|
Başîk bi temamî ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin |
2016-11-07 19:34 |
|
BasNews – Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên Pêşmerge li nav bajarokê Başîkê de belav bûne û mal bi mal paqij dikin.
Bajarokê Başîkê yê Kurdistana Başûr, ku ev çend roj bûn ji aliyê Pêşmerge ve hatibû dorpêçkirin, îro bi temamî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin.
Derheqê operasyona îro de, Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
Îro (7 Mijdarê) saet 6 sibê, hêzên Pêşmerge ji sê aliyan ve dest bi êrişên berfireh kirin ji bona paqijkirina terorîstên ku li nav bajarokê Başîkê de mabûn. Ev jî piştî operasyonên serkeftî yên Pêşmerge tê ku sê hefte beriya niha li deverê hatibûn encamdan. Hêzên Pêşmerge karîn heta saet 17:00 derbasî nav Baîkê bibin û mal bi mal dest bi paqijkirina bajêr bikin. Di operasyona îro de hêzên hevpeyman 14 êriş encam dan û otomobîleke bombekirî jî hat teqandin.
|
|
|
|