2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Hevpeyvînek bi helbestvan, nivîskar, Dr. Eskerê Boyîk ra
2016-06-14 22:58


Necla Çamlibel


Di wan rojan da min bi nivîskar, helbestvan, welatparez Dr. Eskerê Boyik ra hevpeyvînek çêkir, min pirs kir mamoste ji dur û dirêj bersiv da. Di hevpeyvînê da pir tişten balkêş û dirokî henin. Ez baverim ku, xwendewanên me ji wî hevpeyvîne gelek tişt hinbin.

Mamoste, ez dixwezim bi çarînek te, dest bi hevpeyvînê bikim.

Welatê min heye dûr
Jê ra dibên Kurdistan,
Birîna min heye kûr
Dişewite bê derman

Pirs: Mamoste, gora te Eskerê Boyik kî ye? Tu dikarî xwe hinêk bidî nasandinê?

Bersîv: Ez evdekî kurd im, kurdê Êzdî . Pêșyê min du sedsal berê, dor salên 1820-1825 ji Kurdistanê- Ȇzdîxana Serhedê, ji ber fermaneke xûnrêj berbi hidûdê dewleta Rûsyayê revîyan e, gihîștine Ermenistana îroyîn, çiyayê Elegezê.

Ji pey çend salê koçeryê ra di navbera çiyayên Elegezê û Axmixanê 12 gundê vala ji xwe ra șên kirin e. Yek ji wan jî Gundê min Qundesaz e. Zûtirekê ew herêm dikeve bin desthilatdarîya dewleta Rûs. Ew êlên Kurdên Êzdî jî bextê xwe bi dewî dewleta Rûs va girê didin, ji zulm û komkujiyên dewleta Osmanyê û fanatîzma olperest ya Bisilmanîyê xilaz dibin.

Ew herêm, bi hewa xwe zozan e. Zivistan sar û dirêj e, hewa sert e, bi mêtira berf dikeve, bagerên berfê riya dixitimine, hișkî û seqem digihîjin asta here bilind. E‘bûra xelkê li ser xweyîkirina heywên e. Xelkê heremê dest serma zivistanê mecbûr in 6-7 meha sewalê xwe hundur da xweyîkin.

Bihar-havîn kinin lê pir xweșin, zozan, mêrg-çîman, deșt bi kulîlk tên xemlandinê, dibin bihușt. Çandinî ce, genim û gîha ye. Daristan tune ne. Kanîyên avan kêmin. Çemekî zirav nava gundê me ra dikșe, ew jî ji berfhela çiyayê Elegezê tê, dewya havînê diçike.

Çiqas jî, devedevî dused salî ye, êzdîyan ew gund ji xwe ra șên kirine-dijîn, lê ziman, erf-edet, bawarî, netewetiya xwe, reng û rewș, heta cil û berê xwe jî rind xweyî kirin e.

Ji pey herba cihanê ya ewlin ra Ermenistan jî dikeva nava hidûdên welatê Sovêtê. Ew gundên Êzdiyan jî șên dibin, wan da dibistan vedibin, civak bi qeydekî nû rêva diçe.

Sala 1941ê, dema herba cihanî ya duyemîn, şerê di navbera Almanya Hîtlêryê û Welatê Sovêtê da dest pê dike. Roja dayîkbûna min, bavê min dibine ber şêr, ji bo wê jî navê min datînin Esker.

Seva wî navî, jîyanê da, ez rastî gelek teda û neheqya hatim. Ermenya pir êş ji destê leşkerê Tirka dîtibûn. Jibo vê sedemê vî navî hiz nedikirin. Gerekê dê-bav bi zanebûn navên gelê xwe li zarokê xwe bikin, ku paşê jibo sedema navê zarokan poşman nebin.

Pirs: Raste mamoste lê niha em dizanin ku, navê te çima Esker e. ez naxwazim gotina te bibirim keremke, Pașê?

Bavê min heta here li ber şêr, ango heta sala 1941-ê mektebên gundên Kurdê Ermenistanê da mamostayê ziman û edebyeta kurdî bûye. Wê demê bi qirara Stalîn ji civakê kêmjimar, nav wanda wusa jî Êzdî nedibirin pêșenya șêr. Bavê min bi rezadilî diçe şer. Sala dewî hêsîr dikeve dest dijmin. Ji pey şêr ra, bi qirara STALÎN hema rêya vegerê da digrin sirgûnî Sîbîrê dikin ku karê komirê da bixebite. Ji pey mirina Stalîn ra ,sala 1953-a, nû ji sirgûnyê vegerya mala xwe.

Ez êdî șagirtê dibistanê bûm. Ji pey xwendina navîn, meremê min bû xwendina xwe di warê edebyetê da berdewan bikim. Min helbest dinivîsîn. Lê xwestina bavê min bû bibim pêşekzanê malhebûna gundîtyê û ji pey xwendinê ra vegerme gundê xwe. Ewî derheqa helbestvanyê, nivîskaryê da qet nedixwest bibihîsta, nenhêrî pir ji edebyetê hiz dikir. Di xwendina edebyeta hemdinyayê da ez deyndarê wî me.

Pirs: Xuyaye ku tu bin tesirê bavê xwe da mayî.

Hê zaroktayê da ez bi wî nasî efrandinê Balzak, Mopasan, Lêv Tolstoy, Şoloxov, Tûrgênyêv, Raffî, Dyûma û gelek, gelekên din bûm...

Ez çûme bajarê Yêrêvanê zanîngeha Malhebûna Gundîtyê. Min rind duxand. Ji pey qedandina zanîngehê ra zanyar-mamostayên wur nehîştin ez vegerme gund. Derê xwendina doktoryê li ber min vekirin. Min sala 1974-a têza doktorya Aboryê sitand û Înstîtûta zanyaryê-lêkolînê ya Aboriya Malhebûna Gundîtyê da bûm serokê parê. Pêra jî li zankoya min lê xwendi bû dersê Rêvabirina Malhebûna Gundîtiyê dida xwendevana. Zêdeyî 25 sala ez li wur xebitîm…

Mecal usa bûn, ku bêy karekî hîmlî nivîskarên Kurd nikaribûn bi weşena berhemên xwe ebûra xwe bikin, mala xwe xweyîkin.

Nivîskarekî me bi laqirdî digot:“Karê rojane, haşa kevanya mala min e, ew xwerinê dide zarokan, malê xweyî dike, rêva dibe, lê edebyet dilketya min bû, evîn û hizkirya min bû. Ez temamya rojê hîvyê bûn, ka kî çaxê mecal çêbe ku ez birevme li cem evîna xwe...“

Dewya salê pêncîyî bajarê Yêrêvanê, bû merkezeke pêşvabirina çanda kurdî. Radîoya Yêrêvanê da beşa axaftinê kurdî, Rojnema Rîya Teze, Akadêmya Ermenistanê, ya zanyarî da para KURDZANYÊ, beşa nivîskarên Kurd, li rex Yekîtya nivîskarên Ermenistanê, ji pey navbira 20 sala ra, sala 1955a, dîsa bi firetî dest bi karê xwe kirin.

Ez sala 1961-ê çûme bajarê Yêrêvanê ketime li nav wê tevgera germ. Nivîsên min, hêla salên dibistanê da di rojnema da çap dibûn. Karê rewşembîrî, zaneyên Kurd civandibûn li dor wan îdarên çandî yê jorgotî. Armanc yek bû: danîna bingeha qewî ji bo karê pêşdabirina ziman, çand û dîroka kurdî. Heftê tune bû, ku rewşembirên kurd, cîkî li hev necivyana. Em jî wê demê birek gêncên zanîngeha bûn, diçûn binatara wan da rûdiniştin. Teva hev nas dikirin. Ew civînên rewşembîra zanîngeha perwerdê bû me geleka ra. Di tevî xwendina zanîngehê, ew jî seva nivşê me bû zanîngeha ziman, çand, rojnemevanî û dîroka kurdî…

Pașê Welatê Sovêtê ser meda hilweșya. Ez mecbûr mam min her tiștên xwe hîșt ji Ermenistanê derketim, Niha Almamyayê me…

Pirs : mamoste, tu jor jî hinek qalkir, lê kingê behsa kurdên Sovyeta kevn dibe, Radyoya Erîwanê û Rojnama Riya Teze tê bîra me Kurdan. Jiber ku ev du dezgeh, jibo Kurda gelek xizmetên giranbûha kirîne. Ruhîyeta Kurd bûnê geş kirine, pêş da birine. Ji kerema xwe, dikari hinek behsa rojnameya Riya Teze û Radyoya Erîwanê bikî.

Bersîv: Çi ku di wan sala, di hêla folklor, dîrok, çand û hunera kurdî da hate kirin bi saya dewleta Sovêtê ȗ siasya wê ya netewîye rast bȗ.. Hema rojên xwe yê ewlin da wê deshilatdaryê guhdarîya hêja danî ne tenê li ser xweyîkirina mafê gelên mezin û deshiletdar, çawa timê dîrokê da dibe, vê care gelên kêmjimar jî nehatin jibîrkirin. Biriyar hatin girtin ku netewên kêmjimar jî ji halê şûndamayîna kûltûrî, nezanî û koletiya dewr-zemana derxin, wan jî bigihînin asta gelên pêşvaçûyî.

Di nav wan netewên kêmjimar da usa jî kurd hebûn. Kurda ra jî derfet di hêla çand, kûltûr û zaniyariyê da çê bûn. Salên qeydê Sovêtê gelek bûyarên, mezin çawa yên ronayî wusan jî yên tarî di jiyana gelên wî welatî da qewimîn. Ew para kurda jî, di wan 70 salê desthilatdariya Sovêtê da, di nava dijwerî û destanîna, hilketin û daketina ra derbas bû. Di warê çand, kûltûra û zaniyarê da jî kurd rêke ne rehet derbaz bûn.

Civaka /Ȇzdî/ qirr- birr û gênosîda salên 1915-1920 dîtî, ji wê keresetê bi cûrekî filitî, tazî-birçî, bê cî û war, nîvkoçer, nexwendî hê di qewlên eşîretiyê û fêodaliyê da, carekêva hemû gelên Sovêtêra tevayî li ber dezgê veçêkirin û jiyana sosîyalîzmê sekinî. Gund û şênên kurda da dibistanên netewî vebûn, dersdar hatin hazirkirin, civak bû xwediyî rojneme, radiyo, beşa nivîskaran, kurdzaniyê, xwendinxana dersdarhazirkirnê, tîatroya dewletê, komên kilam-reqasê...

Bi tîraja hezaran pirtûkên wejêyî, zargotinê, zaniyarî, siyasî, werger, pirtȗkên dersan hatine weşendin. Sê elfeba hatin guhestin. Elfeba li ser girafîka latînî ya ewlin kurden Sovêtê demezirandin. Pirtûk ȗ rojnema kurdiye ewlin bi wan tîpan cara ewlin li Yêrêvanê hatin weşendin. Romana kurdiye ewlin dîsa para kurdên Sovêtê dikeve. Bi heqî gerekê bê xumukurhatin, ku ciyê vala civakeke rewşenbîr pêşda hat, bi nivîskar, zimanzan, zaniyar, hunermend, rojnemevan, dersdar, pêşekzanên warên cûrbecûr.

Bi gilîkî, vê para kurdan, salên xweye dema Sovyetê vala derbas nekirin. Mecalên ji bo wan çê bûbûn bi temamî û serfirazî kêr anîn. Dema weletê wan Kurdistana perçekirî da kurd û kurdeyatî qedexe bûn, wek çirake ronayê, hîviya jiyanê ew dûrva li gelê xwe dihatin xanê, dengê wan digihîşte welêt, her kurdekî ra dibû hêvî û gumana pêşîrojê.

Nenihêrî kurd hersê komarên Kavkaza Sovyetê: Azerbaycanê, Ermenistanê, Gurcistanê û komara Tûrkmênistanê ya Asiya Navîn da dijîtin lê bawarkî ji sedî nodipêncê wî karî li komara Ermenistanê, ji aliyê kurdên Ermenistanê da hatiye kirin.



Hejmara rojnema RIYA TEZE ya ewlin 25.03.1930 li bajarê Yêrêvanê, bi elfeba girafîka latînî, ku Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo hazir kiribûn hate weşandin. Rojneme organa wezîreta ronkayê ya RSS Ewmenistanê bû. Armanca weșendina rojnemê bû wê para Kurdan bikșîne nav karê çêkirna sosîalîzmê û sîasya nû va bide girêdin.


Di roja ewlin da rewşenbîrên kurde wê hênê Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî, Casimê Celîl û yên din dora rojnemê civyan, kar û barê wê hildan li ser milê xwe. Ji bo rêk-pêk weşendina rojnemê, nivîskarê Ermenî Hiraçya Koçar, Herûtiyûn Mikirtçiyan, Gevork Parîs alîkariya mezin dan karkirnê rojnemê. Ew tev jî di nav kurdan da mezin bûbûn, kurmancî rind zanibûn û dilsozê gelê Kurd bûn. Heta sala 1934 a bi berpirsya wan rojneme dihat weşandin.

Berpirsiyarê rojnemêyî ewlin yê bi eslê xwe Kurd Cerdoyê Gênco bû (1934-1937).
Di hejmarên rojnemê yên wan sala da, biryarên Partya Komûnîstiyê, hukumata weletê Sovêtê û Ermenistanê hatin e weşendin. Guhdariya hatiye danîn li ser pirsgirêkên li ser bingeha weguhestinên sosyalîstiyê di warên malhebûnyê, gunda da çêkirina kolxozan, bi rohê siyasiya nû perwerdekirina civakê, dostanî û biratya gelan, karê hildana nexwendîtiyê, mafê jinan, cîwanan, şerkarya dijî edetên kevne zîyandar, serokeşîr, zengîn, milkedar û olperestan.

Tîraja (hesabê) rojnemê ya sala ewlin 600 heb bû, sala 1932 gihîşte 1300 î. Sala 1936 a tenê li nehya Aparanê hesavê aboneyên RÎYA TEZE gihîşte 600 î. Rojneme li nav gundên Kurdên Ermenistanê, usa jî avtonom rêspûblîka Naxîciyêvanê /Azeyrbêcan/ û li bajarê Tilbîsê /Gurcistan/ bela dibû.

RIYA TEZE bi rastî jî wê demê roleke mezin di jîyana kurdên Sovêtê da lîst. Xwendevanê kurd rojnema xwe dîtibûn, di her malê da ew bû mêvana hizkirî. Rojnemê bingeha xwe li nav kurdan da danî.

Lê dijweriyên dîktatoriya stalînîzme, rojên nexweş wê para kurdanra jî anîn. Dezgenên kurdaye çandî, perwerdê, weşenê hatine rawestandin. Bi mena giva ji bo guhestina elfebê (elfeba kurdîye latînî bi elfeba herfên kirîlî), weşena rojnema RIYA TEZE jî bi wedelûyê hate sekinandin.

Wê „wedelûyê“ bawarkî 17-18 sala kişand. Tenê du sala ji pey mirina Stalîn ra, sala 1955 a, carke din dest weşena RIYA TEZE bû..

Vê carê rojneme bi tîpên kîrîlî, kîjan Hecîyê Cindî li ser girafîka Rûsî hazir kiribûn hate weşandin,. Ev dema weşena rojnemê ya here bi hêz û geş bû.

Eger salên bîstî, dema desthilatdarîya Sovêtstana nû Kurdên welatê xwe ra hinek derfetên pêşvaçûyînê vekirin, ji bo rêvabirin û xebata kurdewaryê, lê kadrên kurdan yên xwendî û zane pirr kêm bûn. Vê carê meydan vala ne bû. Li rex zanyar û nivîskarên navdar birek xort û keçên Kurd ku xwendina xwe ya bilind xilaz kiribûn, yan ber xilazkirinê bûn. Hazir bûn wî barê giranî pîroz bi serfirazî pêşva bibin.

Rojneme kete nava cêrga çend rojnemên komarêye here hukumdar. Bû berdevka Komîtêya navendî ya PK Ermenistanê, parlamênt û Sovêta wezîrên Ermenistanê. Mecal û mikanên rojnemê beranberî mecalên rojnemên komarêye here navendî bûn û fînansekirina wê ji alyê dewletê va dihat kirin.

Berpirsyarê rojnemê tim dihat hilbijartin wek parlamêntarê Meclîsa komarê ye bilind û endemê Komîtêya navendî ya PK a Ermenistanê. Xebatçiyên rojnemê jî diketin nava sîstêma xebatçiyên Komîtêya navendî ya PK û hukumatê. Weletê Sovêtê da xizmetguhdariyê xebatçyên wê sîstêma hukumdar ser dereca here bilind dihatin mîaserkirin. Nexweşxane, dukan û xizmetgudariyê din ji bo wan bijare bûn, bajêr da zû avayî didane karkirê wan.

Di nav wan salan da (34 sal) berpirsarê rojnemê yê herdem Mîroyê Esed Mistoyan bû. Di nav wan sala da time 12-14 karmendên rojnemê hebûn.

Heftyê da rojname du cara dihate weşendin, çar pelên biçûk bûn. tîraja wê digihîşte devedevî 5 hezarî. Navê wê kiribûn kataloga cihanî ya rojneme û kovarê weletê Sovêtê. Her kesî, çawa komarên weletê Sovêtê, usa jî ji hidûdê Sovetê der karibûn bibûna abone û RIYA TEZE bistandana.

Rojnem ya dewletê bû, sîyasiya welêt dimeşand, belge, qirar-biryarê dewletê bi wergera kurmancî diweşand. Carna, dema bûyarên mezin, heçar pel jî ew belge bûn. Xêncî wan gelek gotar û nivîs ji navenda jorê dihatin standin. Gotarên sîyasî, ji emrê partiya Komûnîstiyê, şirovên derheqa pirsên Markisîzm-Lênînîzmê, civakî, deng û besê cîhanê, welêt. Ew hemû bi mecbûrî, kurmancî dihatin wergerandin û rojnemê da dihatin weşendin.

Berpirsiyaryê guhdarî didan li ser pêşvaçûyîna emrê kolxoz, sovxoz, fabrîkan, mekteb û îdarên xwendinê, obiyêktên çêkirinê, destanînên xebatçiyan û pirsên din. Naveroka gelek nivîsara qet kurdîtîyêva girêdayî jî nîbû. Evê yekê li nav xwendevana da gazin pêşda tanîn. Ji bo ew nivîsarên min besa wan kir, payê pirê bi zimanên din rojnemên rojane da dihatin weşendin, bi radyoyê dihatin dayîn, paşê heta RIYA TEZE da derdiketin êdî kevn dibûn û pêwîstiya wan nedima.

Pelek yan nîv pel ji bo kurdîtîyê dima. Di wî pelî da ser pirsgirêkên kûrdîtîyê: dîrok, çand, hunur, edebîyat, ziman, zargotin, perwerde, werger û pirsên civakî dihatin rawestandin.


Karen weșena çand, folklore, hunermendyê parên edebyetê kûltûrayê dimeșandin. Matêriyalê vê parê timê pirr bûn û bi meha hîvîya weşena xwe diman. Hinek wusa jî nedihatin weşendin. Nivîskar û rewşenbîrên Kurd salbisal pirr dibûn, mecalê weşenê jî kêm dibûn… Xêncî wî perrê rojnemê mecaleke weşendinêye din efrandarên Kurd ra tune bû.

Ya dijwer stadiya dewyê bû. Berpirsyar û cîgirê di werê kontrolê da gelekî fesal û hişk bûn. Ji bo peyveke bi şik helbest yan kurteçîrokên delal nediweşandin.
Ji her tiştîda berbiçev bû, ku ew rojnema biçûk nikaribû xwestekê rewşenbîriya kurdî pêk banîya, rojnema wek navekî mezin hebû lê mecal tunebû.

Çi jî heye RIYA TEZE rojnema me-kurdan bû, her tiştê wê kurdewarî bû. Heta axaftina civînên xebatkarê wê, civînên tevî gotarvanan, piratokol, her nivîsên wan yên biçûk û mezin, gişk bi kurmancî bûn. Min nedît careke rêdaksîyayê da xêncî kurmancî bi zimanekî din bê axaftin. Nenhêrî xwendina teva ermenî yan rûsî bû û weke wan netewan, carna ji wana jî çêtir, paqijtir zimanê wanî edebî zanibûn.

Di nav rewşenbîrîya kurden Ermenistanê da şerm bû, ku hevra bi zimanekî din biaxivin. Loma jî nêzkaya salê heyştêyî li nav kurdên Ermenistanê da bengeha zimanê kurmancîyî edebîyetêyî standart hatibû avîtin.

RIYA TEZE pêșengiya paqijayî û rastnivîsê zimên dikir. Wê derecê da rola wergerê û wergervana pir bû. Rojê bi deha nivîsên pirrcûre û pirrserecen ji zimanê rûsî û Ermenî ji bo axaftinê radiyoyê û rojnemê dihatin wergerandin. Wergera dicedandin wan nivîsan bikine kurmancîyek wusa ku ji bo xwendevan û guhdarvanan pirr têgihîştî bin.

Sala 1989 a bi pêrêstroyka Gorbaçov welatê Sovêtê da dest bi tevheviyê bû. Bingeha rojnemê hejîya. Ermenistanê da jî bakî nebxêr li civaka kurd rabû. Bi alîkarya şovûnîstên ermenî di nav wê para kurdan jî dutîretî çê bû, bere-bere mecalên rojnemê kêm bûn û dewîya salên nodî RIYA TEZE kete halê hebûn-nebûnê.

Fînansekirna wê ji alîyê dewletê va bere-bere kêm bû û ji pey hilweşîna welatê Sovêtê ra lap hate birîn. Rîtma weşena rojnemê jî xirab bû. Eger berê heftê du cara dihate weşendin, paşê bû heftê carekê, mehê carekê, çend meha carekê…
Weşena rojnemê derbazî elfeba latînî bû. Xebatkarê wê jî bere-bere kêm bûn, niha jî redactor Tîtalê Kerem nivîskar Mirazê Cemal tenê mane…

Dema derheqa kurdên Sovêta berê, jîyana wan, kûltûr û çanda wan da axaftin dibe, berê ewlin radîyoya Yêrêvanê tê bîranîn, besa sitiran û dengbêjan, sazbendî û sazbendan tê kirin. Wî wextî, gava li heçar perçê Kurdistanê, berê ewlin perçê herî mezin Kurdistana Bakûr da dagerkiran, nîrê xwe yê zulmê û tunekirinê li ser gelê kurd giran kiribûn, bi toqê kemalîzmê û pan-tûrkîzma nijadperest e xezeb gelê me dixeniqandin, dipelçiqandin, ziman, nav, nasneme, çand, dîrok, heyîtya kurdewarî berk dihate înkarkirin. Aşê asîmlekirinê bi temamya hêza xwe dixebitî, dengê radîyoya Yêrêvanê, zaravê kurmancîyî şîrin, stiran û miqamê kurdî wek leylana biharêye xweş, her roj hidûdên dewletên xezeb dibirîn, derbaz dibûn, diçûn digihîştin dilê evdên zêrandî, bindest, ji wan ra dibûn hêvî, dermanê jîyana kurdewariyê, heyîtiyê, kela azadî û berxwedanê.

Beşa axaftinên kurdî ya Radîoya Yêrêvanê sala 1955 a meha çile da bi resmî dest bi weşana xwe kir. Raste berê jî, carna çend deqîqa bi radyoya Yêrêvanê axaftinên kurdî hatine dayîn lê vê carê bi resmî, bi dewletî ji alyê Moskivayê da beşa Kurdî hat vekirin.





Wê demê çiqas jî merivên xwendî di nav kurda sovêtê da hebûn, lê dîsa jî kadrên pispor ku karibin wî karî bimeşînin tune bûn. Salên ewlin bi alîkariya zaneyên Ermenî karekî xurt hate kirin. Di nava çend sala da, axaftinên Kurdî ji axaftinên radyoyê yên bi zimanên din danedixistin. Di demeke kin da nav û dengê Radîoya Yêrêvanê li nav Ermenistanê, Kurdên welatê Sovêtê û hidûdên wê der bela bû. Dengê kurdîyî şîrin çawa mizgînîya heyîtîyê gîhîşte Kurdistana qeytkirî.

Berpirsîyarê vê beşê, yê ewlin heta sala 1957 an nivîskarê navdar Casimê Celîl bû. Ji sala 1957-1981 ê wek berpirsîyarê beşê Xelîl Mûradov hate kivşkirin. Sala 1981ê heta 1994 an berpirsyarya parê hate sipartin rêdaktor û rojnemevanê parêyî berê Ahmedê Gogê bû.

Gerekê bi heqî bê gotin salê ewlin heta nîvê salê heyștêyî karê bingehîn hate kirin. Salên ewlin ji alîyê dewletê va guhdarîke mezin dihate danîn ser wê parê. Wedê axaftinên rojane zêde dikirin. Bi radîyoyê bernemên çandî, zanyarî, dîrokî, perwerdeyî, malhebûna gundîtîyê, yên sîyasî, dostaniya gelan dihatin dayîn, radîyokompozîsiya dihatin hazirkirin. Dengxana radîoyê bi kilam û ewazên kurdî dihate dagertin. Bi gilîkî kar li parê da dikelya. Bawarkî ji sedî heyștê dengxana radîoyê wan salan hate demezirandin.

Raste meremê axaftinan dijî împêralîzmê piropaganda sosîyalîzmê bû, lê ew piropaganda jî hîmlî bi rengê azadîhiziya gelê bindest dihate kirin. Kîjan jî rastî ji bo hişiyarbûn û xweparastina gelê meyî bindest pêwîst bû. Ji pey sala 1994 a ra kar û barên wê ocaxa kurdî bi temamî ketin ser milê dîktorê (sipîkêr) wê parêyî emekdar Keremê Seyad û malbeta wî. Kerem karekî welatparêziyêyî hêja kir, nehîşt wan salên hilweșîna Sovêtê yê dijwer da ew çira kurdewarî Ermenistanê da vêse.

Ji sala 1992 an dema axaftinan ji sehet nîvekê daxistin nîv sehetî. Rex wê Para axaftinên ji bo Êzdîyan hate vekirin.

Niha, dema derheqa para axaftinên Kurdî ya Radîoya Yêrêvanê da gilî vedibe hîmlî dengbêj û sitiranbêja jibîr tînin. Ji bo him bi dengê Radîoyê, him jî bi kasêtan karê sitiranbêjan li nav gel da hatîye belevkirin û li ber çava ne.

Lê ew karên hêja di werê pêşxistina ziman, dîrok, edebîyet, tîatro, rojnemevanî, erf-edet, kevneşopîyên kurdî da tarîyê da dimînin. Gerekê bê gotin karên jorgotî jî ji sitiranan kêm hewaskar û serketî nînin û ji wan gelek tiştên fêrbûnê hene. Gelek nimûnên zargotinê bi xêra parê ji undabûnê xilas bûn.

Lêkolîna belgeyên wê parê sifetê jîyana wê para gel bi temamî kare bîne ber çavan. Dengê gelek şexsîyetên Kurd tek dengxana Radîoya Yêrêvanê da meriv kare destxe. Ji bo wê jî wedeye Kurd wê dengxwenê xweyî derkevin. Eger belgeyên wê îro lazim nebin jî, wê çend sal şûnda pêwîstya wanê gelekî bilindbe. Xizna dengxana para axaftinên kurdî ya Radîoya Yêrêvanê berhemên xebata bi hezaran rewşembir û zaniyaran e di dirêjaya 40-50 salî.
Para axaftinên Kurdî da, timê, deh-dunzde rewşembîr bi resmî xebitîn e, ji wan gelek şexsîyetne bi nav û dengnin di dîroka edebîyeta gelê me da.

Para axaftinên Radyoya Yêrêvanê ya kurdî roleke dîrokî di pêşxistina sitiranbêjya kurdî da lîst. Dengê wê radyoyê tê bêjî temamya Kurdistanê da bû ronaya xwehisiyanê, kulîlka sitiranbêjîyê ya çilmisî geş kir.Jîyaneke nû, hêzeke nû, hişîyarbûneke nû wî werî da çê kir.

Eger hinek warên pêşdabirina ziman û çanda kurdî da rola kovara HEWAR ê û Bedirxanyan tê pêş, lê di warê pêşxistin, parastin û di nû va jîyankirina stiranbêjîyê û sazbendîya kurdî da rola Radîoya Yêrêvanê kêm nîne. Çiqas ku ez zanim, sitirana kurdî ya ewlin, ku bi radîoya Yêrêvanê hatîye dayîn “Bêrîvana” dengbêjê dengxweş Efoyê Esed bû.

Paşê ji pey hev sitiranên Şeroyê Biro, Ahmedê Mîrazî, Zadîna Şekir, Sûsîka Simo, Fatma Î’sa, Egîtê Têcir, Belga Qado, Bêmalê Keko, Reşîtê Baso, Mehmedê Mûsa, Karapêtê Xaço, Mecîtê Silêmîn, Aslîka Qadir, Memoyê Silo, Xemoyê Hesen, Kubara Xudo, Seyadê Şamedîn, Şibliyê Çaçan, Sîsa Mecît û gelek- gelekên din bi sazbendiya Egîtê Cimo, Xelîlê Evdile, Taharê Emer û gelekê din hatine nivîsar.

Ew tev ji bawarkin dengbêj û sazbendên gelêrî, yên xurt û dengxweş bûn. Sitiranên wan, hîmlî ji derîya zargotina me ya ji dewrana dihat. Demeke kin da ew dengbêj tev jî li nav guhdarên radîoyê da hatin naskirin û hizkirin. Fonda dengxana Radya Yêrêvanê bi kilam û dengê wan tije bû…

Niha ji wan dengbêjan tek-tûka mane. Lê xêra Radîoya Yêrêvanê dengê wan, sitiranên wan, ew durr û cewahirên xizna dengbêjîya gelê kurd ji undabûnê xilaz bû û bû hebûna gel ya heta-hetê.

Ya sereke ew bû ku sitiran pirr bi hostatî, pirofêsîyonalî, xemxurî, bijartî, bêy tiştên zêde dihatine nivîsar. Guhdarya mezin dihate danîn li ser zimên, ewêz, deng. Saya wê yekê jî kilamên 40-50 sal berê di Radîoya Yêrêvanê da hatne nivîsar, tê bêjî kevn nabin, bedewî, şîrnayî û tema xwe wunda nakin.

Tevî kilam û ewazan usan jî destanên gelêrî yên wek Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Ker û Kulik, Zembîlfiroş, Memê û Eyşê, Sêva Haco, Dimdim û gelekên din bi sitiran û çîrok hatin nivîsar. Ji wan gelek, bi veçêkirna nivîskaran bûne radîokompozîsiya, şano û hatine parastin. Evan, ne tenê tîatroyê bi deng in, lê kompozîsîyayên kilam, miqam û mûzîka kurdî ne...

Di bingeha vî karê gewre da emekê temamya rewşembirên kurdê Ermenistanê ye. Ji berpirsîyarên wî beşî girtî heta dersdarên dibistanên gundan, zanyarên kurde here mezin girtî heta xwendevan-șagirtan, çînovnîkên dewletêya derecebilind girtî heta şivan-gavanan…

Di pêşxistina xebata van ocaxên kurdewarî: RIYA TEZE û para axaftinê kurdî ya radîoya Yêrêvanê da emekê temamya rewșanbîrya Kurdên weletê sovêta berê heye. Ji Erebê Şemo girtî heta Çerkezê Reș, Elîxanê Memê. Bi tifaq û karê tomerî van herdu dezgehan navên xwe li nav dîroka gelê me ya bi hezaran sala da nivîsîn.

Pirs: Gelo rewşa Kurdên ku nuha li ser axa Rusiyê, Ermenîstan, Kazakîstan, Azerbaycan û hwd, dijîn, çawanin? Gelo îro kurdên ku li wan deran dijîn, nava çi rewşê da nin? Çiqas di bin tesîra çand û kultur welatê xwe da nin?

Bersîv. Berî hilweșîna dewleta Sovêtê Kurd bi tomerî komarên Ermenistanê, Gurcistanê /bajarê Tilbîsê/, Azerbeycanê, Qazaxistanê û hinek jî Tûrkmênstanê dijîtin. Hilweşîna welatê Sovêtê jiyana xelkê wî welatî tev li hev kir. Welêt da, hêzên kirimînal, tarî derketin meydanê, miletçîtî, olperestî, anarxîya, mafîya xurt bûn. Hukumdarî kete destê miletçîya. Garantîya ewlekariya evdan di hemû alyan va hate hildan.

Gelê ku li rex hev bi așîtî û cînartî dijîtin rabûne rûyê hev. Halê herî xirab civak û netewên kêmjimar yên wek Kurdan bûn. Her milet, civak berbi welat, miletê xwe revîn. Ciyê reva Kurda tunebû. Kurdan nizanbûn çi bikin, kuda herin, çi maf li welatê sovêtê da dest anîbûn, gişt unda kirin. Rewș wusa çê bû ku ji der dutîretî kirne nava Kurdên Ermenistanê. Halê aborî, siyasî, jîyanê, ewlekaryê katastrofîk xirab bûn.

Konfilîkta Qarabaxê ra kurdên musulman demeke kin da bi kom, ji Ermenistanê kișyan çûn, hîmlî li Komara Qazaxistanê da cem qewmê xwe yê salên 1937 û 1944 a sirgûnkirî cî bûn. Karibûn gelek pirsgirêkê xwe bi tevayî çareser bikin. Êzdî , ku kom komarên Ermenistan û Gurcistanê dijîtin rûyê bêtifaqîyê xwe li wî walatê bê ser û binda ji hev bela bûn. Baye felekê her malbetek bi hezara km ji hev dûr avît,. Kê çawa karibû çara serê xwe dît. Niha tu werekî Sovêta berê tune ku Kurd lê nejîn.
Rewș baș nîne. Pirsgirêk pirin.

Pirs: Ji sed salen vir da miletê Kurd, li ber dagerkeran serî hildaye. Mixabin hê jî serneketîye. Gelo çima? Cenabê te di helbestek xwe da dibeje „ Ez dizanim, Kurdistan wê çêbe“ Li gor cenabê te heta îro çima Kurdistan çênebû?

Bersîv: Bawarkî 100-110 sal li ser hedimandina sazîmana Osmanyê ra derbaz bȗne. Bi xapandina ȗ sozên Can Tirka ȗ Kemal Atatȗrk ê derew Kurda ew dewleta mirî sax kirin, dane ser serê xwe ȗ bi konfêrans ȗ peymanê Sêvr (20 tebaxê 1920 î) - Lozanê (23 hezîranê 1923 a) hilbirîn danîne ser textê hukumdariyê ȗ serê xwe ȗ ewledê xwe kirin bela.

Ewropiya du par jî dane Ereba. Hemin Serê Çaldiranê da jî Kurdan bi xwe parek ji welatê xwe dane birayên xweye Ecem. Ji wê rojê heta niha ew dewlet bi serokatiya Tirka aşkera, ber çavê temamya cihanê ketine pey holê rakirina gelê kurd ȗ Kurdistanê.

Navê Kurd, ziman, nasneme, dîrok, perwerde, çi ku Kurd ȗ Kurdistanê va girêdaye ji sala 1923 a virda bi qanȗnnemên xweye bingehîn bi dewletî qedexe kirine.
Ew hê gişk nîne dewleta Tirk nahêle li ser erdê Xwedê, tu ciya çira kurda bişxul e.

Kurd jî bo destanîna mafê xwe vala nesekinîne:
-Serhildana Kurdan li navçeya Koçgirî –Dêrsimê 1920-1921
-Serhildana Şêx Seyîd -2025
-Serhildana Araratê 1927-1931
-Serhildan li Dêrsimê „Tȗncelî „ ya Seyîd Riza- 1936-1938.

-Eva sî salî zêdetire şerê ku Bakȗr da, navbera PKK ȗ dewletê da tê meşandin.
Eger em serhildanên Kurda li Başȗr, Rojhilat ȗ Rojava yê mezin, tevî wan wusa tevgerên bi çapa xwe orta ȗ biçȗk jî hesab bînin, bawarkî tu rojê şerkarya Kurda dijî zulm ȗ zora dagerkiran ranewistyaye. Dagerkiran bi deha caran dijîtyê li nav xweda dane alîkî, peyman çê kirin e, û bi hêza tomerî kurda bêdeng kirine. Bi deha komkujî ȗ gênosîd mezin anîne serê gelê Kurd.

Zulma ku anîne serê gelê Kurd, ziyana ku gihîştye Kurdistanê, bi çapa xwe serê mirovê normal da cî nabe. Eger gênosîda Ermanya mîlyon nîvek bȗ… Hesavê undayên Kurdan kê zane çendik-çend mîlyon in. Cendik-çend hezar gund hatine wêrankirin. Bi deha mîlyona kurd bi destê zorê hatine nefîkirin-sirgȗnkirin, koçberkirin.

Menyê serneketina Kurda pirin: Pirsgirêk nû nine, dîrokî ye bi dewrana tê. Dagerkirê Kurdistanê bi pêșengiya Tirkan berê-berê da wê pirsgirêkê ra hazir in, ew xweyî dewlet û hêzên leșkerî û hezar cure sazyên ewlekaryê, cesûsiyê yê așkere û veșartî ne. Karin kî demê bixwezin dutîretyê û bêtifaqiyê nava êl û eșîrê kurda ye feodal û hêzên siyasî da çê bikin. Provakasyona bikin. Hemin bawarî –ol jî yeke. Oldar jî zû têne firotan.

Hezar cure pilan û haziryê wan hene ku kurda hale nexwendîtyê û șundamayînê da bihêlin, li ber cave cihanê reșkin.

Lê çi jî bikin pirsa kurda cihanê da hatiye naskirin, dewletbȗna Kurda ne ku tenê
Kurda lî cihanê ra êdî bȗye pêwîstîk, mecbȗrîk. Ez gumanim “Ȋrobe yan sibê be Kurdistanê çê be”

Dewletên xweyê berjewwendiyên mezin , êdî nikarin çavê xwe van neheqiyan ra bigrin ȗ bo kara dagerkirên Kurdan tê bigerin. Ȇdî rind divînin bê çareserkirna pirsgirêka Kurda berjewandiyên wan heremê da nikarin miyaser bibin. Kurd jî netewa berêye nezan e razayî nîne. Bo destxistina azadiya xwe şerê hebȗn-nebȗnê dimeşîn e.

Eva yeka bȗye sancȗke bi êş kitye zikê dagerkirên Kurdistanê. Berê ewlin dewleta Tirk. Ne destê wan diçe mafekî sivik bidin Kurdan ȗ bi xwe pirsgirêkê çareser bikin, ne ji destê xwe ji Kurda dikşînin.

Pirs: Îro rewşa Kurdistanê, ne wek berê ye. Perçeyek Kurdistanê azad bûye. Li Bakurê Kurdistanê da devletaTirka di pirsa kurdî de bê dilê xwe be jî, hin gavên dimoqratîk avêtî ye. Qedexekirina ziman, çand û hunera kurdî piçek be jî sist bûye. Gor dîtina te, ev sistbûn wê dombike yan na?

Bersîv: Rastî gotina we da heye lê hê gelek kelemê mezin pêșya azadiya gelê Kurd sekinîne. Gel hazir e her tiștê xwe bide bo azadiya weletê xwe. Hêzên siyasî hazir nînin. Ew bo deshilatdaryê kelem in.

Niha dewleta Tirk șerekî neelamkirî yê xezeb dijî gelê Kurd dimeșîne. Halê Kurdisrana Bakûr yê îro, dema komkujiya Ermenya ya salên 1915-1920 li wî welatî da tîne bîra mirov. Çawa wê dewî vê rewșa malwêran bê, pirs e. Dewleta Tirk naxweze tu pirsgirêkeke Kurda çareser bike…Stiratêgyrke hêzên Kurda ya kêrhatî nîne. Bi rêya kuștin û tirsandin, șêr jî pirsgirêk hê kur dibe.

Pirs: Mamoste, gelo çima ji bo çareserkirina pirsa kurdî da, perwerdekirina zimanê zikmakî gelek muhîm e? Gelo çima parastina zimanê zikmaki jibo me kurda pir muhîm e? Divê em li ser vê babetê çi kar û xebatan bikin? Kijan sazî û dezgehan avabikin?

Bersîv: Ji sed salî zêdeye kilîta qedexê danûne li ser zimanê gelê kurd. Eva xezeb û zulma here giran e. Eva ne ku tenê dijî normê mirovatyê lê dijî morala xwedênasyê ne.

Bi wê zordaryê wan dixwest gelê Kurd bihelînin, tunekina, lê tu tișt bi zordaryê nabe. Ziyaneke mezin gihîște gelê kurd, çand - kultûra kurdewarî ji pêșketinê cihanî șûnda ma, gelek Kurda ziman û nasnema xwe unda kirin, lê gelê kurd heye, dijî û çawa em dibînin van salê dewyê dicedîne rêya xwe bibîne, vegere berbi koka xwe.

Di wî warî da hêzên kurda yê xweyî derfet gerekê guhdaryê bidin ser ziman û perwerda runê kurdewaryê, li nav hêza bi xwe da zêndî hîștina ziman bin xeterê da ye. Bi rastî ew jî kurdî naaxivin, her çalakî, belge û axaftinên wan bi zimanê dagerkiran e. Ewê ji bo zimên giva „șerkaryê „ dikin, bi zimanê dagerkira tev digerin, ew û zarokê xwe ne ku tenê ziman lê kurdîtiyê dûr dikevin.
Heta dewleta Kurda ya serbixwe tunebe, perwerde bi zimanê kurdî nîbe, perwerde weletparêzî, kurdewarî nibe halê wa be...

Pirs: Pir kes dixwazin ku zimanê dê û bavên xwe hînbin. Lê dibejin em nikarin hîn bim. Gor te Kurd çava dikarin zimanê dê û bavên xwe hinbin? Bixwînin û binvîsînin? Li seranserê Kurdistanê û dervayî welat da, kar û xebatên ziman, çand û kulturî da pir tişt te çekirin, şano, sînama roman uhw. Tu pêşta çûyîne da çi kemasî dibinî?

Bersîv: Emrê mezin da ziman hînbûn dijwer e. Gerekê lomana kesî nekin. Qedera me Kurda usa ne ku mala Kurd da jî dijmin kesayetya wî jê stendiy e. Bi rastî, sûcê kal-bavên me, ji mera bijartina wê qederê pir e. Evdê ku zarotyê da malbeta kurd û kurd axiv da mezin nebiye, neçûye dibistana zimanê dê, dayka wî jî zimanê xwe nizanbûye, goveka zimanên din û bi kûltûrake din perwerde bûye, jiyana xwe bi zimanekî din dimeșîne pêra jî mala xwe da kurdî naaxive dijwer zimanê dê bikaribe emrê mezin da hînbe. Gilyê min derheqa wan da nîne yê ziman zanin lê bi sebebên cûrbicûr naxwezin xweyî zimanê dayka xwe derkevin.

Niha di werê zêndîkirina zimanê dê da gelek karên pîroz welêt û dervayî welêt têne kirin, lê ew têrê nakin.

Serkarya ji bo destanîna mafê ziman, Kurda ra gerekê bibe xala here sereke. Pêwîst e zaroka kurd di dibistanê da, sala ewlin da heta dewya xwendina bilind bi zimanê xwe perwerde bibin. Ziman mifta azaya welêt e.

Pirs : Ez dinêrim di helbest û nivîsên te da hema navê Elegezê derbas dibe. Xûya ye, ku Elegez di jîyana te da ciyek taybetî digre. Ji kerema xwe, ji xwendevanên me ra biçek qala Elegezê bike.

Bersîv: Zaroktya min pala çiyayê Elegeza bedew derbaz bûye. Bihar çawa vedibû heta dewya payîzê, em , zarokên gund li nav xezayê da bûn. Kulîlkê çîyê yê bi hezer reng-ewazî wek keçên çevreş, bînxweş, bedew û nazik bûn. Min kulîlk pir hiz dikirin. Çemekî zirav nav gundê mera dikșiya. Em sibê heta êvarê nava ava wêda bûn.

Nû dewî herba cihanêye ya duda hatibû. Em bire zarokên serqote-pêxas bûn. Hineka ji me hela rêya bavê xwe sond dixwerin. Bavê hineka ji herbê venegerya bûn. Me pincarên çolê yek biyek nas dikir. Em bi wê pincarê mezin bûn. Hizkirina xezayê qelem da destê min. Gundê me û dorê donzde gundên Kurdên Êzdî wek Kurdistanek bûn...Erf-edet, eyd-erefat, rabûn-rûniştandin, şayî û şîn...

Paşê dibistan hat. Bi dîlê zarotyêyî zelal min nerastyên cihanê hema wur, dema xwendinê texmîn kir. Dibistana gundê min bi zimanê min nîbû. Ser xerîta cihanê navê welatê min tunebû, Ez weletekî din da dimam. Dersdara em her cûre dîroka hîn dikirim dîroka gelê min navda tunebû. Tiștekî min wê tune bû .

Eger ev nerastî, neheqî nîbûna minê temamya jîyana xweda tek derheqa kulîlka, evînê û xezayê da binivîsya, dibe ew ji min ra rêya helbestvanyê ya here rast bûya?
Lê halê walat û gelî minî bindest, perçekirî, ya bi hezar birîna birîndar, bi evîna xwe dilê min zevt kir. Neta niha jî nikarêm jê xilazbim...

Pirs :Tu jî pirtûka xwe ya Nura Elegezê da nivîsandiya ku cara ewil, di sala 1937 da li gundek Elegezê da, Şanoyek hatîye demezrandin. Ji kerema xwe, tu dikarî çîroka wî şanoyê, ji me ra bêjî?

Bersîv: Dema salên Sovêtê, ji welêt dûr,li nav çand û kûltûra gelê Kurd da gelek çirayên ronay hatine vêxistin. Ji wan yek jî șano û șanogerî bû.

Sala 1937 an, bi qirara hukumata Komara Ermenistanê, li navenda nehiya Eegezê, li gundê Kurdan-Elegezê (berê gund ra digotin Camûşvana mezin), têatiroya Kurda ya dewletê hate demzirandin.

Hê berî wê salê, salên bîstî çawa li bajarê Tilbîsê usa jî li Yêrêvanê cêribandinê şanogerye biçûk hatibûn kirin.

Sala 1926 an fîlmeke bedewetyê bi navê Zerê hate kișandin. Naveroka fîlmê ji emrê koçeran, erf-edetên wan û tirajêdiya keça Êzdî Zerê ye. Ew li zozanê Elegezê, warê Kurdan hate kişandin. Têda aktiyorên Ermeniyan, yên here bijare dilîstin.

Bêtir 90 sal ji pey kişandina fîlmê ra derbaz bûne, lê saya naveroka xwe ya aktûêl û lîstika aktiyoran ya bêqisûr, hewaskariya xwe wunda nekiriye û niha jî bi hizkirin tê temaşekirin. Ew bi heqî dikeve li nav fonda sînema Ermenistanê ya zêrîn.


Sala 1934 an şanoya Hecîyê Cindî ya ” Qutiya dû dermanan“ , sala 1935 an şanoya Ahmedê Mîrazî “ Zemanê çûyî ” û ya Wezîrê Nadirî bi navê “Reva jinê ” hatine weşendin.

Awa, li ser wî hîmî, Têatiroya Kurdî ya Dewletê li gundê Elegezê hate vekirin.
Bi heqî têatiro cîyê vala hatibû demezirandin. Ne kadroyên netewî, yên zane, ne şanogerên pispor û ne jî şanoyên pirî – hindikî baş hebûn. Hema ji rojên demezirandina têatroyê yê ewlin da nivîskar, zana û pisporên şanogerya Ermenîstanê alîkariya mezin dane kolêktîva nû.

Lîstikvanê têatroyê yên ewlin, ji nava keç-xortên gundên Kurdan nehya hatin bijartin.
Aktyorên bijartî, mirovên sade, yên bi xwendina despêkê û navîn bûn. Hinek jî wan qet haj şanogeriyê û têatroyê tune bûn. Loma jî salên ewlin ji bo kolêktîvê salên lêgerîn, hînbûn û têgîhîştina şanogeriyê bûn.

Wan salan nivîskar û şanogerên Ermenî li ser hîmê zargotin û jiyana Kurdan gelek şano bo têatroya cîwan hazir kirin.

Alîkariya dewletê jî hebû. Lîstikvan û xebatçiyên têatroyê mîna karmendên hemû têatroyên welêt yên dewletê, ji dewletê maş distandin. Sanoyên ji bo têatroyên dihatin nivîsar ji alyê dewletê va dihatin kirîn. Pisporên şanpgeriya Ermeniyan tim dibûne mêvanên têatroyê, ji bo bilindkirina dereca lîstikvanan sêmînar çê dikirin, kûrsên hînbûnê vedikirin.

Têatro di nav jiyana wê para Kurda da bûyareke nû bû, ji aliyê temaşevana va bi hizkirin dihat qebûlbûn. Şedê wê demê gilî dikin, ku hewaskariya temaşevanan wusan mezin bû, ku dema nîşandana sipêktatla hundurê salonê da cî têra xelkê nedikir, zarokên biçûk girtî heta rîspyan hildişiyane salonê.

Dîroknas û zanyarê şanogerya ermenya H. Hovakîmyan, di pirtûka xwe ya bi navê “ Ji dîroka têatroyên Azerîyan û Kurdan yên li Ermenistanê “ da qîmetê hêja dide lîstika aktiyorên kurd.

Têatroyê êdî dest davît şanoyên giran û dijwer. Di salên dewiyê, rojneme û kovarên Ermenistanê êdî derheqa profêsyonalîzma aktiyoran, têgihîştina wan û kûraya lîstikvaniya şanogeriyê da dinivîsin.

Di sala 1947 an ji aliyê hukumata komara Ermenistanê nehiya Elegezê hate betalkirin. Ev ocaxa kûltûra kurdan di dema geşbûna wê da vêsandin, bi wê ra gelek kar, xewn û merem jî nîvcî man.

Têatroyê di nava 10 salên heyîtîya xwe da nêzîkî 30 şano derxiste li ser se‘nê, ji wan çar yê nivîskarên Kurd bûn.

Nenihêrî astengî û dijweriyan kolêktîva têatroyê gîhîşte serketinên berbiçav, gelek aktyorên wê êdî di warê hunermendiya şanogeriyê da gelek pêş ketibûn.
Eger mecal bidana têatroyê karê xwe berdewan bikira, ez bawarim, wê belgekî hêja yê delal di dîroka hunermendiya kurdî zêde bibûya.

Têatroya Elegezê bû bîranîneke xweş û di nav gelê wê heremê da ma. Tê bîra min, (wî çaxî êdî zûda têatro hatibû dadan ) dema navê têatroyê didan, temaşevanan bi carekê va “Mem û Zîn”, “Xecê û Sîyabend”, “Ker û Kulik” jibîr tanîn. Ev şanoyan wusa kûr ketibûn li nav ruhê temaşevanan, ku nedhatin jibîr kirin.

Min gelek rêvabir, aktyor û karmendên têatorê dîtin, bi wan ra axivîm. Teva jî bi hizkirin û hisret têatroya xwe jibîr tanîn û ji bo bê sebeb dadana wê keser dikşandin.
Ji lîstikvanê tîatroyê Bekirê Miho, binelyê gundê Elegezê mirovekî xweyê hisên nazik bû. Eger têatro nehata girtin wê bibya aktiyorekî tîatroêyî pirr mezin. Hostakî govend û dîlana kurdî bû. Salên dirêj serokatî kilûba gundê Elegezê dikir. Lîstika wî di dilqê Memê di şanoya „Mem û Zîn „ da ji bîra temaşevana nediçû.

Di dilqê Zînê da jî keçeke ermenî Xanim Ayvazyanê lîstibû. Wusan bûbû ku herduan: Bekir û Xanimê mîna Memê û Zînê ji hev hiz kiribûn. Nenhêrî astengiyên olî zewicî bûn. Heta dewiya jiyana xwe jî herda bi hizkirin jîtin. Bûn xweyî keç, law, nebî, nebîçirk... Mala wan gund da maleke êzdiya ya qedîmî bû...

Divê em bi heyf binivîsin, ku wê demê mecalên têknîkî, yên wek niha tune bûne, ku kar û barê têatroyê zêndî ji ewleda ra bima.

Xanim Ayvazyanê min ra got, ku pey dadana têatroyê gelek belge, rêklam, sûretê dîdeman, yên lîstikvanan, li cem wê mabûn, ew jî nivîskar-kurdzan Emînê Evdal, ji bo lêkolînê jê distîne dive. Ew tev wunda bûn, çawa bûn? Kes nizane.
Ji Têatroya kurdî (Elegezê) ya dewletê, tek bîranîn man...

Pirs : Pirtûkê te yê „Oda Çiroka-1 „ da jibo zarokan pir cirokên rind helbestên balkêş henîn. Gelo te wan lorîn, helbest û zargotinan, ji zarokên xwe ra gotîye? Gelo dîya te wana ji te ra goti bû ya yan na?

Bersîv: Belê. Gelek ji wan çîrokê zarotya min in. Ew çîrokê dayka min ji min ra digotin, heta niha jî ezber zanim.

Pirs: Mamoste wextê ku tu jî helbestanê xwe dixwinî, an jî behsa Kurdistanê dikî. Çavê te tiji dile te kelecan dibe? Nota zarokek êtim, er tesir dide min tu jî usa tesirek mezin didî gelo çima tu ewqas kelecanî ?

Bersîv: Çiqas dixwezim wê hesînê veșêrim, li ber civakê nîșan nedim, nabe… Jibo wextê dinivîsim jî ew hesîn, ew hêsir hene.

Pirs: Mamoste min kurê xwe, bi cirok, metelok, zargotin û helbesten te mezin kirî ye? Ez bi serbilindî dikarim bêjim, ku heqe te jî li ser kurê min Aryan heye. Ez dixwezim tu duayên xwe li ser Aryanê min û hemû zaroken kurda kêm nekî.

Bersîv: Xwedê Aryan te û Kekê min Yilmaz ra xweș xweyî ke. Hûn bi wî bextewar û serbilind bin. Ez gazî Xwedê dikim dewata Aryan da ez û Kekê Yilmaz, li Kurdistana azade serbixwe, pala çiyayê Agiryê li Bazîda rengîn dîlanê bigrin…

Bira tu dayîk derdê kezebê nebîne tucar,
Bira tu zarok sêwî nemîne, sêfîl, sitûxar.

Cihan bira bi ken û lîstikê zaroka șênbe,
Xêr û bêr bira emir bipêçe, xirabî kêm be.

Bira her padșa xwera rehmê û îsafê bîne,
Ȋz-toza çeka, șer û șerbaza, tu ciya nemîne.

Xeza paqij be ji jer û janê xirab e ziyandar,
Ȇș-êșûk bira kokbir bin, ra bin, xwesî be, bihar.

Zarok dûr bin ji qeziya û neziya, tiștê bêwede,
Her evd mirazê xwe bira șabe, kurd jî zarê xwe…
1997

Ez jibo wê sohbetê xweş, ji tera sipas dikim. Melakê Tawus alîkarê te be.. Zor sipas.

Bersîv: Sipas.

13.06.2016


Print