|
Civîna ji bo Festîvala Serxwebûna Kurdistanê pêk hat |
2017-07-16 00:39 |
|
Roja 15"ê Tîrmehê li Bajarê Frankfurtê li Almanya, dem 15:00 civîna ji bo Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li Kölnê pêk hat. Di vê komcivînê de Mala Gelê Kurd KOMKAR Ludwigshafen û KOMKAR Frankfurt beşdar bûn. Tiştên ji bo amadekarîya Festivalê hatin axaftin û bi navê KOMKAR Ludwigshafen Halit Kahraman, fikir û ramanên Mala Gelê Kurd KOMKAR Ludwigshafen bi ziman anî. Di axaftina xwe de li ser vê çalakîyê got; "Em bi giştî li gel hemû karên kû di xizmeta Kurd û Kurdistanê ne."
Halit Kahraman kû bi navê HAK-PAR Mannheim jî axivî, di gotina xwenî dawî de balê kişand ser Kesên Serbixwe û got;
- Em li ser medyayê tişten ku li dijî prensibên komîteyê tên kirin dibînin. Divê kesên di Komîta Amadekarî de hay ji van tiştan hebin, daku hemû alî di vî warî de xwe li usûl û prensibên hevkarîya hevbeş bigrin. Ji ber ku me tiştên wekî wênêyên civînên komîtê di bin alên Partîyan dîtîye, ev ne di cih de ye.
Li ser navê KOMKAR Frankfurt jî Birêz Aydın Uçar pêşneyar da ku, li ser ’’Festivala Serxwebûna Kurdistanê’’ divê her kesên ku hatine tespîtkirin di rîya e-maîlê de bên aghadarkirin da ku di nav hevalên xwe de bilav bikin û agahdar bikin.
Dîsa ji Mala Gelê Kurd Ludwigshafen, Sertîp Çelik axaftinek pêk anî û di axaftina xwe de balê kişand li ser vî karî, ku ev ne çalakîyek sîyasî ya yek yek partîyan e. Divê her kesên Kurd, partî û cudatîyên xwe bide alîkî û piştgirîya Referandûma Serxebûna KURDISTANa Başûr bike.
Baran Kahraman Dengê Kurdistan-Frankfurt 15.07.2017
|
|
|
|