2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKAR Almanya: DAÎŞ´Ê Dîsa Erîşê Daweta Kurdan Kir!
2016-10-05 12:45


Doh êvarê rêxistina xwînmij û xwînxwar DAÎŞ´ê li Rojavayê Kurdistanê bajarê Hesekê erîşeke xwekuj li dijî daweteka Kurdan pêk anî. Li gor çavkanî û nûçeyan di vê erîşa hovane da 25 kesên sivîl jiyana xwe ji dest danê, nêzî 60 kes jî birndar bûnê. Ev ne cara yekemin e ku ev rêxisina hov û wînxwar ya DAÎŞ´ê erîşî dawatên kurdan dike, ji vir demek berê jî li bakurê Kurdistanê li bajarê Dîlokê (Entebê) dîsa DAÎŞ´ê erîşek xwekûj li dijî daweta Kurdan pêk anîbû û di wê erîşê da 51 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 80 kes ji birindar bibûn. Ev erîşana didin xuyakirin ku rêxistina DAÎŞ´ê li hember pêşmergeyên qahreman û çekdarên Kurdan nikarin bi serkevin, ji ber wê yekê jî bi hovane û çavsorî erîşê ser xelkê sivîl dike. Lê bila ev rexistina û dagirkên Kurdistanê baş bizanin ku gelê kurd ji bo azadî û rizgariyê welat û gelê xwe bi sedan sal e ku têkoşîn dide û heya nuha ji gelê Kurd serê xwe li hember dagîrkeran û dewletên ku piştgirî didine DAÎŞ´ê, nikarin bi wan erişan doza azadiya gelê Kurdistanê rawestînin.

Gelê Kurd îro li hemû beşên Kurdistanê, ji bo doza xwe ya rewa rabûyê ser piyan. Tu kes nikarê bi wan kiryarên qirêj û bi erîşên terorîstî pêşiya berxwedana gelê Kurd bigre. Em bangî rêxistinên Rojavayê Kurdistanê û bi teybeti ji bangî PYD dikin ku rojeki berê werin ba hev û di nav xweda yekitiki netewî pêk bînin. Li dijî dagîrkeran û Daîşê bi hevra kar û xebat bikin. Dîsa em bangî PYD dikin ku rê lipêşmergeyên Roj vekin ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî dijmin şer bikin û xelkê xwe ji erîşan biparêzin.

Em wek Yekitiya Komeleyên Kurdistan-Komkar li Almanya, erîşa ku DAÎŞ´ê li Hesekê li diji gelê me pêk aniyê, bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên şehîdan ra sersaxî dixwazin û ji birîndaran ra jî tendurustiyek bi lezgîn dixwazin.

-Bimrê rexistina DAÎŞ´ê!
-Biji Azadiya Kurdistan!

Yekitiya Komeleyên Kurdistan-KOMKAR Almanya
Print