2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKAR Bremenê konferanseke kêrhatî amade kir
2017-01-17 11:30


Di 15 çileyê paşîn 2017 an da ango roja yekşema bıhurî KOMKAR Bremen ê konferanseke delal amade û pêşkêş kir. Gotarvanê konferansê berêz Dr Îsmail Beşikçi û berêz Dr. Salar Osman bûn.



Dr Beşikçi bi rêya elektronîk va beşdarî konferansê bû, li ser rewşa Kurdistanê, dema ji piştî şerê cîhanê yê pêşîn û perçebûna axa Kurdistanê û dewletên ku di vê perçebûnê da roleka ne baş leyîstibûn raxiste berçavan. Beşikçi got: -Wan dewletên ku hinek dewletên wek Lubnan, Urdın, İraq û Surıyê saz kirin nexwastin Kurdistanek bê avakirinê. Heman dewlet û hevalbend îro jî naxwazin Kurdistanek ava be, lê rewş ji wê demê baştir e. Dive Kurd guh nedin wan gotinên vala yên wek biratiya Kurd û ereban. Dema ku kurd jî bûn xwedan dewlet wê çaxê ew dikarin bibin bira. Divê ev ji bo herçar perçên Kurdistanê jî usa bê dîtinê.



Gotarvanê berêz, Dr Salar Osman jî li ser dîroka Kurd rawestiya. Dr Salar rewşa partiyên kurdistanî ya îroyîn raxiste berçavan. Taybetî pirsa daxwaziya Kudistaneke azad û dijberiya hinek partiyên kurdan anî ser ziman. Dr Salar got: - Di vê rewşa hanê ya xirab ku Kurdistana Başûr ji piştî 8000 Barzaniyan, 182 hezar enfaliyan û 5- 6 hezar qurbaniyên Helebçe ra, peşmergên qehreman dîsa şerekî dijwar dimeşîne, 1050 km dijî Deişa xwînxwar û hevalbendan şer dike. Divê hemû partiyên kurdistanî di nava hewildaneke hevpar da bin. Ew hinek beşan da wek hev û di nefikirin jî, divê têkilî her hebin. Eger ew ne ba hev û din bin, dijminekê têkeve navbera wan. Ji ber vê jî divê em tim û tim nêzîkî hev û di bin. Hewildanên Barzanî ne tenha ji bo Kurdistana Başûr in. Ew hewildanên ji bo fikriyata Kurdistaneke Azad heman demê da ji bo Başûrê Rojava, Rojhelat û Bakûrê Kurdistanê ye jî. Di vê çarçowê da berdewamiya axaftina xwe da dîsa bangî tevaya partiyan û kurdistaniyan kir, got: - Azadî nêzîke, hûn jî nêzîkî hev û di bisekinin, bila dijmin nekeve navbera we.


Print