo vê dîyarîyê anî ziman.













Print