|
Serokê Giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç û endamê Polît Buroya PDK-S Abdulsamet Hamo hevdu dîtin |
2016-12-01 20:19 |
|
Îro (01.12.2016), li Dîyarbekrê endamê Polît Buroya PDK-S Abdulsamet Hamo û Serokê Giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç, tevî hevalên xwe yên partîyî İhsan Durak, Turan İl, Sedat Çınar û Remezan Eren civîyan.
Hevdîtin di pêşwazîyeke germ û xweş derbas bû. Herdu alîyan li ser rûdanên Rojhşlata Navîn, Surîye û Tirkîyê dîtin û raya xwe ji hev re qalkirin.
Raya herdu alîyan li ser pêwîstîya hevdîtinên partîyên Kurdan ew bû ku divê ew gelek caran bên cem hev, agadarîyan bidin hev û raya xwe ji hevre rave bikin.
|
|
|
|