2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: Em hemû şehîdên ’’Enfalê’’ bi rêz û rehmet bibîrtînin
2017-04-15 11:20


’’Karesata Enfalê’’ parçeyek ji kiryarên jenosîtî ên rejima Baas li hemberî gelê Kurd ê li Kurdistana Başû re.

Ji zarokên 7 salî bigre heta kal û pîrên 70 salî, bi qasî 200 hezar Kurd, ji alî rejima kolonyalîst a Baas ve hatin kuştin. Di mezelên komkujîyê de hatin binaxkirin. Tenê ji Barzanîyan 8000 (heşthezar) mêr zindî hatin çalkirin. Çar hezar gund ji ser xarîtê hatin heşavandin, tunekirin.

Dema ku rejima Baas, di sala 1978a de biryara nehîştina Kurdan li Kurdistanê da, tevgera komkijîyê bi gotina ’’Enfal’ê’’ ya ku ji sureyên Quranê ye, bi nav kiribû.

Di Sibata sala 1988a de rejimê bi serpereştîya Hasan El-Mecî dest bi komkujîyan kir, û bêyî navbir heta meha Îlonê domand. Bi barbarî û wehşeteke nebînayî zulm û îşkence kirin, bombeyên kîmyayî avêtin ser Kurdan, bi êrişên ezmanî gund û bajar bombebaran kirin, jin û zarok, kal û ciwan bi komasî kuştin, keçikên dîlgirtî birin li bazaran firotin.

Sedemê hemû van kiryarên nemirovî, hewldanên komkujîyê, ji ber wê yekê bû ku rejima kolonyalist-faşîst a Baas nedixwest mafên rewa yên gelê Kurd bidinê. Li şûna ku pirsgirêkan bi rêyên demokratîk û heqane çareser bike, rejimê zor, tundî û komkujî kir. Zulma rejima Sadam, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo herkesê ku li Iraqê dijîya, jiyan jehrî kiribû. Mîlîtarîzm hat xurtkirin, İraq bû wek zîndaneke mezin.

Roj hat ew kela zulmê di ser serê Sadam û Baasîyan de herifî. Saddam û kesên berpirsîyar ên hevalên wî cezayê curma xwe dîtin.

Îro Kurdistana Başûr, di rêya azadî û dewletbûnê de pêşda diçe.

Ji bo ku careke dî bi qetlîamên vî rengî re rûbrû nebe, dezgeyên xwe yên mîllî avadike, Hersal bi sebaret salvegera ’’Enfalê’’ di roja 14ê Nîsanê de çalakîyên bîranînê pêktîne.

Kurd ji rejimên kolonyalîst û barbar re didin xuyakirin ku tu hêz nikare rê li ber meşa wan ya berbi azadîyê bigre, tu zordestî û wehşet wê nikaribe Kurdan ji daxwaza mafên xwe yên rewa paşde vegerîne.

Wek HAK-PAR em hemû şehîdên ’’Enfalê’’ bi rêz û rehmet bibîrtînin.

14.04.2017

HAK-PAR
BUROYA ÇAPEMENÎ

Print