2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Fransa civiyan
2016-09-08 11:15


Roja çarşem 07.09.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî ya François Hollande Serokê Fransa serdana Parîsê kir û li Firokxaneya Navdewletiya Parîs ji aliyê Balyozê Iraq li Parîs û Nûnerê Wezareta Derveyê Fransa û her wiha Dr. Loey Caf Nûnerê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li Fransa ve hate pêşwazî kirin.

Her li çarçêweya vê serdanê da û li heman rojê Serok Barzanî serdana Wezareta Berevaniya Fransa kir û ji aliyê Jan Êf Lodxiyan Wezîrê Berevaniya Fransa ve hate pêşwazî kirin. Li hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Fransa xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û ji bilî balkişandina li ser serdana xwe ya berê ya Kurdistanê destxweşiyê li qehremaniya hêzên Pêşmerge ya li şerê terorê da kir û piştgîriya welatê xwe jî ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dûpat kir.

Her li vê civînê de behsa rola Fransa li şerê terorîstên Da"îş û hevkarîkirina Pêşmerge kirin û rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorê xistin ber behs û guftûgoyan. Azadkirina bajarê Musil û paşaroja Kurdistan û Iraq û navçeyê mijareke dinê civîna Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Fransa bû.

Li çarçêweya serdana xwe ya bajarê Parîsê her li heman rojê da Serok Barzanî li gel xanima An Hîdalgo Seroka Bajarvaniya Parîsê civiya. Li kombûnê da Seroka Bajarvaniya Parîsê behsa serdana xwe ya berê ya bajarê Hewlêrê kir û sersamiya xwe û xelkê welatê xwe û bajarê Parîsê bi Pêşmerge û çand û qurbanîdana gelê Kurdistanê nîşan da. Eve jî xisterû ku hez dikin li yarmetîdana jêrxana aborî û geşbûna bajarê Hewlêr û Kurdistanê de beşdar bibin û kar ji bo ewe dike ku Hewlêr û Parîs bibin deste xuşk û li Kongreya Navdewletiya Bajarvaniyên sed bajarên cîhanê li Parîs de Bajarvaniya Hewlêrê jî dê bê vexwendin.

Li beşekî dinê civînê de behsa metirsiyên geşbûna hizra tundrewiya li seranserê cîhan û Ewrupa û çawayiya rûbirûbûna hizra terorê kirin û Serok Bajarvaniya Parîsê daxwaz kir ku welatê wan sûd ji ezmûna serkeftiya Kurdistanê ya li rûbirûbûna teror û tundrewiyê werbigrê.

Li dirêjahiya serdana xwe ya bajarê Parîsê de, şîvek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Ferîd Yasîn Balyozê Iraq li Fransa li Balyozxaneya Iraq li bajarê Parîsê hate saz kirin.

http://www.presidency.krd/kurdil/articledisplay.aspx?id=+g1oBEE5of8=
Print