2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serdana heyeta HAK-PARê li Başûrê Kurdistanê berdewam e
2017-07-04 19:26


Heyeta HAKPAR ê roja sêşemê (04-07-2017) serdana polutburoya Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ê kir. Heyet ji aliyê birêz Sedî Pîrê endamê polîtburoya yekitiyê ve hate pêşwazîkirin. Herdû alî li ser rewşa kurdistanê nêrînên xwe anî ziman û birêz Sedî PÎRÊ di axavtina xwe de weha got:

“Ez gelek kêfxweşim ku cara yekem e heyetek ji HAK-PARê dibe mêvanên min. her çende em partiyeke ji kurdistana başûr bin jî lê çalaki û xebatên rexistin û partiyê kurdan bala me dikşînin em dizanin ku hakpar ji alî ramanî de xwedî kadroyên gelek kevnin ku ji 40 sala û vir de di nav rêya azadî de perwerde bune. Herweha li bakurê kurdistanê û turkiye hakpar rêgez û şêwazekî aştiyane daye ber xwe. Bi raya min ev şêwaz li serdema me de şêwazekî here guncawe. Li bîre ku bi salan li kurdistana iraqe me şerê çekdarî kir li dijî zordariyê be me berxwedanekî mezin pêkanî. Di nav tekoşîna meya çekdarî de hinek caran me di gel hêzên Kurdistanî şerê navxweyî kir û neyarên gelê Kurd jî ji vê yekê îstîfade kir lê paşê me dît ev xeterekî mezine me cepheyekî Kurdistanî avakir û pişti avakirina vê cepheyê hêzên neteweyî yên Kurdistana Başûr bi şêwazek hevbeş û hevkar wek bira destê hev girtin û di encama vê yekê de Kurdistanekî azad li başûr çêbû. Şerê navxwehî bu sedem ku tevgera azadîya Kurdistanê bi salan ma birîndar. Ez hêvîdarim ku li parçeyên din yên Kurdistanê ta ebed sosretek wiha neqewime. Em gelek dilşane ku îro hêzên Kurd li başûrê Kurdistanê pirsgirekên xwe bi rêbazek aştiyane û din av dîyalogê çareser dikin. Em minedarê we ne ku hun piştevanîya biryara referandumê dikin. Li encama referandumê çi derkeve dive dost û dijmin rêz lê bigrin. ”



Serokê HAK-PAR’ê birez Refik KARAKOÇ ji, di axaftina xwe de, li ser giringîya pêwendîyên di nav rêxistinên Kurd sekinî û weha got:”Em qerarê referanduma Başûrê Kurdistan bi dilgermî pîroz dikin û em piştgirîya vî qerarî dikin, her wiha emê rêzgirtîyê encama referandumê jî bin. Yekîtî û hevkarî giringtirîn erkê ser milê rêxistinên Kurde. Heta em din av yekîtî û hevkarîyek bi nirx de nebin, pirsa Kurdî çareser nabe. referandum heq3e gelê Kurde. Ava kirina dewletek serbixwe heqê miletê Kurd e. Em wekî HAK-PARê her tim terefdarê pêwendîyên xurtin di navbera hêzên Kurd de. Êdî, rêya azadîya gelê Kurd heta imkan hebe divê bi şêwaza aştîyane û bi diyalog û guftugoyê were meşandin. Şer û kuştin û wêrankirin, ne çareye. Îro li Turkîyê kêm jî be, rêyek wiha vebuye. Partîyame dixwaze ku gelê Kurd vê rêyê bi kar bîne. ”

Piştî axaftina birêz Refik KARAKOÇ, cigirê serokê Giştîyê HAK-PARê, Latîf EPOZDEMÎR jî, careke din bi zaravê soranî ditîn û rayên HAKPAR ê anî ziman û li ser rewşa bakurê Kurdistanê sekini.

Heyetên HAKPAR û YNK’ê li dawîya vê hevditîna binirx de, daxuyanîyek fermî a hevbeş amdekirin.

DAXÛYANİYA HEVBEŞ YA Dİ NAVBERA HAK-PAR Û YNK Ê DE

“Îro roja sêşemê (04-07-2017) li navenda polît buroya Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ê li Hewlêrê civînek hevbeş di navbera Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) de encam da.

Di vê civînê de her dû aliyan di warê rewşa îroyîn ya Kurdistanê û herêmê de nêrîn û rayên xwe eşkere kirin. Bi taybetî behsa grîngbûna xebata aştîxwaziya gelê meyê Bakûrê Kurdistanê û bidestxistina mafê gelê Kurd û çareserkirina pirsa Kurd bi rêya diyalog û aştiyê bi bilind hate nirxandin. Lewra herdû alî hêvîdarin ku li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêka Kurd ne bi rêbazek tund û dijwar û şer û kuştin lê di nav çerçeveyek însan û demokratîk de were çareserkirin. Di heman demê de herdû alî daxwaz dikin ku ronakbîr , rojnameger, rayedarên di heps û zindanen de herweha parlamenterên girtî bêne azad kirin. Pêwîstiya pêşveçûna karê hevbeş , diyalog û yekrêzî di navbera partî û aliyên Kurd de li bakûrê kurdistanê anîn ziman û daxwaz kirin ew şaşî û kêmasiyên ku li pêştir li başûrê kurdistanê rû daye li Bakûr û beşên din yê Kurdistanê dubare nebin. ji bo serketina pêvajoya referandûmê li başûrê Kurdistan ê jî dibê bi şêweyekî aştiyane û yasayî li navxwey Kurdistanê birêve biçe.

Herweha hate diyarkirin ku dibê tekiliyên her dû aliyan di pêşerojê de zêdetir pêşve biçin ji bo pêkhatina yekrêziya neteweyî. ”



Print