|
Helepçe Li Amedê Hat Bibîranîn |
2017-03-16 21:38 |
|
Îro li navenda Şaxa Amedê, ji bo salvegera 29emin ya Komkujîya Helepçé bîranîn û daxwuyanî pêkhat. Bîranînê bi beşdarbûnek zêde, bi xwendina daxwuyanîyê, bi xeberdana Seroke şaxê Vasfi Kahraman û navbilindkirina rêzdarî ji bo kurbanîyan destpêkir û bi xeberdana Serokê Giştî Refik Karakoç domand. Refik Karakoç, bi kurtasî, got: Helepçe xencerek zingarîye di singê me Kurdan de lê bi avayek din sembola berxwedan û hevgirtina netewi ye ji bo me.
Birêz Karakoç xeberdana xwe awha qedand: Gere herkes vêya baş zanibe. Gelê Kurd bi bîranîna Helepçê û pîrozkirina Newrozê şîn û şahîya xwe dike yek û berbi pêşeroşek azad bê rawestan dimeşe!
HAK-PAR / AMED
|
|
|
|