2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Em bi hurmet tînin bîra xwe ewên ku di komkujiya Helepçê da jiyana xwe windakirin
2017-03-15 10:57


Komkujiya Helepçê yek ji curmên herî mezin dijî mirovetiyê ye ku sazûmana hov û dagirker a Baasî dijî gelê me yê Kurdistana Başûr bi kar anî.

Sazûmana Saddam, di 16 Adara 1988 da bi gaza jehrî bajarê Helepçê li Kurdistana Başûr bombebaran kir. Ji ber vê êrîşa hov 5000 Kurd jiyana xwe windakirin, 10 hezar jî birîndar bûn. Zarok, cıwan, kal û pîr bûn. Tesîra gaza jehrî, li ser mirovan û li erdê bi salan berdewam kir.

Mixabin, wek hemû êrişên dijî gelê Kurd, li himber vê êriş û qetliamê jî dengê Yekitiya Milletan û dewletên mezin û “bajarvan” derneket. Heya alema Îslamê jî bêdeng ma.

Gilî û gazinên Kurdan ne hate bihîstin di rûbarî berjewendiyên dewletan û yên şirîkatên mezin, ku çekên kîmyewî çêdikin û difroşin.

Kurdên bê dewlet û bê pişt, piştî qetliama Helepçê careke din li dinyayê tenê man û êşiyan.

Sal derbaz bûn, roj hat ev rejîma xwînxwar hilweşî. Saddam Husên tevî Alî Kîmyevî hatin mehkemekirin û dardakirin.

Ew rêvebirên ku nekarîn û nexwestin pirsên heyî bi rê-olaxên aştiyane çareser bikin, ewên ku dane ser riya zulm û zorê, him gelê Kurd pir êşandin him jî tofanên mezin anîn ser gelê xwe.

Lê wekî hemû zaliman ew jî bê ceza ne man û dawiya dawî di zibilgeha dîrokê da cîyê xwe girtin.

Neyaran bi vî awayî xwestin maf azadiyên gelê Kurd nasnekin, wan ji ortê hilînin. Lê piştî ewqas qetliam û komkujîyan jî gelê me li parçê Başûr, di riya azadiyê da gavên mezin avêt, sazîyên netewî avakır, wek parlamen û hukumeta netewî û îro karê xwe bi destê xwe rêva dibe. Nuha jî daye ser riya dewleteke serbixwe.

Hesta serxwebûnê roj bi roj bilindtir dibe, da ku komkujiyên wekî Helepçê û qetlîamên teze rû nedin û gelê Kurd di rewşeke aram da welatê xwe ava bike.

Rejîma Iraqê ya teze di 1ê Adarê sala 2010 da qetlîama Helepçê wek komkuji bi nav kır.

Piştî gelek salan û dereng be jî, gelek dewletan qetliama Helepçê wek komkujî (jenosîd) mehkûm kirin.

Em wek HAK-PAR careke din nale li wan kesan tînin, ku berpirsîyar û curmkarên qetliama Helepçê ne. Her usa jî nale li wan kesan be ku di bin navê “Enfal”ê da bi sedhezaran Kurd qetlîam kirin.

Ew kesên ku di riya azadiyê da jiyana xwe windakırın, bûn sembola azadiyê; em wan bi hurmet bi bîr tînin.

16. 03. 2017

HAK-PAR Buroya Çapemenî
Print