|
Kurdên Swêdê Roja Ala Kurdistanê li ber Parlamenta Swêdê pîroz kirin |
2016-12-17 19:10 |
|
Kurdên Swêdê îro Roja Ala Kurdistanê li ber Parlamenta Swêdê pîroz kirin. Girseyeke mezin, di nav wan da gelek jin û zarok hebûn, bi saetan di bin hewayeke sar da kombûn û alên Kurdistanê libakirin, duruşmên ‘’Serxwebûn ji bo Kurdistan’’, ‘’Bijî Pêşmerge’’, ‘’Pîroz be Roja Ala Kurdistanê’’ gotin.
Xwepêşandan bi pêşniyaz û alîkarîya HEVKARÎ (Komîteya Hevkarîya hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêd) û bi serpereştiya Federasyona Komeleyên Kurdistan (FKKS) hat amadekirin. Di xwepêşandanê de bi kurdî û swêdî gotar hatin xwendin. Serokê Federasyonê Keya İzol gotarek xwend. Ciwanan govend gerandin.
Wek gelek caran vê carê jî parlamenterê swêdî, dostekî gelê kurd ê dilsoz Fredrik Malm gotarek xwend, bangî raya cîhanê û ya swêdî kir ku êdî dem kemîliye ku bibin piştgir û alîkar ji bo serxwebûna Kurdistanê. Fredrik Malm da xuyakirin ku ew bi hêvî ye ku ne demek dûr serxwebûna Kurdistana Başûr bête ragîhandin. Wî her wisa destnîşankir ku eger astengek hebe sedemê wê jî dikare ne yekbûna hêzên siyasî yên kurdan be. Wî got ku ew hêvî dike ew ê dest bidin hev û serxwebûna welatê xwe pêk bînin.
Di xwepêşandanê de gelek hevalên HAK-PARê û KOMKAR-Swêd jî bi alên Kurdistanê beşdar bûn û ev roja netewî pîroz kirin.
|
|
|
|